24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di kilam û dengbêjiyê de bandora jinan

Sûsika Simo, ne bi tenê li Ermenistanê, li Gurcistanê û li seranserî welatên Sovyetê deng dabû. Ew, derdiket ser dikê, kilam û stranên xwe bi ermenkî û kurdî dixwend.

Di dinyayê de kêm netewe hene ku êş û kêfxweşî, şîn û şahiyen xwe tev bi stranan jiyîne û raxistine ber çav. Yek ji van gelan jî gelê kurd e ku bi muzîka xwe, hem li ser warê qedîm şahidiya dewr û zemanan kirine hem jî bi dengbêj, çîrokbêj û hunermendên xwe di her serdemê de renk, bîr, bûyer, qewimîn, serpêhatî û hemû çîrokên jiyanê bi soz û awaz kirine.

Di dîrokê de gelek jin hene ku êşên dile xwe, êşên îxanetê yan jî dijberiya xwe ya li dijî şerê bi hestên xwe yên xurt û hevokên xwe yên herikbar strîne an jî ji bo strandina mêran bûne wek çavkaniyek. Ji ber vê yekê di kilaman de mijarên wek evîn, mirin, şîn, şer û cengê hatine nirxandin. Ji ber ku di wan deman de hestiyarî û girîn ji bo mêran wek qelsiyek dihat dîtin û xwediya/ê azarî û hestiran jî wekî ku jin bûne hatiye hesibandin soz û gotinên wan kilam û stranan gelemperî ji afirîneriya jinan derketine holê.

Jinan di wan kilaman de bi azarî û hêsirên xwe cerebe, berbînî û hêzên xwe derxistin holê. Lewre çawa ku payîzê pelên hişkbûyî ji daran diweşin sedema wan gotinên kilaman jî ji jiyana jinan hinek tiştinan dûr xistibû carna jî tovên hestên nû têxistibû jiyana wan. Anku çawa ku sedema gotinên xepsexanê, di hembêza wê de mirina berdilê wê bû anku pelê ku weşiyabû Xelîlê wê bû, di kilama Filîtê Quto de Şemê Xatûna zanyar dar, a ku weşiya bû jî kurê wê Filîtê Quto bû; carna jî wekî ku di  mijara Cewê Xatûn de pêk hatibû, piştî mirina du kurên xwe li dijî Kor Hisên Paşa îxanet binpê kiribû û pelên îxanetê weşiyabûn, hinek caran jî ji dêleva pelên weşandî ve bi navê aştiyê pelên nû şîn bûbûn. Anku xwediyên gelek kilaman jin in. Lê mixabin herçîqas ew hevok û gotin ji ber êş û azarên jinan, ji dilê wan qetiyabin û derketibin holê jî bi gelemperî yên ku ew kilam bi deng kiribûn mêr bûn. Û dema ku bi deng kirine jî helbet ji ber feraseta mêrane gelek kilam ji hêmanên jinane dihatin paqijkirin û ji hest, şêwe û ramanên  xwediyên xwe anku jinan dihatin dûrxistin.

Belê xwediyên gotinan jin bûn lê piştre yên ku di van gotinan de dihatin tunekirin jî jin bûn. Dema ku Sûsika Simo ya dengbêja yekem derket holê û helbet şopdarên rêya wê Belga Qado, Meyremxan, Nesrîn Şerwan, Gulbihar, Ayşe Şan…

Sûsika Simo, di sala 1925an de li herêma Elegezê, li gundê Mîrekê ya navçeya Axbaranê, di malbatekê êzîdî de çavên xwe li jiyanê vedike. Paşê malbata wê ji wir koçî Gumriyê (Lênînakana berê) dikin û li wir akincî dibin, li vir dixwîne û beşa bijîşkiyê diqedîne, çend salan li nexweşxaneyan dixebite. Lê paşê meyla wê ya reqas û stranbêjiyê zêdetir pê xweş dibe û dest bi karê stranbêjiyê dike.

Di nav edet û gerdîşên kevneşopî û olî de, bi taybetî jî piştî koçberiya kurdan ber bi Qafqasyayê, tora paşverûtiyê li ser jinan yekcartir xwe didan zorê. Lê ji ber ku di bin desthiladariya Sovyetê de xwendin, ji bo jin û mêran esas bû û xwendinê dihişt ku jin ji kîjan êl, eşîr û ayînî be berê wê bê vekirin. Sûsika Simo yek ji wan jinan e ku di nav jinên kurdên Qafqasyayê de, cara pêşî di warê civakî de qeydên bindestiyê diqetîne û li dijî hemû zor û zehmetiyan rista xwe ya rewşenbîriyê bi cih tîne û di qada hunerê de xwe dide pêş.

Di sala 1946an de cara pêşî bi xeml û xêza xwe ya kurdewar derdikeve ser sehneyên ermeniyan û bi kurdî distrê. Du komên reqasê saz dike ku bi awayekî opera û baleyê hunera xwe nişan didin. Herwiha ew bi şanoyên elegezî re derdikeve gerên şanoyê, pêşî yan jî piştî lîstika şanoyê ew derdikeve ser dika şanoyê û stranên kurdî yên gelêrî distrê; herwiha mamostetiya gelek komên govendê yên dîlana kurdan dike. Ji ber vê yekê jê re gotine ‘Gula govendan’.

Bi Sûsiko Simo cara pêşî bû ku dengbêjeke kurd li ser sehneyên dewletê bi awayekî fermî stran digotin û dihat nasîn. Di nav vê jiyana hunerî de Kulya Neftalyanê ermenî nas dike. Piştre ji hev hez dikin û dizewicin. Sûsika Simo, jinek ji kurdên êzîdî bû û li gor bawerî û kevneşopiya êzîdiyan nedibû ku ew bi mirovekî ji qewmekî din re bizewice. Zewaca wê ya bi Kulya Neftalyan bûbû sedema nerazîbûna derûdora wê, lê wê bi xwendin, şarezayî û dengê xwe, xwe di nav kurdan de dabû qebûlkirin.

Sûsika Simo, ne bi tenê li Ermenistanê, li Gurcistanê û li seranserî welatên Sovyetê deng dabû. Ew, derdiket ser dikê, kilam û stranên xwe bi ermenkî û kurdî distrandin. Hevjînê wê Kulya Neftalyan, gelek alîkariya wê dikir, bi hev re derdiketin bernameyan û heta gelek caran bi hev re jî distriyan û stranên dugolî digotin. Neftalyan, werzîşvan bû lê dengê wî gelek xweş bû û wî bi kêfxweşî bi Sûsika Simo re stran digotin. Ew yek ji wan jinên kurd bû ku li gel Gulîzarê bi vekirina Radyoya Erîvanê ya di sala 1955an de, cara pêşî li radyoyê stranên xwe gotibûn. Sûsika Simo, daxbarê dengbêjê binavûdeng Seyîdê Şamedîn bû ku bi dengê wî bi semayê diket. Şamedîn, li radyoyê Sûsikê nas dike û bi hev re stranên xwe yên dugolî dibêjin.

Li Ermenistanê, Flarmonyayê jî piştgirî da hunera wê û rê li ber vekirin. Sûsika Simo, tevî hemû zehmetî û tengasiyan di warê hunerî de  xwe weke jineke kurd dide çespandin ku sala 1965an lûtkeya jiyana wê ya hunerî ye û ew li Meydana Sor gelek caran konsertên mezin dide. Di van konsertên wê de nav û dengê wê li seranserî Sovyetê belav dibe. Egîdê Cimo bi bilûra xwe û herwiha Xarapêtê Xaço jî gelek caran beşdariyê di ahengên wê de dikin. Cara pêşî li Meydana Qurmizê koserta xwe ya bi heybet dide Wezîrê Eşo, di rojnameya Riya Teze de gotareke bi navê ‘Sûsika Me’ li ser dinivîse, bilêtên vê konsertên wê berî çendîn rojan tên firotin û xilas dibûn.

Wê bi koma xwe ya muzîkê stranên; “Parya, Lenînê Mezin, Lenîn rabû em xilas bûn, Navê Lenîn şîrîn șa û paşê jî wê klamên; Dewra berê, Belengaz bû, Zilfanê Ha Zilfanê, Keleşo, Gulê nar, Sînê Sînê Sînemê, Lawkê min çû bixwîne, Hey can hey can hey canê, Lê lê lo min vî peyayî, Kewa gozel, Lûr şivano xistin nav klasîkên kurdan. Sûsika Simo heta sala 1977an jî jiyana xwe bi hunerî berdewam kir, di belengaz û tenêtiyê de li Êrîvanê jiyana xwe ji dest da.