19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Diyarî Fereydûn: Divê Pexşan û Werîşe werin azadkirin

Çalakvana Mafên Jinan Diyarî Fereydûn nerazîbûn nîşanî biryara darvekirina jinan da û anî ziman ku divê her çar aliyên Kurdistanê li hemberî darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî xwedî helwesteke mirovî bin.

Di 8ê çileya îsal ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî hat erêkirin.

Li dijî vê biryara darvekirin gel li seranserî cîhanê gel bertekên mezin nîşan didin û banga betalkirina cezayê darvekirinê tê kirin.

Têkildarî mijarê, çalakvana Mafên Jinan Diyarî Fereydûn axivî û got: “Pexşan Ezîzî yek ji jinên kurd yên rojhilatê Kurdistanê ye ku ji aliyê Îranê ve biryara darvekirinê li ser hatiye sepandin û dixwazin bi vî rengî serhildana jinan biçewisînin. Rejîma Îranê bi darvekirina jinên kurd nagihe armanca xwe.”

Di dawiyê de Diyarî Fereydûn wiha anî ziman: “Divê her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî helwesteke wêrek raber bikin. Em ê dengê wan bigihînin Netewên Yekbûyî û ji bo raya giştî zelal bikin ku ew bêsûc in û divê werin azadkirin.”