23 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Cil û bergên kurdî bi lixwekirinê nayên parastin’

Lêkolîner û darêjera cil û bergên kurdî Sumbul Soçaî der barê cil û bergên kurdî got: “Dibe ku herkes bibêje cil û bergên kurdî yên dîrokî bi rojane lixwekirinê dikare bê parastin lê ez berovajiyê vê yekê difikirim. Ji ber ku taybetmediyên cilên kurdî ji holê rabûne.”

Her netew bi çand, ziman û taybetmendiyên xwe yên cuda ji hev vediqetin. Kurd jî bi cil û bergên xwe, kevneşopiyên xwe yên cuda û zimanê xwe ji neteweyên cuda vediketin. Bi taybet jî cil û bergên kurdî ku niha jî tên bikaranîn rastê eleqeyeke pir mezin tên

Em der barê cil û bergên kurdî û parastina wan de bi lêkolîner û darêjera cil û bergên kurdî Sumbul Soçaî ya ku xelqê rojhilatê Kurdistanê ye re axivîn.

Sumbul Soçaî di destpêka axaftina xwe de ji bo nasîna cil û bergên kurdî ev tişt anî ziman: “Çawa ku zimanê kurdî hebûn û dîroka kurdan nîşan dide cîl û bergên kurdî jî hebûn û dîroka kurdî nîşanê me dide. Yek ji taybetmdiya cil û bergên kurdî ew e ku hem jin hem jî mêr şalpiştê bikar tînin. Herçiqas li her heremê di rêbaza girêdana sergirêdan, kofî, fistan û kirasên wan de cudahî hebe jî di nav hemû cil û bergên kurdî de şalpişt tê bikaranîn. Şalpişta ku kurd girêdidin encama erdnîgariya Zagrosan a ku kurd lê dijîn e. Ev şalpişt nîşan dide ku kurd li erdnîgariyeke sar dijîn. Ev şalpişt hem hestiyan hem malzaroka jinan û hem jî zikê wan diparêze. Erdnîgariya kurdan a sar û çiyayî rê li ber bikaranîna şalpiştê vekiriye. Şalpişt bi taybetî jî ji bo her kesê wek amûra ku karibin saxlem bimînin hatiye bikaranîn.”

‘Taybetmendî winda dibin’

Sumbul Soçaî da zanîn ku kal û pîrên me cil û bergên xwe li ser taybetmendiyên erdnîgarî, dîrok û fikrên xwe dîzayn kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîrokeke kevnar a kurdan li vê erdnîgariyê heye. Dema em lê dinêrin di nav cilên êzidiyan û mahabadiyan de sermilek heye lê bi demê re hatiye ji bîr kirin. Dîroka vê diçe heta 4 hezar sal berê. Niha li Başûr, Urmiye û Senendejê tê bikaranîn. Bi modernîzmê re ev taybetmediyên kurdî ji holê radibin û şiklekî pir rût û tazî li ser cil û bergên kurdî dimîne. Heta ciheke vê rewşê xwazayî ye. Lê kesên ku lêkolînê li ser cil û bergên kurdî dikin ji bo ev taybetmedî wenda nebin dikarin bi pirtûk an jî nivîsan van taybetmendiyan biparêzin. Dibe ku ev taybetmedî di lixwekirina cil û bergan de neyê parastin lê divê ev taybetmedî werin parastin.”

Sumbul Soçaî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dibe ku herkes bibêje cil û bergên kurdî yên dîrokî bi rojane lixwekirinê dikare bê parastin lê ez berovajiyê vê yekê difikirim. Ji ber ku taybetmediyên cilên kurdî ji holê rabûne. Divê di destpêkê de em pênaseya cil û bergên dîrokî bikin. Wek hûn jî dizanin navê van cilan cil û bergên dîrokî ne. Yanî encama dîrokek e ku jiyana mirovan li ser erdnîgariyeke bi şêwazên cuda tê jiyîn. Mînak tu niha kesek du sed sal berê bînî roja me dê nikaribe wek me tevbigere an jî tu bixwazî kincên wan li xwe bikî tu yê hin guherînan pêk bînî. Keseke 20 salî dema ku bixwaze cilekî dapîr/bapîra xwe li xwe bike dê guherînan tê de pêk bîne. Me got ev tiştek xwezayî ye lê di encamê de zerarê dide çand, dîrok û taybetmediyên kurdan. Ez nabêm bila kes cil û bergên kurdî li xwe neke. Lê dema li xwe kirin jî bila nebên ev cil û bergên kurdî ên dîrokî ne. Ji ber ku ev cil û berg ne cilên kurdî ne tenê ji cil û bergên kurdî ilham girtine û hatine amadekirin. Divê dema em bibêjin cil û bergên Kurdî di şêweya wî cilê bergê de dîrok, çand, fikir, geşedanên siyasî û rengên erdînageriya wê werin xuyakirin.”

Roja civaka êzidî

Sumbul Soçaî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Danûstandina di nav herêman de herwiha cudabûna di navbera wan de şêweyên cuda derxistiye holê. Di vê mijarê de civaka êzidî taybetmediyên xwe li gor herêmên din parastiye. Ev jî ji ber girtîbûna wan a ji derdorên xwe re pêk hatiye. Ola xwe û çanda xwe paratine û nehiştine kes li ser wan bandor bike. Çanda êzidî ji bo me kurdan pir girîng e. Herwiha cil û bergên Mahabadê jî di nav dîroka cil û bergên kurdî de xwedî cihek girîng e. Lê dîsa dibêm ne cil û bergên ku îro tên li xwe kirin. Niha ji bo danasîna cil û bergên kurdî festîval û xebat tên li dar xistin. Lê divê ji bo van jî xebatên baştir bên amadekirin.”

Lêkolîner û darêjera cil û bergên kurdî Sumbul Soçaî wiha dawî lli axaftina xwe anî: “Ji sedî sed jin roleke pir girîng di parastina çand û hunerê dilîzin. Jinan tim afirandiye. Bi tiştên ku li xwe dikin de çanda xwe hem afirandine hem jî parastine. Heke jin nebûna dê ewqas rengînî jî tunebûna. Jinan xwezayê temaşe kiriye û li ser cil û bergên xwe neqişandine.