Şandeya DEM Parityê di 28ê kanûna 2024an de çû Îmraliyê û di 29ê kanûnê de peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku ji 7 xalan pêk dihat bi raya giştî re parve kir. Şandeya ku çû Îmraliyê, 7 xalên ku aşkera kirin, wekî nexşerêyekê nîşan da. Cih û warê ku pêvajo lê bi pêş bikeve wek meclis nîşan da. Aktorê pêvajoyê wekî partiyên siyasî nîşan da. Armanc û hedefên pêvajoyê wekî wekhevî, xwişk û biratiya gelan û Rojhilata Navîn nîşan da.
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qada Sosyopolitik Yuksel Genç, di derbarê naveroka peyamê û geşedanên li herêmê bi pêş dikevin de nirxandin kirin. Yuksel Genç, anî zimên ku sed sal in kirasekî teng li Rojhilata Navîn kiribûn û got: “Ev kirasê ku li bejna wê nedihat, çirand û ket salên 2000î. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, pergala Rojhilata Navîn bi paradîgmaya netewedewletê re belav bû. Me dît ku paradîgmaya netewedewletê ya ku rastiya pirzimanî, pirçandî û pirbaweriyê ya Rojhilata Navîn li ber çavan negirt, îflas kir. Vê îflasa netewedewletê bi Iraqê dest pê kir, li Tunusê ku civak jî tev li xwe kir û li Libya, Misir û herî dawî jî li Suriyeyê belav bû. Em dibînin ku dê bandora wê guhertin û hilweşînê li Tirkiyeyê û Îranê jî bike. Li Rojhilata Navîn li gelek welatan rejîm hat guhertin. Guhertina rejîman didome. Welatên ku belav bûne xwe kom nekirine. Ji ber vê yekê ne diyar e ku dê nûbûneke çawa bê şûna yên kevin.”
Gelê kurd êdî aktorekî jeopolitîk e
Yuksel Genç, da zanîn ku yên di sedsala borî de li derveyî pergalê hatine hiştin; êdî zelal e ku derfetên ku pergala xwe ava bikin pêk hatine û aktorên nû yên herêmî derketine meydanê û wiha axivî: “Minaka vê yekê kurd in, gelê kurd êdî aktorekî girîng ê jeopolîtîk e. Eger Rojhilata Navîn di pêvajoya jinûvesazkirinê de, bikaribe rageşiya sedsala borî çareser bike û bi piraniya hêzên herêmî re bi hevsengî vîneke îdarî û siyasî bi pêş bixe û formekî bi pêş bixe, dê bi ser bikeve. Dijberî wê dê li gor berjewendî û daxwazên hêzên herêmî û kûrewî bê sazkirin. Eger pişta xwe bide vîna hêzên herêmî û navxweyî û zextan li wan bike, dê ji sedsala 20emîn bêtir bi xwîn derbas bibe.”
Yuksel Genç, bal kişand ser hilweşîna rejîma Baasê ya 61 salan û wiha berdewam kir: “Welat teslîmî rêxistin û komên wekî HTŞê ya ku xwedî feraseta cihadist û selefî ye hate kirin. Ev pêşketin rasterast bandorê li Şoreşa Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li wir hêj nediyar e ku dê rejîmeke çawa bê avakirin. Avakirina hikumeta Sûriyeyê radestî serokê HTŞê kirin. Ev, ji bo Herêma Xweser risk e. Li aliyê din ji bo ku Rêveberiya Xweser xwe mayinde bike, derfetan pêşkêş dike. Ev rêxistinbûna ku wekî DeFacto ye û bi salan e rêxistina xwe ya xweser ava kiriye; dê di jinûvesazkirina Sûriyeyê de çiqas û çawa cih bigire hêj ne zelal e. Gelek kurd hene ku hebûna Tirkiyeyê ya bi hêzên Sûriyeyê re wekî rîsk dibînin. Li gor xebata ku me di navbera 21-25ê kanûnê de çêkir, piraniya kurdên li Tirkiyeyê dijîn, piştgiriyê nadin polîtîkayên Tirkiyeyê yên derbarê Sûriyeyê de.
Di nava civakê de ji sedî 78,8 têkiliya Tirkiyeyê ya bi Sûriyeyê re neyînî dibînin. Piraniya kurdên li Bakurê Kurdistanê dixwazin di Sûriyeya nû de statuya xweser a kurdan bê nasîn. Dixwazin kurd şirîkê sazkirina Sûriyeya nû bin. Dixwazin hemû bawerî û nasname bên qebûlkirin û her kes wek hev, bi hev re bijî.”
Tevlêbûna gel a çareseriyê muhîm e
Yuksel Genç, li ser 7 xalên ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi raya gişti re parve kiribûn jî rawestiya û wiha şirove kir: “Serdana partiyên siyasî hatin kirin. Hewldana ku partiyên siyasî jî bikin şirîkê pêvajoyê heye. Dîsa meclisê wekî navnîşana rêveberina pêvajoyê nîşan dide. Ev nîşan dide ku ji pêvajoya berê ders hatine derxistin. Li aliyê din Birez Abdullah Ocalan mutabakatiyê li ser milê her kesan belav dike û dixwaze pêşiya pêvajoyeke siyasî veke. Dixwaze aktoran ji siyaseta tekakesî û berjewendiyên teng rizgar bike. Bang li aktoran dike ku li ser berjewendiyên hevpar dengê xwe bilind bikin û bibin hêza pêvajoya nû. Aktorên siyasî dê çawa nêzî vê daxwazê bibin, dê berpirsiyariyeke çawa bidin ser xwe, dê çiqas rista xwe pêk bînin em nizanin. Lê rê li pêşîvekirina gel a tevlêbûna siyasetê girîng e. Eger gel wekî hêza esîl tev li vê pêvajoyê bibe û venêrtinê bike, dê gaveke nû bi xwe re bîne.
Dîsa ji xalên hatine aşkerakirin jî tê famkirin ku rewşa nû ya Rojhilata Navîn zorê li Tirkiyeyê dike ku xwe ji paradîgmaya sedsalî rizgar bike. Di vê xalê de pêvajoya ku di navbera desthilat /dewletê û Abdullah Ocalan de hatiye destpêkirin, ne tenê rewşa aştiya neyînî ku tenê çek bên bêdengkirin e. Ev xala jinûveavakirina tifaqa gelê kurd û tirk e. Nexşerêyek berfirehtir nîşan dide. Li gorî vê yekê mirov dikare bibêje ku ji aliyekî ve rê li pêşiya şer digire; ji aliyê din ve jî, pêşerojek hevpar ava dike.
Yuksel Genç, ji bo kî çiqas ji pêvajoyê re amade ye wiha got: “Li gorî ku daxwaza destpêkirina pêvajoya nû ji aliye şirîkê desthilatê ve hatiye, divê herî zêde desthilat ji bo vê yekê amade be. Lê li gorî daxuyaniyên tên dayîn, tişta ku AKPê û MHPê xwe ji bo wê amade kiriye heman tişt e, an na; ez tam nebawer im. Gotinên pir neyînî ku li ser dijminantî û teslîmiyetê pêş dikevin, nakokiyan zêde dike. Dîsa rengê ku politikaya partiyên muxalif a derbarê meseleya kurd û Rojhilata Navîn de nîşan bide tune ye. Weke ku muxalefet ji vê yekê re ne amade ye û bêpolîtîka ye xuya dike. Biqasî ji niqaşên civakê tê famkirin, aktorê herî zêde ji pêvajoya çareseriyê re amade ye, Birêz Abdullah Ocalan e.”
Gelek qeyran li pêş Tirkiyeyê ne
Yuksel Genç, bal kişand ser pêvajoyên ji bo çareseriyê û wiha pêde çû: “Pêvajoyek di sala 2009an de pêvajoya Osloyê bû. Ya din jî pêvajoya salên 2013-2015an bû. Ev dê bibe pêvajoya sêyemîn. Di du pêvajoyên berê ku wekî pêvajoyên çareseriyê bi pêş ketin de; xitimandin, hevsengiyên di nava Tirkiyeyê de bi pêş ketin, rewşa pata ya ku nikarîbû xwe ji şer rizgar bike derketin pêş. Lê vê carê motîvasyona diyarker a pêvajoyê, îflasa paradîgmaya Rojhilata Navîn a berê ye. Dîsa guhertinên ku bi pêş dikevin in. Bi taybetî guherînên li Sûriyeyê ne. Ev guherînên ku kurd kirine aktorê jeopolitik, bandora xwe li Tirkiyeyê dike. Dîsa gelek qeyranên ku Tirkiye nikare derbas bike hene. Di bingeha van qeyranan de pirsa kurd heye. Bawerî û qenaata wan êdî ew e ku nikarin pirsgirêkê bi şer çareser bikin. Xitimandinên hundir bandor dikin.”
Hemû kes berpirsiyar in
Yuksel Genç herî dawiyê bal kişand ser berpirsiyariya aliyan û got: “Berpirsiyarî dikeve ser milê hemû kesan. Berpirsiyariyên dikevin ser nûner û saziyên kurdan jî hene. Ji bo ku ev pêvajo bi tendurist bimeşe, divê mirov destê muxalefeta mezin xurt bike. Ya din jî, divê mirov xwe ji bo vê pêvajoyê amade bike. Herwiha divê êdî pêdivî bi çekan neyê dîtin. Ji bo vê yekê divê rêxistina navxweyî bê xurtkirin. Dîsa ji bo vê yekê divê qada siyasî bê xurtkirin. Ya dîtir jî, ji bo ku gelê tirk xwedî li pêvajoyê derkeve, divê têkilî bi wan re bê danîn. Ya herî dawî jî divê rêya kesên ku pêşiya pêvajoya birûmet, aştî, wekheviyê bigirin, bê astengkirin. A herî giring jî divê yekîtiya navxweyî bê avakirin û xurtkirin. Ji bo demokrasî û azadiyê xebat bên kirin.”