22 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Lîstika bê dawî ya Bavê Teyar

Nazim Hîkmet Çalişkan

Şanogera welatê xwe, te tenê careke em gîrandin lê wê bê te her tim bi rêya pêkenokên xwe ken danî ser rûyên me. Mîratêya te wê her tim di nav dil û mejiyên mede be. Te di lîstika bêdawî ya Derwêş û Edûlê de rola xwe bi avayêkî serkeftî bir dawiyê.

Lîstikek şanoyê heta kengî dijî?

Dema ku lehenga/ê lîstikekê evîndarek hezkiriya/ê xwe be, gava ku bigîhêje an jî negîhêje yara/ê xwe lîstik dimire. Wexta ku leheng karkerekî ku keda wî/wê tê xwarin be, çaxa ku yên wek wî/wê tên cem hev û mafên xwe bi dest dixin edî lîstik dimire. Lê ger ku leheng kesek ji lîstika gelek bindest be, welatê wî/wê metîngeh be û ewîna wî/wê welat be ew lîstik tu caran namire. Dibe ku rengê lîstikê li gorî dem û cîh biguhere lê namire. Ji ber ku lehengên wan lîstikan replîkên xwe li ser xaka xwe datînîn. Riçkên xwe yên hunerî li bin axa welatê xwe de mezin dikin. Dixwazin ji welêt dest pê bikin û berf bi cîhanek azad û hevpar ve bimeşîn. Dema ku cîhanek azad ava bikin jî naqede lîstikên wan, vega jî li ser xurtkirina wê azadiyê tevdigerin û dibin lîstikên bêdawî û nemir.

Li ser wan riçkan dar şîn dibin, dibin daristan. Li ser gûliyên wan daran çûk hêlînên xwe çêdikin, hemû çivîkên xwe di nav wan hêlînan de mezin dikin. Gava ku ew çivîk mezin dibin û perên wan xurt dibin xwe ji helînan berdidin nav ezman, difirin. Bi kêf û coşekê mezin li ser daristanê difirin, azadiye nasdikin û tama wê hildidin. Daristan û erdîngariya xwe nasdikin û bi demêre edî dibin çûkek. Helîn û daristana xwe diparêzin, ew yek dibe erkek bingehîn ji bo wan. Ji ber ku tê digehêjin ku dar tunnebe daristan tunneye, daristan tunnebe helîn jî tunnene, hêlîn tunnebe per, firrîn, azadî tunneye, azadî tunnebe jîyan ne tu jîyan e, mirine, katlîam e. ji ber ku dizanin darbir hene. Bi avayekî hovane kokên darên wan helînana jê dikin u tunne dikin. Car carna jî daristanan dişevîtînîn, dar tên qîrkirin. Ji ber van hemû çûk bi awayekî dibe parastwanek daristana xwe. Çûk jî dizanin, em jî dizanin ku daristan bi şewitandinê nayên tunekirin, ew di nav xweliyên xwe de nûve şîn dibin. Şitlên daran ji nûve bejin didin û dixwazin xwe bigîhînîn daristanekê û digihêjin jî. Wek daristanêk ji xeyalên Derwêş û Edûlê, li ser warên wan jî ji nûve şîn dibin. Di her pelê van daran de şêrgele bi sînge sîng di nav berxwedanekê dene, li hemberî erîşên barbaran. Dibin stêrkên li hemberî tarîtiyê, wek yên ku di vê berxwedanê de dikevin. Ew stêrk jî li bin tîrejên rojê de wedisên ji bo şerên xwe yên li hemberê tarîtiyê xwedî hêz dibin. Bi hezaran salan e berhemên wan di vê maratonê de dibezin hertim. Ji bo welatêk azad û hevpar li ser axên xwe wek çemek bi heybet derdikevin û diherikin berf bi behran, behrên berxwedana azadiyê xurt dikin ji bo cîhanek azad û hevpar. Ew destan a rêwîtiya hunera kurdistanî ye ku hemû rîtmên çandên gelên bindest vedixwîne govenda azadiyê.

Tu li ser şopa Yekta û Hevî Şanoger ku dixwastin li serê her çiyayên Kurdistanê de dik vergirin de meşiyay û tu buyî yek jî siya vê xwestekê wan ên di nav deştên welêt. Serhat û Delîlayê ku di nav rîtmên xwezaya çiyayan de melodiyên azadiyê davetên guhên me, te jî bi rîtmê tinazan li nav guh û li ber çavên me de ev rîtiman digerand. Aramê ku xwe dehîndarê gelê kurd dihesiband û dibû dilnizmiyek ji nav baxçê gulan, te jî xwe dehîndar dihesiband û te dixwest dêhna xwe bidî û tu ya niha bê dehnî wek Aram. Sarya yê ku dixwast bi reqsa xwe xwe bigîhîne welatek azad, tu jî wek wê bûyî reqswanek di qada şanoya kurd de. Xelîl bi qemêrayê xwe çiya bi çiya suret kom dikir ji bo dîroka berxwedanê, te jî suret li ser rûyê xwe datîna û rûye te dibû govenda mîmîk an. Tu bavê Amara yê yî ku hezar carî bi te serbilind e wekî me. Tu Ebu-Amara yî, hevrêyek Ebu-Leyla yî, ya niha li cem wî yî, hûn li kêleka fermandar Rustem rûdinin. Hûn bi sed hezaran hevreyên xwe yên wek Sara û Derwêş di temaşeya şoreşa Rojava de ne. Em wê temaşeya we ya bêguman û bi kelecan ku ji bo serkeftina vê şoreşê hîs dikin. Tu jî wek wan sergovendekî di rewîtiya çanda kurdistanî de.

Dikên te bax û bexçeyên, erd û zeviyên, suk û kuçeyên, pîngal û hêlînên, xanî û sifreyên gelê te bûn. Ronahiya te şewqa hezkirina çanda te bû. Her çeperên berxwedana welatê te bo te beşêk ji lîstikên te bûn. Tu kena ser levên zarokan bûyî, yên jin û mêran a pîr û kalan ku wê her tim bidome. Dîsa em dizanin ku her çiqas te qada berxwedana Tişrîne ji xwe re kiriyê dik a dawî li ser rûyê erdê, bizanibe ku hemû dikên ku reçên gavên te lêne wê bê tevgerên şano yî nemînîn. Wê afirîneriya te bibe motîwasyonek ji bo nivşên nû ya şanoya kurd. Bi xêr wê rewîtiya te xwe li ser dîwarê rewîtiya şoreşgerên vî welatî bibe kevirek mayînde. Li taldeya wî dîwarî, li ber beroşka rojê em wek Şanogerên Kurdistanî em ê zivistanên sar û cemîdî de laşên xwe germ bikîn û lîstikên deynîn ser dikên vî welatî.

Şanogera welatê xwe, te tenê careke em gîrandin lê wê bê te her tim bi rêya pêkenokên xwe ken danî ser rûyên me. Mîratêya te wê her tim di nav dil û mejiyên mede be. Te di lîstika bêdawî ya Derwêş û Edûlê de rola xwe bi avayêkî serkeftî bir dawiyê. Te digot Qelenê welêt ne erzan e û te ew tişt nîşanî me da. Çavên me wê li sterkên wek te bin, piyên me li ser şopa we de bimeşin. Bila ax te neêşîne heyran, cîhê te û yên rêhevalên te wek bihûştekê şîn û bi ber û bereket be. Em ê replîkên te li erdê nehêlin! Oxirbe Cuma Xelo! Oxirbe Bavê Teyar ! Oxirbe cangoriyê çand û welatê xwe!