19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîl û Hemasê agirbest îlan kirin

Piştî şerekî dijwar ê 15 mehan dewam kir, di navbera Îsraîl û Hemasê de agirbest hat îlankirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û serokwezîr û wezîrê karên derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdurehman Al Sanî duh ragihandin ku lihevkirineke agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de li Xezayê pêk hatiye. Herwiha da zanîn ku lihevkirina agirbestê wê roja yekşemê bê were bicihanîn.

Biden diyar kir ku amerîkî wê beşek ji pêvajoya yekemîn a serbestberdana rehînan bin û dê Filistînî jî karibin vegerin taxên xwe yên li herêmên Xezayê.

Biden aşkera kir ku di lihevkirinê de hatiye destnîşankirin ku heta  dan û standin berdewam bikin dê agirbest bidome û got, Îsraîl wê di nava 6 hefteyên pêş de qonaxa duyemîn a lihevkiriniê gotûbêj bike.

Serokwezîrê Qeterê piştî du hevdîtinên cuda yên li Dohayê ligel şandeyên Hemas û Îsraîlê di civîneke çapemeniyê de got: “Qeter, Misir û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi kêfxweşî lihevkirinek têkildarî Xezayê radighînin.”

Al El Sanî anî ziman ku lihevkirin wê roja yekşemê (19 çile) bikeve meryetê û got: “Li gorî peymanê, Hemas wê 33 rehînên zarok, jin û kesên bi temen ên îsraîlî serbest berde. Li beramberî wê dê Îsraîlê dîlgirtiyên Filistînê berde.”

Li gorî lihevkirina agirbestê, di qonaxa ewil de ku 42 roj e, Îsraîlê dê ji rojhilat û dûrî qadên niştecihan vekişe, dê dîlgirtî, rehîn û cenaze bi hev werin veguhestin, koçber vegerin cihên xwe, hewldanên derbaskirina alîkariyên mirovî werin zêdekirin, her wiha nexweşxane, labrutwar, parastina sivîl û wargehên koçberan werin wererastkirin.

Li gorî çavkaniyên agahdarî lihevkirinê ragihandine, destpêkê dê tevahî rehîn bêne berdan, piştre dê cenaeyên rehînên kuştî werin radestkirin.

Çavkaniyan diyar kir ku “Hemas dê di nava 6 hefteyan de rehînan berdan, her hefteyekê dê 3 rehîn werin berdan. Rehînên din jî dê beriya bidawîbûna qonaxê werin berdan.”

Çavkaniyan diyar kirin ku di qonaxa duyemîn de leşkerên Îsraîlê jî di nav de dê tevahî rehîn werin berdan, agirbesteke daîmî pêk were û leşkerên Îsraîlê bi temamî vekişin.

Çavkanî îşaret pê kir ku li gorî agirbestê, di rojên agirbestê de dê her roj 600 kamyonên alîgiriyên mirovî jî 50 tankerên sotemeniyê derbasî Xezayê bibin. Çavkanî da zanîn ku ji bo bakurê Xezayê jî 300 kamyon hatine veqetandin.

Peymana agirbestê ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve hat piştgirîkirin.

Berdevkê Tevgera Husiyên Yemenê Mihemed Ebduselam di daxuyaniya xwe ya ku li ser Telegramê belav kir de diyar kir ku ew silavan li “komên berxwedanê” yên li Xezayê dikin û destnîşan kir ku piştgiriya wan ji bo doza Filistînê dê bidome.

Ebduselam destnîşan kir ku ‘dagirkeriya Îsraîlê ya li ser Filistînê ji bo ewlekarî û îstiqrara herêmê metirsiye’ û got ‘meseleya Filistînê divê her tim bibe mijara sereke ya umetê’.

Berdevkê Hûsiyan di dawiya daxuyaniya xwe de berdewamiya piştevaniya Amerîkayê ya ji Îsraîlê re şermezar kir û diyar kir ku ev piştgirî di berdêla mafên gelê Filistînê û gelên herêmê tê pêkanîn.