23 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ilias Panchard: Divê Ewropa Rojava biparêze

Ilias Panchard: Rojava ku di nava şert û mercên giran de ava bû hem ji bo herêmê hem ji bo paşerojê modelek e. Ewropa bi taybetî jî Swîsre ji bo parastina vê modelê divê bikevin nava liv û tevgerê.

Endamê Meclîsa Lozanê ya Swîsreyê û Hevserokê Lozanê yê Partiya Keskan Ilias Panchard rewşa dawî ya li Sûriyeyê û Rojava ji ANFê re nirxand.

Panchard bal kişand ser sîstema hevserokatiyê ya li rojavayê Kurdistanê û got: “Her şaredarî ji aliyê hevserokên jin û mêr ve bi rengekî kolektîf tê birêvebirin. Li gel rewşa gelekî tevlîhev jî îradeyeke welê heye ku rê dide feraseta rêveberiyê ya kolektîf. Di mijara demokrasiyê de jî heman tişt tê dîtin; li gel êrîşan, zehmetiyan û kêmasiya pêşketina aboriyê ya li hin herêman jî rêxistiniyeke demokratîk heye ku ji civakê destpê dike. Hurmeteke rasteqîn ji hindikahiyan re tê nîşandan. Di mijara ekolojiyê û mijarên din de nêzîkatiyeke li gorî hurmeta ji hawirdorê tê nîşandan. Projeyeke demokratîk, piştevanî û pêşverû bi pêş dikeve.”

Ilias Panchard destnîşan kir ku mirovên li Rojava di nava şert û mercên gelekî giran, ewlekarî û leşkerî de ev pergal afirandine, lewma hêjayî hurmetê ne û anî ziman ku ev model ji bo paşeroja Sûriyeyê dikare bibe mînak.

Di vê mijarê de Ilias Panchard got: “Divê were zanîn ku li Sûriyeyê avakirina netewe dewletê êdî nepêkan e. Li Iraqê jî rewş ber bi heman alî ve çû. Mejiyê netewe dewletê yê berê ku di encama mejiyê emperyalîst de ava bû, êdî nabe. Divê em ji bîr nekin ku sînor û hin welat wê demê ji aliyê Îngiliz û Fransiyan ve çawa hatin diyarkirin.

Bi dîtina min paradîgmaya konfederalîzma demokratîk, sîstema kanton an jî federal ji bo paşerojê nebe nabe. Eşkere ye ku sîstema li Rojava jî modeleke ku dikare bi cih bê anîn. Lewma bang li Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê û Endamê Konseya Federal Ignazio Cassis dikim. Divê Swîsre Rojava biparêze û piştgiriyê bide vê modelê.

Divê em pêwîstiya bi demokrasiyê û eleqeya ji bo avakirina modelek bi rêbaza Swîsreyê ji rêzê nebînin. Avakirina sîstema li Swîsreyê bi salan, bi dehan salan, bi sedan salî dewam kir. Demokrasî pêvajoyeke demdirêj e û li gorî min divê Swîsre piştgiriyê bide derbasbûna li Sûriyeyê.”

Li ser gavên şênber ên li qada navneteweyî yên ji bo parastina Rojava jî Panchard got, “Di asta siyasî de gelek tişt hene ku divê bêne kirin. Li gorî min zexta bingehîn a ku divê Swîsre û Yekîtiya Ewropa bike ew e ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bisekinînin. Swîsre yekser çekan nefiroşe jî amûrên ku weke malzemeyên şer dikarin bêne bikaranîn difiroşe Tirkiyeyê.”

Panchard diyar kir ku ew dixwaze balê bikişîne ser pêkanînên aboriyê û piştgiriya aboriyê û got, “Bi taybetî divê Swîsre pêkanînan dîne ser olîgarkên tirk, karsazên tirk, nûnerên tirk. Bangkirina li Sefîrê Bilind an jî konsolosan çima neyê kirin? Sembolîk jî be divê em karibin gavên destpêkê biavêjin. Çawa ku li hemberî êrîşkariya Rûsyayê ya li Ûkraynayê kir, divê em bi heman rengî tevbigerin. Dibe ku pêwîstî bi pêkanînên şênber û qedexeya ger û geştê hebe. Her wiha divê em bang li civaka li Swîsreyê bikin ku piştgiriyê bidin civaka kurd û bikevin nava liv û tevgerê.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê