Di pirsgirikên civakî de rê û rêbazên çareseriyê li gor armancan cuda dibin. Ku armanc domandina zilm û zordariya desthilatdaran be; rê demogojî ye, rêbaz jî peyva ‘xwişk û biratî’yê ye. Ku armanc aramî, aştî û azadî be rê demokrasî ye, rêbaz jî jiyana wekhev e. Ji ber ku demokrasî ji zordestiya desthilatdaran rawestekek e.
Ji têkiliyên nav malbatê bigirin heta têkiliyên gelemperî, ji têkiliyên civakî bigirin heta têkiliyên navneteweyî, peyva ‘xwişk û biratiyê’ zilm û zordariya desthilatdaran vedişêre û dibe sedema domandina zilm û zordariyê. Ji ber ku peyva ‘xwişk û biratiyê’ di naveroka xwe de hiyerarşiyê dihewîne, neheqiya xwişk û birayên mezin li ser xwişk û birayên biçûk wek asayî erê dike.
Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê; gel û baweriyên kêmar û bindest dema ku li dijî zilm û zordariya gel û baweriyên serdest û hegemonîk xwe li ser esasê jiyana wekhev diparêzin peyv û demogojîya ‘xwişk û biratiyê’ derdikeve holê.
Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê heta îro ji ber ku dewlet li ser pergala yekperestî ku ew ji nîjada tirkîtiyê ye, hatiye avakirin di serî de li kurdan û li hemû gel û baweriyên cuda neheqiyeke mezin hatiye kirin. Mafên wan ên xwe birêvebirinê nehatiye erêkirin, di raya giştî de, di saziyên fermî de û di perwerdeyê de zimanê wan hatiye qedexekirin. Pêşeng, nûner û rewşenbîrên wan tên dîlgirtin, kuştin an tên nefîkirin. Nasnameya wan a hevpar û statûya kurdan nayê qebûlkirin.
Dema ku kurdan li dijî êrîşa li ser ziman, çand û nasnameya xwe, nerazîbûnên xwe anîn ziman, pergala yekperest a ku li ser nijada tirkîtiyê hatiye avakirin, di serî de qirkirina kurdan a fîzîkî kir. Wekî bûyerên di komkujiya serhildana Şex Saîd, Serhildana Agirî, komkujiya Geliyê Zîlan û komkujiya Dersimê de hewl da ku kurdan tune bike.
Pergala yekperest bi polîtîkayên qirkirinê kurd têk nebirin. Kurdan li ber hemû êrîşan berxwedaneke xurt nîşan dan û tekoşîna mafên xwe yên xwezayî domandin. Wê demê pergala yekperest dest bi demogojiya ‘em xwişk û birayên hev ên hezar salan in’ kir. Ev tê wê wateyê ku ez birayê we yê mezin im, ez çi bînim serê we yan ez çi bikim jî mafê min e. Di çanda kurdan de qedrê xwişk û biratiyê mezin e. Ji ber wê jî ev demogojiya pergala yekperest demekê bi kêrî pergalê hat. Lê di çanda kurdan de xwişk û biratî çandeke fedakarî û wekheviyê ye, ne çandeke serdestî û neheqiyê ye. Ji ber wê jî kurdan got; “Ka ev xwişk û biratiyeke çawa ye; ziman, çand û dîroka min qedexe ye, vîna min nayê naskirin, mafê min ê xwe rêvebirinê her tim bi qeyûman tê xespkirin, nûner û pêşengên min her tim tên dîlgirtin, kuştin an jî nefîkirin. Û her tim tu serdest ez bindest im, hemû mafên xwezayî ji te re heq in ji min re qebehet in.”
Pergala yekperest vê carê jî dest diavêt ‘demogojiya ometê û biratiya olî’. Pergala yekperest digot; “Em hemû ji ometa Mihemed in, ola me îslam e. Xwedayê me yek e. Em tev xwişk û birayên hev ên misilman in, em ê wek xwişk û birayan bi hev re bijîn. Lê li gor xwişk û biratiya misilmantiyê dibê tiştê ku tu ji xwe re bixwazî divê tu ji xwişk û birayên xwe yê mûmin re jî bixwazî. Yan tu nabî misilmaneke/î kamil. Lê li gor misilmantiya pergala yekperest ji bo nijada wan hemû tişt helal bûn, ji bo kurdan û neteweyên din ên kêmar jî hemû tişt heram bûn. Dîyar bû ku ola pergala yekperest û ola Xwedê Teala ne heman ol bûn.
Kurd sed û du salan bi komkujiyan hatin qirkirin, koçberkirin û girtin. Bi polîtîkayên pişaftinê çanda wan hat qirkirin, bi demogojiya xwişk û biratiyê hatin xapandin û ewiqandin. Di encamê da baş fêhm kirin ku jiyaneke aram û azad bi demogojiya xwişk û biratiyê pêk nayê. Jiyana aram û azad dê bi wekhevî, demokrasî, avakirina pergala civaka biexleq û polîtîk pêk bê.
Di pergala civaka demokratîk de desthilatdarî ne di destê takekes, malbat, bawerî yan jî birdoziyekê de ye. Civak bi meclîsan tê birêvebirin. Di meclîsan de jî hemû cudahî û rengên civakê tên temsîlkirin. Civak li gor biryarên ku ji aliyê meclîsê ve hatine girtin têne rêvebirin. Di jiyana pergala demokratîk de, yan jî di civaka biexlaq û polîtîk de hiyerarşî yan jî serdestiya xwişk û biratiyê tune ye. Xapandina xwişk û biratiya olî ya ometî jî tune ye.
Di pêvajoya ku di 1ê cotmeha 2024an dest pê kiriye de, dîsa dixwazin bi demogojiya xwişk û biratiyê kurdan bixapînin. Lê me bi jiyanê ceribandiye ku demogojiya xwişk û biratiyê aştî, aramî û wekhevî neaniye vî welatî. Ji ber wê jî divê em meseleyên xwe li ser rê û rêbazên demokrasî û wekheviyê çareser bikin. Demokrasî û wekhevî dê xwişk û biratîya rastî bi xwe re bîne.