23 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Eylem Babayîgît hat binçavkirin

Polîsan avêt ser mala rojnameger Eylem Babayîgît û wê binçav kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de polîsan duh bi şev bi ser mala rojnameger Eylem Babayîgît de girtin û binçav kirin. Eylem Babayîgît, birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Rehyan Hacioglû jî di 17ê Çileyê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Rojnameger, ji ber nûçe û bernameyên nîqaşan hatibûn sûcdarkirin. Nirxandinên têkildarî tecrîda ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî weke sûc hatibûn nîşandan.