Wezîrê Fransî ji radyoya France Inter re axivî. Wezîr bal kişand ser axaftina Donald Trump a di dema destpêkirina wezîfeya xwe de kirî û got: “Trump bi axaftina xwe pihînek li paytextên Ewropayê xist.”
Sébastien Lecornu got: “Gotinên bêrehm ên serok, dibe ku di dawiyê de li welatên Ewropayê şok û hişyariyekê çêbike. Bi dehan salan, hewldan hebû ku em xwe di bin sîwana nukleer a Amerîkayê de bi cih bikin.”
Sébastien Lecornu car din bang li paytextên Ewropayê kir ku pîşesaziya xwe ya parastinê pêş bixin û got, “Xwesteka hîn zêdetir kirîna çekan ji DYAyê, şaştiyeke dîrokî ye. Em ê ewlehiya xwe nedin bi hamburger û wesayîtên alman.”