Baroyên Amed û Wanê jî di nav de 12 baroyên bakurê Kurdistanê têkildarî êrîşên ser sivîlên li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nobetê digirin, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrîşa dawî de Şanogerê Kurd Bavê Teyar (Cuma Xelîl Îbrahîm) jî di nav de 6 sivîl hatine kuştin. Di daxuyaniya bi sernavê “Divê sivîl di her şert û mercan de bên parastin” de hat diyarkirin ku êrîşa li dijî sivîlan, bi awayekî aşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li herêmên din ên Sûriyeyê êdî jiyan asayî bûye lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din pevçûn dest pê kirin. Di êrîşa herî dawî ya li dijî Bendava Tişrînê de hunermendê Kurd Bavê Teyar (Cuma Xelîl Îbrahîm) jî di nav de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 15 sivîl jî birîndar bûn. Xwedê rehma xwe li lîstikvanê şanoyê Bavê Teyar ku civaka kurd zêde jê hez dike û sivîlên din ên jiyana xwe ji dest dayin bike û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin. Ev êrîşa li dijî sivîlan, bi awayekî aşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Parastina sivîlan a li qada şer, berpirsyartiyeke navneteweyî ye. Divê li gorî Peymana Cinevê û qeydên hiqûqa mirovhez tevbigerin.
Mirinên sivîlan, zemîna çareseriya bi rêbazên aştiyane xera dike û rê li ber travmayên civakî yên cidî vedike. Weke baroyên herêmê yên îmzeyên wa li jêr; ji bo pêşîlêgirtina mirina sivîlan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bang li aktorên navneteweyî û civaka navneteweyî dikin ku bikevin nava tevgerê.”
Baroyên metna daxuyaniyê îmze kirin ev in: Semsûr, Agirî, Êlih, Amed, Îdir, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan.