22 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Silêman Ehmed hat berdan

Rojnameger û edîtorê beşa erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed, piştî 454 rojan ji girtîgehê hat berdan.

Di 6ê kanûna 2024an de parêzer Nerîman Ehmed ku yek ji parêzerên rojnameger û edîtorê beşa erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmede, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal Facebookê ragihandibû ku Dadgeha Temyîzê ya başûr Kurdistanê tometên li ser rojnameger Silêman Ehmed rakir û biryara berdana wî dabû.

Îro rojnameger Silêman Ehmed piştî 454 rojan li girtîgeha PDKê girtî bû, hat berdan.

Hêjayî gotinêye ku Silêman Ehmed 1ê cotmeha 2023yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman 25ê cotmeha 2023yan dema xwest di Deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên PDKê ve hatibû revandin û piştî heft mehan parêzeran dikaribû hevdîtinê li gel wî bikin. Di 29ê tîrmeha 2024an de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birîbû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê