Gel bi şervan û şehîdên xwe heye, bi xort û keçên xwe heye, amade ye ku xwe fedayî axa xwe bikin. Û li Bendava Tişrînê dîrokeke nû li dîroka Kurdistanê ya bi tîpên zêrîn hatî neqişandin, zêde bikin.
Berxwedanî tişta ku mirov ji tarîtiyê derdixe û ber bi serkeftinê ve dibe. Berxwedanî tiştekî wiha ye ku ji xîret û namûsê tê, kesên berxwedêr nikarin bêyî berxwedanî bijîn. Berxwedanî av û xwarina gelê berxwedêr e. Berxwedanî ji bo gelan dengê li hemberî zilmê ye. Gelê kurd jî berxwedaniyê wekî eşq dibîne û bêyî berxwedaniyê najî. Berxwedanî ji bo gelê kurd wateya hebûnê ye. Berxwedanî roja wan e, jîna wan e, rûmeta wan e, eşqa wan e, giyanê wan e, canê wan e, pêşeroja wan e, dilê wan e, dîroka wan e.
Dengê heqîqetê berz dibe
Gelê kurd bi hezarê salan di bin zilm û zorê de li ber xwe daye û li ber zilmê serî natewandiye. Bi hezarê salan di bin bindestiyê de ziman û çanda xwe pêşxistiye. Bi hezaran serhildan rakirine û berxwedanî meşandine. Bi hezaran şoreş li darxistine. Ji serhildana Şêx Seîd, serhildana Dêrsimê, Serhildana Qamişlo, ji şoreşa 19ê Tîrmehê û hwd. Di wan demên dewî de jî berxwedaniya ku şervanên HSDê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne, berxwedaniyeke bêhempa ye û ev berxwedaniyê deng li cîhanê veda. Gelê sivîl li pişt zarokên xwe nobetê li Bendava Tişrînê nobetê digre û ji êrîşên dagirkeriya tirk natirse. Gel dizane ku di vê şûnê de tên armancgirtin û şehîd dikevin lê tevî vê yekê jî dev ji doza kal û pîrên xwe bernadin. Gel li wir bê av û nan dimîne, rastî qirkirinê tê lê vîna wan tune nabe. Gel li wir govenda azadiyê digerîne û dayîk dengê tilîliyên berxwedaniyê berz dibin.
Li Bendava Tişrînê dîrok rûmetê bi tîpên zêrîn dinivîse. Bi ken, moral û govendê xwe digînin Bendava Tişrînê, dengê rastiyê berz dikin, stranan dibêjin, dengê heqîqetê ji zengiloka wan derdikeve, qîr dikin, nawestin, amade ne ji bo her tiştî. Bi sloganên bi wate moralên didin hêza xwe HSDê.
Qelenê Azadiyê buha ye
Dewleta Tirk ya dagirker êrîşê govend û dîlana axadiyê dike, sivîlan dikuje, birîndar dike, zarokên du sê mehî bêyî dayik û bav dihêle, ciwan û pîr û kalan dikuje, lê dîsa jî ger şehîd û birîndarên xwe radike, govend û dengê dozê gur dike. Hertişt ji bo axa şîrin e, her tişt ji bo rûmetê ye, her tişt ji bo xwîna şehîdan e. Temenê vê doza xweşik guliyên mor û xortên çeleng in. Gel bi şervan û şehîdên xwe heye, bi xort û keçên xwe heye, amade ye ku xwe fedayî axa xwe bikin. Û li Bendava Tişrînê dîrokeke nû li dîroka Kurdistanê ya bi tîpên zêrîn hatî neqişandin, zêde bikin.