20 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Trawmaya piştî karesatên xwezayî û başbûn

Siyabend Aslan

Divê pêvajoya başbûnê piştî karesatên xwezayî hem di asta takekesî û hem jî di asta civakî de bê nirxandin. Ji bo başbûnê çend gav hene ku divê mirov li gor wan tev bigere.

Karesatên xwezayî ew 19rûdan in ku ji nişka ve diqewimin û bandoreke kûr û neyînî li jiyana mirovan dikin. Karesatên wek erdhej, lehî, şewat, bahoz û hwd. ne tenê zererên fizîkî, di heman demê de zererên derûnî jî çêdikin. Piştî karesatê hesta ewlehiyê ya kesên bandorlêbûyî têk diçe, hesta windakirina kontrolê çêdibe û ew bîranînên trawmatîk dikarin gelek bidomin. Ev bandor dikarin li gor ezmûn û tecrubeyên berê, li gor asta piştgiriya civakî û mezinbûna karesatê biguherin.

Trawma dikare têgihiştina ewlehiyê ya takekesî têk bibe û hevsengiya derûnî xirab bike. Takekesên ku ji aliyê rewşa xwe ya hestî ve dikevin nav şokeke giran dikarin piştî pêvajoya karesatê pirsgirêkên derûnî yên bi awayekî domdar bijîn. Têgihiştina bandor û nîşaneyên trawmayê dikare bibe alîkar ku takekes pêvajoyên başbûna derûnî bi awayekî baş bi rê ve bibin. Divê bandorên trawmatîk hem di asta takekesî de û hem jî di asta civakî de baş bên nirxandin. Trawmaya piştî karesatên xwezayî bi mirovan re bi awayê streseke tund û ji nişkê ve derdikeve holê. Di rewşeke wisa de mirov dikare bandorên sereke yên trawmayê wiha bibîne:

Di dema karesatê de windakirina kontrolê dikare bibe sedem ku takekes xwe bêçare û bêparastin hîs bike û ev hest dikare bibe bingeha mayîndekirina bandorên trawmatîk. Fikr û fikar û bîranînên berdewam ên trawmayê dikare fonksiyonên jiyana rojane ya takekesekî têk bibe. Piştî karesatê têkçûna têgihiştina ewlehiyê dikare bibe sedem ku takekes di nav hesta xetereya berdewam de bijî. Mirovên ku trawmayê dijîn dibe ku xwe ji derdora xwe ya civakî qut bikin û hestên xwe îfade nekin. Bi taybetî kesên hesas yên wekî zarok û kesên pîr û kal dikarin zêdetir têkevin bin bandorên trawmatîk. Bi zarokan re nîşaneyên wek pirsgirêkên xewê û bixwevemîstin; bi kesên pîr û kal re tenêbûn û di baweriyê de têkçûn dikare bêhtir bên dîtin.

Pêvajoya başbûnê

Divê pêvajoya başbûnê piştî karesatên xwezayî hem di asta takekesî û hem jî di asta civakî de bê nirxandin. Ji bo başbûnê çend gav hene ku divê mirov li gor wan tev bigere. Alîkariya Derûnî ya Pêşîn armanc dike ku piştî karesatê piştgiriya başbûna hestiyarî ya takekesan bike. Rêgezên bingehîn ev in:

Divê qurbaniyên karesatê xwe di ewlehiyê de hîs bikin û ji bo vê jî cihekî ewle pêwîst e. Ligel ewlehiya fizîkî, divê ewlehiya hestî jî bê bicihkirin. Girîng e ku qurbaniyên karesatê bikaribin çi hatiye serê wan ji we re bibêjin. Dema ku hûn wan guhdarî dikin divê hûn hestên wan fam bikin da ku ew jî têbigihijin ku tên famkirin. Herwiha divê hewcedariyên bingehîn ên wek stargeh, xwarin-vexwarin, tenduristiyê bên bicihkirin da ku mexdûr rihet bibin û xwe çêtir hîs bikin. Divê kesên mexdûr derbarê pêvajoyên piştî karesatê û piştgiriyan de bên agahdarkirin. Rewşa nediyariyê bo trawmayê ne baş e, ji ber vê yekê jî divê agahiyên zelal bên dayîn. Ji bilî alîkariya derûnî ya pêşîn Piştgiriya Civakî jî gelekî girîng e. Piştgiriya civakî dike ku takekes hîs bike ku ne bi tenê ye. Piştgiriya malbatê berxwedana hestî ya mexdûran zêde dike. Parvekirin, danûstandin û wextên ku bi hev re derbas dikin bandorên trawmayê sivik dike.

Civînên nav taxan, terapiyên komî û çalakiyên bi hev re dihêle ku kes hîs bikin ne bi tenê ne. Çalakiyên civakî dikarin aliyê civakî yê trawmayê kêm bikin. Parvekirina trawmaya ku kesên jiyanî dikare barê wan ê hestiyarî sivik bike. Heke nîşaneyên trawmatîk gelek dewam bikin alîkariyeke profesyonel girîng e. Ji bo kêmkirina bandorên trawmayê pêşîlêgirtin xwedî girîngiyeke krîtîk e. Ji bo vê yekê divê li dibistanan, cihên kar û li saziyan perwerdehiyên derbarê karesatan de bên lidarxistin. Di van perwerdeyan de; tiştên ku divê di dema karesatên xwezayî de bên kirin, amadekariyên beriya karesatê û pêvajoyên başbûna piştî karesatê bi hûrgilî bên ravekirin.

Divê tîmên mudaxeleya qeyranan di mijarên piştgiriya tenduristiya derûnî ya piştî karesatan de bên perwerdekirin. Pêwîst e ku ji bo zarok, ciwan û komên hesas piştgiriya derûnî ya berdewam bê pêşkêşkirin. Ji bo pirsgirêkên wek Nexweşiya Stresa Piştî Trawmayê (NSPT) û depresyonê girîng e ku bi pisporên wekî psîkolog û psîkiyatrîst re xebat bên kirin. Herwiha divê li dibistanan bernameyên agahdarî û piştgiriya trawmayê ji bo xwendekaran bên amadekirin; mamoste û xizmetên rêveberiya dibistanê di vê mijarê de bên perwerdekirin. Pêwîst e çalakiyên ku berxwedana hestiyarî ya zarokan zêde dikin bên lidarxistin. Divê li taxan planên amadekariya karesatan bên çêkirin û xebatên ku dê berxwedana civakê ya piştî karesatan zêde bikin bên tetbîqkirin. Xebat û plansazî û bernameyên bi vî rengî dibin alîkar ku civak piştî karesatan zûtir bên ser xwe.

Wekî encam mirov dikare dîsa bînê zimên ku karesatên xwezayî dikarin bandoreke kûr hem li tenduristiya fizîkî hem jî li tenduristiya derûnî ya takekesan bikin. Mudaxeleyeke baş a trawmayê; bi piştgiriya derûnî û mudaxeleyên civakî pêkan e. Ji bo parastina tenduristiya derûnî ya civakê û kêmkirina bandorên trawmatîk, bi qasî mudaxeleyên piştî qeyranê, kar û xebatên pêşîlêgirtinê jî xwedî girîngiyê ne. Xebatên perwerdehî, agahî û hişyarkirinê dê bo rewşên wisa gelekî sûdwer bin.

Çavkanî:

Gundogdu, T., & Şimşek, Z. (2018). Travma sonrası stres bozukluğu ve psikososyal destek hizmetleri. Klinik Psikiyatri Dergisi, 21(3), 120-132.

Kara, N., & Dogan, S. (2017). Dogal afetler sonrası ruh sagliği hizmetleri ve toplumsal dayanişma. Psikiyatri Dergisi, 29(2), 145-158.

Yuksel, G., & Karanci, A. N. (2016). Dogal afetler sonrası psikolojik mudahaleler ve toplumsal dayanişma. Turk Psikoloji Dergisi, 31(2), 78-91.