22 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Navê pêvajoyê

Ji hevserokên DEM Partiyê bigire heta hemû sazî û dezgehên siyaseta demokratîk beyî ku li pey navlêkirina pêvajoyê bigerin xwedî li daxwaz û îradeya çareseriyê derketin. Jixwe mesele ne navlêkirin e, mesele îrade û daxwaza çareseriyê ye.

Di nava vê hefteyê de mijara herî sereke ya ku hate nîqaşkirin ‘navê pêvajoyê’ bû. Ji hemû derdoran pirsa sereke ku ji heyeta çûye Îmraliyê tê kirin ev e: Em dikarin behsa pêvajoyê bikin? Navê pêvajoyê çi ye?

Hem ji aliyê rayedarên desthilatê ve hem jî ji aliyê rêveberiya KCKê ve hate diyarkirin ku ‘li holê tu pêvajo tune ye’. Heke pêvajoyek tune be wê demê mirov çawa nav lê bike. Tiştek tune be navê wê jî tune ye. Helbet navlêkirina pêvajoyê girîng e. Lê berî her tiştî divê pêvajoyeke ku mirov li ser bikaribe nirxandinê bike hebe.

Gelek kes jî li gor xwe nav li pêvajoyê dikin. Pêvajoya xwişk û biratiyê, pêvajoya aştiyê, pêvajoya azadiyê, pêvajoya dawîkirina terorê, pêvajoya tesfiyeya PKKê. Pêvajoya demokratîkbûnê… Wekî din jî mirov dikare gelek navan lê bike.

Derdorên desthilatê ji bilî ku navî li pêvajoyê bikin, armanca hevdîtinan tînin zimên. Li gor wan armanca van hevdîtinan ‘demildest çekdanîn û radestbûna ji dewletê re ye’. Hem siyasetmedar hem jî nivîskar û çapemeniya alîgir a desthilatê wekî ku pirsgirêk tenê çek e didin nîşandan. Li gor wan heke çek bên danîn jixwe tu pirsgirêk namînin. Dewlet Bahçelî piştî hevdîtina bi heyetê re di axaftina koma partiya xwe de anî zimên ku “Divê di vê hevdîtinê de Abdullah Ocalan bêyî ku tu şertan bide pêş, bangewaziya tesfiyeya rêxistinê bike.” Abdulkadîr Selvî jî di nivîsên xwe de li ser heman mijarê disekine .

Piştî hevdîtîna li Îmraliyê şandeya DEM Partiyê daxuyaniyeke ku ji heft xalan pêk tê bi raya giştî re parve kir. Mixabin ne çapemeniya alîgir ne jî rayedarên desthilatê qet behsa van xalan nakin. Dixwazin rewşeke li gor xwe ava bikin. Şandeya Îmraliyê bi partiyên li meclisê re hevdîtin kirin. Naveroka van hevdîtinan nehat parvekirin. Tişteke neyînî jî nehat gotin, lê tişteke erênî jî derneket. Hema bibêje ku hemû partî bi guman tev geriyan. Ji ber ku feraseta demokratîkbûnê tune ye, nihêrtina wan a li van hewldanan jî di çarçoveya ‘bazara siyasî’ de dîmîne. CHP sed sal in polîtîkayê dike, esas muxatabê vê pirsgirêkê ye, lê wekî ku tu neheqî li holê tune ne, wekî mesele tenê qeyrana aborî ye tev digere. Bêguman helwesta wê ji ya berê çêtir e. Lê ev nêzîkatiya wê dihêle ku desthilata AKP-MHPê vê pirsgirêkê di destê xwe de wekî amûreke gefxwarinê bi kar bîne.

Çapemeniya nêzîkî muxalefetê ji niha ve dest pê kiriye dibêje, “Kurd çûne bi AKP re bazarê dikin.” Li gor wan hevdîtin û helwesta çareserkirina pirsgirêka kurd îxanet e. Îxaneta çi ye? Îxaneta li muxalafetê ye. Pir zû ji bîr dikin ku bi dehan şaredariyên ku muxalefetê qezenc kirine bi alîkariya kurdan hatine qezenckirin. Tiştekî ecêb e. Hem AKP-MHPê rexne dikin, dibêjin li holê ne hiqûq hiştine ne jî exlaq, hem jî pêşiya hewldanên guhertinê digirin. Bariş Yarkadaş ê ku xwe wekî demokrat nîşandide ev mehek e antî-propagandaya kurdan dike. Nevşîn Mengu zimanekî kirêt û derveyî cîdîyetê bi kar tîne.

Ji hevdîtinan diyar dibe ku ne feraseta AKP-MHPê bi rastiya çareserkirinê heye ne jî muxalefet bi rastî dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike. Herdu alî jî dixwazin pirsgirêka kurd wekî amûreke siyasî di destê xwe de bihêlin û li ser vê siyasetê bikin. Muxalafet ser vê mijarê dixwaze piştgiriya kurdan bigire û bibe desthilat, desthilat bi piştgiriya kurdan dixwaze desthilata xwe bidomîne.

Balkêş e ku heya niha Erdogan ji bilî gotina “Em ê terorê tasfiye bikin” tiştek negotiye. Wekî ku muxatabê vê pêvajoyê ne ew e tev digere. Ev jî fikaran zêdetir dike. Heya niha ji tu kêmaniyan Erdogan xwe berpirsiyar nedîtiye. Dema ku li Dolmabaxçeyê mutabaqat hate xwendin, derket got: “Tiştekî wisa tune ye.” Di mijara cemaatê de jî heman helwest nîşan da. Wekî ku ne wî pêşiya cemaatê vekiriye, wekî ku ne wî peywirên taybet dane cemaatê tev geriya. Di mijara keştiya Mavî Marmarayê de jî got: “Ji kê pirsîne ku diçin? Ma min ji wan re got herin?” Niha jî wisa dide nîşandan ku her tişt derveyî wî dimeşe. Di kongreya partiya xwe ya Amed û Rihayê de tenê behsa ‘binerdkirinê’ kir.

Ji aliyê derdor û siyaseta demokratîk ve daxuyaniyên piştgiriyê hatin dayîn. Piştî hevdîtina bi S. Demîrtaş, F. Yuksekdag û L. Guven re hemûyan jî piştgiriya xwe anîn zimên. Demîrtaş got: “Bi taybetî dixwazim diyar bikim ku piştgirî û baweriya min a bi Birêz Abdulah Ocalan re ku li Girava Îmraliyê ji bo aştî û çareserkirina demokratîk kedeke mezin dide tam e.” Herwiha guman û hişyariya xwe jî wiha dike: “Hemû kes divê baş bizanibin ku li holê hinek niyetên baş û amadekariyên ku bi vê niyata baş tên kirin hene. Lê ji bo ku ev pêvajo bi rêkûpêk bimeşe divê gavên şênber ên ku baweriyê didin bên avêtin.”

Yuksekdag jî wiha got: “Di vê kêliya krîtîk a dîrokî de înîsîyatîfgirtina hewldana rêvekirina birêz Ocalan hêja û diyarker e. Em li rex û pişt vê hewldan û îradeya çareseriyê ne. Em li ku derê bin ferq nake. Dibe di hundir de, di be jî li derve bin, an jî xwedî fikrên cuda bin, ev ne asteng e ku em peywira dikeve ser milê xwe bi cih bînin.”

Guven piştî behsa girîngiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dike wiha dibêje: “Îro çav û guhên bi milyonan li perspektîfa ku birêz Abdulah Ocalan daniye holê ye (…) Dixwazim diyar bikim ku bêyî tu hincetan em amade ne tevkariya pêvajoyê bikin. Gelê kurd dixwaze beyî ku ev pirsgirêk hewaleyî sedsala nû bê kirin çareser bibe.”

Desteya Rêveber a KCKê jî bi daxuyaniyekê helwesta xwe diyar kir û got: “Rêber Apo ji bo ku pêvajoya şer bi dawî bibe û pirsgirêk bi rêyên demokratîk bên çareserkirin di nava fedakariyeke mezin de ye. Rêber Apo beriya niha diyar kiribû ku eger şert û merc bên afirandin dê pêvajoyê ji zemînê şer derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bike. Weke tevgerê jî me destnîşan kiribû ku em bi îradeya Rêber Apo re ne û pêvajoya ku ew bimeşîne dê ji bo me esas be.”

Ji hevserokên DEM Partiyê bigire heta hemû sazî û dezgehên siyaseta demokratîk beyî ku li pey navlêkirina pêvajoyê bigerin xwedî li daxwaz û îradeya çareseriyê derketin. Jixwe mesele ne navlêkirin e, mesele îrade û daxwaza çareseriyê ye. Mesele destnîşankirina feraseta çareserkirina demokratîk e. Aliyê kurd di vê mijarê de li gel ku fikar û gumanên wî hene jî pir zelal e. Lê ne muxalefet ne jî desthilat di vê mijarê de xwedî feraseteke demokratîk û aştîxwaz în. Ketine pey navlêkirina pêvajoyê. Dema borî navê ‘pêvajoya çareseriyê’ û beriya wê jî ‘Pêvajoya Oslo’ hate bikaranîn. Lê neçûn serî. Ne ku ji ber navê pêvajoyê pirsgirêk çareser nebû, ji ber ku naveroka pêvajoyê nehate tijîkirin bi ser neket. Niha jî heman tişt derbasdar e. Şûna ku bikevin pey navê pêvajoyê, divê naverokê nîqaş bikin. Perspektîfa hevdîtinan di heft xalên hatine ragihandin de zelal û  aşkere ye. Heke bi rastî jî tê xwestin ku rewş bê fêmkirin divê li ser van xalan nîqaş û dahûrandin bên kirin.