Piştî rûxandina rejîma Baasê di kanûna 2024an de, bûyerên bi lez li Sûriyeyê çêdibin. Bi êrîşên dijwar ên Dewleta Tirk û çeteyên wê re ku ev zêdetirî 40 roj e dewam dikin, rê li pêşiya çeteyên DAIŞê vedibe ku bi awayekî serbest tev bigerin, êrîşan bikin û planên xwe yên ku berê nedikarîn pêk bînin, pêk bînin.
Yek ji armancên çeteyên DAIŞê, Kampa Holê ye, ku metirsiyeke rasteqîn e li ser aramiya herêmê, ji ber ku li wir zêdetirî 38 hezar kes dijîn, piraniya wan malbatên çeteyên DAIŞê ne, ku hewl didin valahiya ewlehiyê bi kar bînin, ji bo ku ji kampê birevin.
Hevseroka Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan destnîşan kir ku operasyona “Ewlehiya Domdar” ku di sala 2024an de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin ve hatine lidarxistin, ewlekariya hundirê kampê xurt kir.
Herwiha tekez kir ku tevî aloziyên ewlehiyê jî lê rêveberî hîna jî dikare rewşê kontrol bike û bal kişand ser wê yekê ku ji ber rewşa siyasî û leşkerî ya aloz li Sûriyeyê dê li kampê jî hin kêşeyên mezin rû bidin.
Cîhan Henan got êrîşên Dewleta Tirk bandoreke mezin li rewşa ewlekarî û xizmetguzariyê ya li nava kampê kiriye. Herwiha diyar kir ku di warê xizmetguzariyê de, rêveberî rastî zehmetiyên zêde tê, ji bo gihandina pêdiviyên xwarinê, herwiha tîmên alîkariyê rastî metirsiyên mezin dibin ku karê wan asteng dike, lewma piştgiriya hevkarên mirovî kêm bûye.
Ji aliyê ewlehiyê ve jî Cîhan Henan destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriya tirk li hin deveran valahiyeke ewlekarî çêkir û hişt ku şaneyên çeteyên DAIŞê yên li nava kampê de rewşê bi kar bînin û tevgerên xwe zêde bikin.
Cîhan Henan diyar kir ku malbatên çeteyên DAIŞê yên di nava kampê de ji bo ku birevin her çavên wan li valahî û qelsiyên ewlehiyê ne û da zanîn ku her roj hewldanên reva ji kampê têne kirin û got: “Çeteyên DAIŞê li derve bi piştgiriya şaneyên li hundirê kampê dixebitin da ku malbatan ji kampê derxin. Ew şert û mercên hewayê yên mîna baran û mijê bi kar tînin û di tariyê de karên xwe dikin. Tevî hewildanên hêzên ewlekariyê jî lê ji ber ku kamp pir fireh e, kontrolkirina wê carna zehmet e û hin caran rev çêdibe.”
Cîhan Henan destnîşan kir ku tevlihevî di hundirê kampê de bûye rûdaneke rojane, carna malbatên çeteyan xwarinê ji bazarên xwecihî nakirin û gefên devkî li rêveberî û rêxistinên mirovî dixun, dibêjin ew ê ji kampê derkevin û “Dewleta Islamê” ava bikin. Herwiha rojane êrîşê navendên rêvebirinê li kampê û tîmên xebatê dikin, navendan dişewitînin, êrîşê erebeyan û xalên ewlehiyê dikin.
Rêveberiya Kampa Holê bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku berpirsyariya xwe li hember kampê û şêniyên herêmê pêk bîne û tekez kir ku kamp beşeke pirsgirêka çeteyên DAIŞê ye û divê koalîsyon bi awayekî rasteqîn bixebite, ji bo temamkirina xebatên jinavbirina şaneyên çeteyan û pêşîgirtina metirsiyên siberojê.
Kampa Holê li bajarokê Holê ye, 40 kîlometreyan li başûrê bajarê Hesekê ye, 38 hezar û 890 kes lê dijîn; 16 hezar û 648 kes iraqî ne, 15 hezar û 848 kes sûriyeyî ne û 6 hezar û 385 kesên ji neteweyên cuda yên biyanî.
Kampa Holê wek “bombeyeke li ber teqînê” ye, eger rewş neyê kontrolkirin, dibe ku bibe bingeha derketineke nû ya çeteyên DAIŞê. Êrîşên Dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevliheviya li kampê, zêdebûna tevgerên şaneyên çeteyan li hundir û derve û hewldanên reva malbatên çeteyan; ev hemû nîşaneyên zelal in ku divê destwerdaneke navneteweyî ya lezgîn çêbe da ku rê li pêşiya kareseteke mirovî û ewlehiyê bê girtin.