Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) der barê êrîşên Dewleta Tirk li dijî nobedarên li Bendava Tişrînê de daxuyaniyek da.
Daxuyaniya HSDê wiha ye: “Du roj e balafirên şer û bêmirov ên Dewleta Tirk nobedarên li Bendava Tişrînê ya başûrê Minbicê ku ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê û komên wê yên çete li bendavê ne hedef digirin. Heta vê kêliyê 6 sivîl şehîd bûne û gelek jî birîndar bûne.
Em vê êrîşa hovane şermezar dikin. Berpirsiyariya xisarên ku ji ber êrîşan li bendavê çêdibin dewleta Tirk a dagirker û serokê wê Erdogan e. Herwiha ew berpirsiyarê tevahî sûcên şer ên li dijî welatiyên li herêma bendavê û herêmên din in jî.
Em bang li civata navneteweyî dikin ku li hember sûcên Tirkiyeyê yên ku ev demeke li dijî gelê me pêk tîne û herî dawiyê li Bendava Tişrînê komkujî pêk anîn, ji bêdengiyê derkeve.”