Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê têkildarî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye: “Dewleta Tirk a mêtinger qirker, piştî ku li Sûriyeyê rejîma Baas ket, êrîşên dagirkeriyê zêde kir û giranî da ser Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê. Dewleta Tirk êrîşê dibe ser gelê sivîl-bêçek ê ku ji bo parastina pendavê diçe Tişrînê. Hat ragihandin ku di êrîşên herî dawî de yên bi balafiran li dijî gelê sivîl hat kirin de, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Em dagirkeriya Dewleta Tirk û van êrîşên li derveyî mirovahiyê yên li ser gel bi tundî şermezar dikin. Şehîdên Tişrînê bi rêzdarî bi bîr tînin ku canê xwe kirin çeper û welatê xwe ji dagirkeran parastin. Ew şehîdên gelên Kurdistanê, Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê ne. Şertê herî bingehîn ê dilsoziya bi şehîdan û welatparêziyê ye ku mirov li ser şopa wan bimeşin û têkoşîna wan ji cihê mayî dewam bikin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel êrîşan jî bêtirs diçin Tişrînê û dilsoziya xwe nîşan didin. Hunermend-şanoger Cuma Xelîl (Bavê Teyar) ku di nava gelê kurd de yekî dihate naskirin û gelekî dihate hezkirin, di van êrîşan de jiyana xwe ji dest da.
Cuma Xelîl demeke kurt beriya ku şehîd bikeve gotibû, EM JI WE NATIRSIN, BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê LI BER XWE BIDIN û bi vê gotina xwe helwesta gelê kurd, helwesta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da. Em wî bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber wêrekî, dilsozî û fedakariya wî ditewînin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê herikîna xwe ya ber bi Tişrînê dewam bikin û bi xurtî xwedî li şehîdên xwe derkevin. Di serî de gelê Kurdistanê yê welatparêz, hemû gel û hêzên demokratîk jî divê bi xurtî piştevaniyê bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bikin, êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên SMOyê li her derê şermezar bikin û li hemberî êrîşan helwesteke xurt nîşan bidin. Em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê nerazîbûneke xurt nîşan bidin û bikevin nava liv û tevgerê.
Piştî ku rejîma Baasê hilweşiya, hêvî afirîn ku şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe, Sûriyeyeke demokratîk a ji jiyana wekhev a gelan ji nû ve bê avakirin. Di rewşeke bi vî rengî de êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên SMOyê li dijî vê hêvî û hesreta gelan tê kirin. Dewleta Tirk, ji bo Sûriyeyeke demokratîk ava nebe êrîşan dike. Lewma her kesên ku alîgirê Sûriyeya demokratîk û yekparebûna Sûriyeyê ne, divê vê metirsiyê bibînin û li ber êrîşên Dewleta Tirk rabin. Êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên SMOyê bi rengekî aşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî û serweriya gelên Sûriyeyê ye. Ev êrîş ji her alî ve nerewa ne, dagirkerî ye, komkujî ye. Li gel vê yekê jî bêdengî û jinedîtîhatina van êrîşan nayê qebûlkirin. Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereb ku Sûriye endamê wan e, herwiha hêzên koalîsyonê yên li Sûriyeyê divê li hemberî êrîşên Dewleta Tirk û komkujiyan êdî bêdeng nemînin, helwestê nîşan bidin.”