19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mazlûm Ebdî der barê hevdîtina bi Mesûd Berzanî re daxuyanî da

Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî têkildarî hevdîtina li gel Serokê PDKê Mesûd Barzanî daxuyanî da û got yekitiya kurdan berpirsiyariya wan hemûyan e.

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî têkildarî hevdîtina xwe ya li gel Serokê PDKê Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Daxuyaniya Mazlûm Ebdî wiha ye: “Hevdîtina me li gel Serok Mesûd Berzanî cihê kêfxweşiyê bû. Me pêvajoya guhertinê ya ku Sûriye tê re derbas dibe nîqaş kir û bi hev re li ser wê yekê piştrast kir ku divê helwesta kurdan li Sûriyeyê yek be û divê dîyaloga li gel Şamê bi awayekî aştiyane mafê gelê kurd biparêze. Herwiha me tekez kir ku giringîya yekitiya kurdî û aramiya herêmê bi giştî berpirsiyariya me hemûyan e û em ê bi hev re alîkar bin.”