24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Silêman Ehmed: Kes nikare me bêdeng bike

Rojnameger Silêman Ehmed ku piştî 454 rojan ji zindana PDKê hat berdan, got: “Di serbestberdana min de rola Ragihandina Azad gelekî zêde ye”.

Silêman Ehmed piştî ku malbata xwe ya li Helebê ziyaret kir, xwestibû vegere cihê karê xwe yê li Silêmaniyê, lê 25ê cotmeha 2024an li Deriyê Sînor ê Fîşxabûr ji aliyê hêzên PDKê ve hatibû girtin. Silêman Ehmed piştî 454 rojan, 20ê çileya 2025an hat berdan û vegeriya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê.

Silêman Ehmed têkildarê pêvajoya girtina xwe de ji ANHAyê re axivî: “Min dixwest biçim Bexdayê û xebatên xwe yên Rojnamegeriyê pêk bînim. Min her ev pirs ji xwe kir; ez çima hatim girtin? Çima 16 meh girtî mam? Min ev pirs ji her kesî dikir. Tu kesî tiştek têkildarî rojnamegeriyê pirs nekir. Tenê digotin, rast e tu rojnamegerî lê karê me bi karê te tune ye. Tu ji bo karekî din hatiye Kurdistanê.”

Silêman Ehmed belgeyên ku îsbat dikin ew rojnameger e, herwiha vîzeya ku wê karibe biçe Bexdayê nîşan dane lê hêzên PDKê ew belge paşguh kir. Silêman Ehmed der barê mijarê de wiha got: “Min got ez ê biçim Bexdayê, çend muameleyên fermî mane, piştre ez ê biçim. Bi min re vîze jî heye. Lê guh nedan gotinên min.”

Piştî revandina Silêman Ehmed, di serî de Ragihandina Azad, li Kurdistan û cîhanê gelek rêxistinên rojnamegeran, saziyên mafên mirovan ketin nava liv û tevgerê, rojevek girîng ava kiribûn. Silêman Ehmed da zanîn ku van zextan bandorek girîng li ser PDKê çêkiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Fişara Ragihandina Azad, hiqûqnas, saziyên mafên mirovan hişt ku piştî 7 meh û 4 rojan bi parêzer re hevdîtinê bikim. Pişt re jî bi birayê xwe re axivîm.”

Silêman Ehmed bal kişand ku hêzên ku hema bêje her roj lêpîrsîna wî dikirin, pir zêde behsa zexta raya giştî kirine û got: “Her digotin, çima ragihandin ewqas behsa te dike? Çima dibêjin tu windayî? Min got ez û hûn zanin ez li ku me, lê ew nizanin. Di serbestberdana min de ragihandinê roleke erênî lîst.”

Silêman Ehmed der barê biryara girtina xwe û nêzikatiya dadger ev tişt anî ziman: “Tuhmet tunebû, lê dîsa jî dadger ji katib re got tawanan binivîse. Darizandina min ne li gorî qanûna rojnamegeriyê ya herêma Kurdistanê bû. Dadgehê mafê min binpê kir.”

Dadgeha Dihokê 3 sal ceza li Silêman Ehmed birî, lê piştî serlêdanê Dadgeha Temyîzê ya Hewlêrê bi hinceta ku delîl nîn in, mudaxele kir. Silêman Ehmed li ser mijarê wiha axivî: “Li dadgehê di navbera min û dadger de nîqaş çêbûn. Min ji wan re got, we ez bi endamtiya partiyekê tawanbar kirim, lê ew partî bi awayekî fermî li Herêma Kurdistanê heye û nivîsgeha wê hatiye vekirin. Di çarçoveya hiqûqî de jî ez karekî fermî dikim, ez bi awayekî fermî diçim û têm herêma Kurdistanê.”

Silêman Ehmed anî ziman ku li başûrê Kurdistanê ragihandin di bin zextê de ye û wiha dom kir: “Ragihandina azad, çavên civakê ye. Lê dezgehên çapemeniyê yên li başûrê Kurdistanê ji berjewediyên partiyan ên teng re xizmetê dikin. Pir kêm e ku dezgehên çapemeniyê behsa civakê, zehmetî û êşên wê bike. Ragihandin li Başûr wisa ketiye bin zextê ku, nahêle rojnamegeriya azad derkeve pêş. Jiyana rojnamegeran di talukeyê de ye, yasayên rojnamegeriyê nayên pêkanîn.”

Ehmed hêvî kir ku hikûmeta nû ya başûrê Kurdistanê Rojnamegeran biparêze, qanûna parastina rojnamegeran pêk bîne û got: “Xeteriyek li ser rojnamegeran heye ku bandor li demokrasiya başûrê Kurdistanê dike.”

Silêman Ehmed da zanîn ku ew ê karê xwe yê rojnamegeriyê ji cihê ku lê maye bidomîne û wiha got: “Ez ê bi rêgezên ragihandina azad karê xwe bidomînim. Ev xet girêdayî partiyan an jî hêzên siyasî nîn e, girêdayî civakê ye û rêya rast nîşanî wê dide. Di vê oxirê de gelek hevalên me şehîd bûn. Herî dawî Nazim Deştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn. Kes nikare me bêdeng bike.”

Ehmed spasiya hemû kesên ku di serbestberdana wî de rol lîstine kir û hêvî kir ku hevalên wî yên din Qehreman Şikrî, Şêrwan Şêrwanî jî di zûtirîn demê de serbest werin berdan.