19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di dîrokê de çanda kurdan

Nezîr Ocek

Tunekirin û afirandina çandekê wiha bi hêsanî pêş  nakeve. Em bala xwe didin dîrokê di qonaxên gelekî dijwar re derbas dibe. Yên ku tên afirandin û yên ku tên tunekirin. Bi taybetî jî dema em bala xwe bidin tunekirina çand, jiyan û baweriyan dê ev nameya Yezdegirê Sêyemîn ku ji Omerê kurê Xetab re şandiye her tişti bide xuyakirin

Bi rastî dema ku mirov li çanda gelên li Rojhila Navîn dijî. Vedikole, mirov digihîje wê encamê ku çanda gelê kurd, di vê erdnîgariyê de ji dêrîn ve herî zêde hekhevî parastiye, bûye xwediyê çandeke mirovan e, xwedî bawerî û xwedî rêûresmên bigehîn û bandor li ser çanda gelên li derdora xwe kiriye, her wiha bûye nasname û  dergûşa şaristaniya jiyaneke hevpar.

Bêguman, vê çanda dêrîn ji kurdên Sumerî bigire ta digihîje çanda kurdên Xorî, Mîtanî, Ûrartûyî û Medî her tim ji hemû gelên din re jî bûye rewşen, pertew, ronahî. Heta gelek kesên bêlayan dibêjin em ji aliyê zanistî ve deyndarê gelê kurd in. Lewre ew kes bêlayan dizanin ku di destpê de gelê kurdên Sumerî nivîs dabîn kiriye, bi vê vedîtina nivîsê bûye mamosteyê hemû gelên din ên cîhanî. Bêguman dîroknasên bêlayan ev çend di berhemên xwe de çespandine, raberê gelên cîhanê kirine.

Ev nameya li jêr a qiralê sasaniyan, qiral Yezdegirê Sêyemîn e,  ku bi eslê xwe kurd e û xwediyê baweriya zerdeştiyê ye, ev name 1300 sal beriya niha wekî bersiva nameya Omerê kurê Xetab ê xelîfeyê mislimanan e, ku wî di vê nameya xwe de qiral Yezdegir vexwendibû bi bal dînê îslamê wiha ye:

Bi navê Ahûra Mezdayê afirînerê jiyan û hikmetê:

Ey Omer, bêyî ku tu rastiya me ya ku em  îbadetê ji Yezdanekî  yakane dikin bizanî, te em vexwendina bi bal dînê Rebê xwe yê ku we bi navê Ellah bi nav kiriye. Lê tiştî herî sosret ew e, ku tu li ser kursiya xilafeta ereban rûniştiyî, lê bi rastî tu tê negihîştî ku fikr û ramana te bi qasî ya erebekê ji rêzê ye. Bêguman fikr û ramana te li hemberî ramana me mîna ramana serokeşîrekê ereban e.

Ey Omer! Tu me  vedixwîne bi bal îbadetê îlahekê ku bi tenê yekane ve, lê tu nizanî ku kurdên zerdeştî ev e bi hezaran sal e, ku îbadetê Yezdanekî yekane dikin û her roj pênc caran jê re kornûş/secde dibin. Bêguman ev gerdîş û fen bi salane ku parçeyek ji çand, jiyana kurdan e. Vêca dema ku em xwediyê van bawerî, gerdîş û her wiha hilgirê pîvana ramana baş birame, baş bibêje û baş bike bûn, hingav we jî bihuk û gumgumok li çolistana ereban  dixwarin, jixwe ji bilî wan jî tistekî din nebû ku hûn bixwin, hûn xwediyê wê çandê bûn ku we keçên xwe bi awayekî zindî binax dikirin. Bêguman, hûn ereb xwediyê wê çandê ne ku nirxî nadin mirovan, hûn ereb afirîdeyê Yezdanî serjê dikin, heta hûn dîlgirtiyên xwe jî dikunin û fîşar û tundiyê li jinan dikin, her siha hûn rêbiriyê dikin, mirovan dikunin, malê xelkê talan û xesb dikin. Jixwe rûgeha we jî kevirekî reş e. Baş bizane, ku em van kiryarên hovane dûrhiş, red dikin, îcar hûn xwediyê van pêkoteyan in, gelo hûn bi çi rû radibin vê daxwazê ji me dikin? Di ser de jî tu ji me re dibêjî îbadetê agirî nekin! Lê tu tê nagihî ka em bi çi hiş û nêrînê li ronahî û agirî dinêrin. Binêre em hezkirina Yezdanê afirîner di nûra rojê di ronahiya agirî de dibînin. Îcar nûr û agir dibin sedem ku em tîrêja heqîqet û rastiyê bibînin da ku em bi dilekî pak bigihin bi bal afirînerê xwe, da ku Yezdan jî qenciya xwe bi me bike û  hezkirina xwe ya cawîdane di hişê me de cî bike, di hişê me de  bimîne.

Yezanê me Ahûra Mezda ye ku hûn niha wî baş dinasin, we navê wî kiriye Ellah Ekber, lê em ne mîna we ne. Em hezkirinê di navbera mirovan de belav dikin û fireh dikin. Em hezkirinê belavê ser rûyê erdê dikin. Ev e bi salan e ku em çand, zanistên xwe belav dikin, em her demê  rûmet û nirxê didin bawerî û çanda hemû gelên li ser  rûyê erdê. Lê hûn bi navê Ellah li ser erdê her tiştî wêran û talan dikin, hûn me dikunin, hûn ji bilî me jî mirovan din jî dikujin, hûn xizanî û birçîtyiyê tînin. Gelo ew yezdanê ku fermana kuştinê dide we, fermana wêrankirin û talankirinê dide we, hûn jî wekî rajêrê wî Ellahî bi navê wî van kirinan dikin, gelo ev tiştekî rast û rewa ye? Yan jî bi navê wî bi rêya şer û cengê bi serê şûrê xwe dersa hezkirina Ellahî didin me, ma ev tiştekî rast û rewa ye?

Ev bi salan e ku em xwediyê çanda aştiyê ne. Ka ji me re bibêje, ev çi ye bi rêya ceng, zilm û kuştina li ser navê Ellah me hînê wê çandə dikin? Ka bibêje ev çi ye ku hûn misilman me hînê wî tiştî ku we ji gelên ji bilî xwe girtine dikin? Ka bibêje ev çi ye ku hûn niha bi darê zorê bi gelên ji bilî xwe didin pejirandin? Mixabin sed mixabin niha leşkerê me li hemberî leşkerê we têkçûye. Niha pêwîst e ku hemwelatiyên me ji bo wî yezdanê ku we bi zora şûrên ereban aniye nav me biçin kûrnosê.

Ey Omer, pêwîst e ku tu leşkerê xwe, kom bikî, bi leşkerê xwe ve vegerin çolistana xwe, ew cihê ku hûn lê dijiyan,  ew cihê ku ji bilî tirsa agirî/dojehê tu zanist lê tune ye, ew cihê ku we lê bihuk û gumgumok dixwarin. Em qebûl nakin ku leşkerê te li welatê me yê bi xêr, bêr û bereket bimîne, gelê me van erebên pêxas, kujer û talanker naxwaze, gelê me jî we qebûl nake ku hûn li ser navê Ellah vê zilm û cewerjariyê dikin, bêguman em mirovên  mêvanperwer in, em bi ku ve herin em tovê rastiyê diçînin. Min divê ku tu di çolistana xwe de bijî û nêzî van welatan nebî, lewre pîvan û rojgara te tirsandin û hovîtî ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê