Li Rojhilata Navîn di çarçoveya pêşketinên ku pêk tên de plan û projeyên nû di dewrê de ne. Di vê rewşa aloz û hesas de hemû welatên li herêmê bi vê armancê ji bo ku destê xwe xurt bikin di nava hewildanan de ne. Bi taybetî rewşa ku li Sûriyeyê derketiye holê rê li ber gelek pêşketinên nû vedike. Dewleta Tirk a dagirker û qirker jî hewl dide ku ji vê rewşê sûd bigire. Bi taybetî deshilata faşîst a AKP-MHPê bi êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ev demeke dirêj e dixwaze di nava van planan de cih bigire. Di vê çarçoveyê de bi destê komên çete en mîna Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (ANS-SMO) gelek komkujî pêk anîn. Êrîşên komên çete ne bes in êdî ew bi xwe daket qadê û dest bi êrişan dike. Bi balafirên şer, balafirên biçek ên bêmirov binesaziya herêmê serûbin kir. Dewleta Tirk bi tirsa ku ji ber van sûcên xwe yên şer ên li dijî mirovahiyê bê darizandin niha li herêmê di nava hewldanên cuda de ye. Pêşveçûnên ku li bakurê Kurdistanê diqewimin îşareta vê hewldanê ye.
Erdnîgariya Tirkiyeyê di rastiya Rojhilata Navîn de ji bo hêzên navneteweyî her dem bûye xwedî cihekî girîng. Ev hêz ji bo ku li herêmê planên xwe pêk bînin gelek caran di çarçoveya berjewendiyên xwe de nêzîkî Dewleta Tirk dibin. Tê zanîn ku ji bo pêşî li armancên wan neyê girtin gelek caran bi awayên cuda mudaxeleyî siyaseta Tirkiyeyê jî kirine. Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo pêk hatî yek ji van mînakan e. Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Bulent Ecevît bi gotina; “Me jî fam nekir ku Amerîkayê ji bo çi Ocalan radestî me kiriye” li xwe mikur dihat ku haya wan ji siyaseta li ser Tirkiyeyê tê maşandin nîn e. Hêzên hegemon li gor berjewendiyên xwe û planên li ser herêmê Tirkiyeyê bi kar tînin.
Rastiya ku Tirkiye ji bo welatên rojavayî bûye gravek, di roja me ya îro de jî dewam dike. Gelek caran em bûn şahîd ku ev welat bi destê Tirkiyeyê anku ji Tirkiyeyê xwestinê mudaxeleyî hinek deveran bikin anku wan bikişînin nava siyaseta xwe. Di çarçoveya vê siyasetê de li Tirkiyeyê deshilateke çete hatiye avakirin ku hemû qatîl, tecawizkar, eroyînkêş, diz û jirêderketiyên li seranserî cîhanê xwe lê girtin. Ji ber ku karakterê deshilatê jî dişibiya vê rastiyê, di mijara rêvebirina wan de zehmetî nekişand. Lewma dema ku em li van 22 salên dawî yên Tirkiyeyê dinihêrin tê dîtin ku rêjeya sûcên terora dewletê çiqas zêde bûye. Ev sûc, di destê komên çete yên ku di nava deshilata AKP-MHP’ê de bi cîh bûne pêk tên.
Dewleta ku teror bûye karakterê wê yê herî mezin, rojane li dijî civakê sûcan dike, mafê jin, karkar, xwendekar, cotkar, esnaf û pêkhateyên herêmê dixwe, wan tune dihesibîne gelo dikare çiqas li dijî bêheqiyê têbikoşe?
Ger îro bahsa terorê tê kirin divê beriya her tiştî em li ser têgeha ‘Tirkiyeya bêteror”ê rawestin. Dewleta Tirk herçiqas xwe wekî dewleta teror nebîne jî, di rastiyê de ew bi xwe terora herî mezin li ser civakê û gelên herêmê dimeşîne. Êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên terorê nê. Dagirkirina şaredariyên DEM Partiyê terora li ser îradeya gel tê ferzkirin e. Bi dehezaran girtiyên siyasî ger îro di girtîgehan de bi awayekî bêqanûnî tên ragirtin ev terora siyasî ye. Bi hezaran kesên xwedî pîşe ji ber nêrîna xwe ya sîyasî ji civakê tên wêderkirin ev terora civakî ye. Ger îro bi hezaran çeteyên ku navê wan û navnîşana wan nayê zanîn li Tirkiyeyê bûne mîlyarder û gel jî di nava xizaniyê de ye ev tê wateya terora aboriyê heye. Bêgûman mirov dikare vê lîsteyê hînek dirêjtir bike. Kurt û kurmancî li Tirkiyeyê hemû beşên civakê dî bin terora deshilata AKP-MHPê de ne. Tişta balkêş jî yên ku herî bahsa terorê dikin ew bi xwe ne!
Bêgûman beriya her tiştî divê civaka Tirkiyeyê di warê îdeolojîk de xwe ji vê siyaseta ku mehkumî deshilata yekperestiyê hatiye kirin rizgar bike. Ji bo vê jî pêwîstî bi perspektîfeke hîn xurtir a li ser lihevkirineke civakî ya berfireh, mafên mirovan, a ku edalet, demokrasî û dewlemendiya aborî bê avakirin heye.
Ji bo wê jî divê li Tirkiyeyê hinek guhertinên bingehîn pêk bên. Pêşî divê di nava pêkhateya welat de aştî û lihevkirina civakî bê bipêşxistin. Pêwîstî bi sazûmaniyeke ku tê de nasnameyên cuda yên etnîkî, olî, mezhebî û çandî di nava aştiyê de bi hev re bijîn heye. Divê cihêrengiya civakî weke dewlemendiyekê bê dîtin. Divê nirxên hevpar ên ku di hemû hemwelatiyan de hesta xwetêdetînê were bipêşxistin. Li şûna gotina yekperestiyê têgeha ‘EM’ were pêşxistin û xurtkirin. Divê ji bo pirsgirêkan çareseriyên berfireh û xwecihî/herêmî cudahiyên xwecihî/herêmî û travmayên dîrokî li ber çavan bigirin. Ji bo vê jî, divê rêz ji kêmaran re bê girtin, îradeya wan bê naskirin ku bikaribin bi îradeya xwe tevlî avabûna welat bibin. Pêwîst e ku pergaleke dadmendiyê li ser hîmê civaka demokratîk were damezrandin û bipêşxistin. Serdestiya mafên mirovan û azadiya xwe îfadekirinê bê xurtkirn.
Li Tirkiyeyê ji bo pêşxistina ‘Aştî û Lihevkirina Civakî’ mirov dikare gelek pênaseyan bike. Lê eger li Tirkiyeyê civaka exlaqî û polîtîk neyê bipêşxistin û di warê xwedî derketina mafên herî bingehîn de têkoşîna civakî neyê xurtkirin, wê demê tu wateya van pênaseyan jî nîn e. Ji bo ku ev pênase bibin şêwazê jiyana civakê, divê pêşî rê li ber li terora dewletê ya bi destê deshilata AKP-MHPê tê pêşxistin bê girtin. Ger li ser vê bingehê li hevkirin û aştiyeke civakî bi pêş bikeve dê Tirkiye di dîrokê de cihê ku heq dike bigire. Nexwê wê her dem bibe welatekî ku ji bo berjewendiyên hêzên navneteweyî weke bênderekê û di rêza duyem de bimîne. Ji bo ku Tirkiye di nava xwe de ‘Aştî û Lihevkirina Civakî’ pêk bîne Rêber Apo perspektîfa pewîst pêşkeş kiriye. Divê herkesê ku alîgirê ‘Aştî û Lihevkirina Civakî’ ye xwedî li vê perspektîfê derkeve.