19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha Mûşê ceza li kesên tev li merasîma cenazeyê Mîr Perwer bûbûn birî

Dadgeha Mûşe caza li 22 kesên ku tev li merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer bûbûn, birî.

Ji 22 kesên ku di 23yê kanûna 2022yan de li Mûşê beşdarî merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ê ku li paytexta Fransa Parîsê di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de hatibû qetilkirin bûn hatibûn binçavkirin, 12 kes hatibûn girtin. 12 kesên ku bi îdiaya “astengkirina peywirê”, “zirara li malê cemaweriyê” hatin girtin, di danişîna ewil a 20ê tîrmeha 2023yan de hatin berdan.

Di rûniştina biryarê ya di 13ê çileyê de ku li 3yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mûşê hat lidarxistin û 22 kes lê hatin darizandin, ceza li ciwanan hat birîn. Dadgehê 2 sal û 3 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li 21 welatiyan bi hinceta “di xwepêşandanê de di destên wan de kevir hebûne ” birî. Dîsa ji bo heman ciwanan bi îdîaya “astengkirina peywirê” 2 sal û 6 meh û bi îdîaya “Zirar dane malên cemaweriyê” jî 2 sal û mehek cezayê girtîgehê hat birîn. Li ciwanê bi navê Davut Aktaş jî bi hincetên cuda ceza hatin birîn.

Li Davut Aktaş ê ku beşdarî merasîma cenaze bû bi îdiaya “di xwepêşandanê de rûyê xwe girtiye” 3 sal û 8 meh, ji xala 32yan a 2911an 2 sal û 3 meh, bi îdiaya astengkirina peywirê 6 sal û 6 meh û bi îdiaya zirara daye malê cemaweriyê jî 2 sal û 6 meh ceza hat birîn.

Di biryara dadgehê de qedexeya derketina derve ya der barê 22 kesan jî dewam kir.