19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêwendiya ziman û xwezayê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Civakên seretayî yên pêşîn, civatên biçûk bûn.  Ev civak jî wê demê herî zêde 40-60 kîlometre dûrî hev diketin. Di navbera van civakên cîran de zarava an devokên pêşîn derketine holê

Li gor lêkolîn û dahûranên zanistî; fikir, boçûn û angaştên zimanzanan, ziman bi pêşketina têkiliyên mirov ên ku rasterê bi xwezayê ve girêdayî ne derketiye holê.   Fikra zimanzan û lêkolînerên ku pêkhatina zimên bi pêşveçûna mejî, hêmanên bihîstinê û herwiha teqlîdkirina dengên heyîn û heyberên derdorê ve girê didin jî vê yekê piştrast dikin.  Belê, pirsên ku ziman çima an çiqas ji hev cuda bûne an jî taybetmendiya peyvan, çendaniya gotinê û çawaniya axaftinê çawa derketiye holê, bê bersiv mane.

Wekî ku Darwîn jî dibêje: “Ziman di encama peresîna (kemilîna) xwezayî de derketiye holê û pêş ve çûye.” Darwîn bi berdewamî dibêje: “Ziman, mîna candarên xwezayî li ser kom û binekomên xwe bi awayekî xwezayî ji hêla cûreyên xwe ve an jî bi rengekî çêkirî ji hêla hin taybetmendiyên din ve tên dabeşkirin. Ziman û zaravayên serdest, dewlemend û bilebat zûtir belav dibin û hêdî hêdî dibin sedema windabûna zimanên din.” Bi rastî jî gava ku zimanek, winda bibe, careke din li ser heman xakê dernakeve holê. Tu ziman jî tu carî li heman cihî pêk nayên. Ango zimanê ku li cihekî winda bibe, nema li wî cihî derdikeve holê.

Dibe ku zimanên ji hev cuda bi hevdû re derkevin holê, tevlihev bibin an jî li zimanekî tenê dagerin. Belê heke ew ziman xwe li gor şert û mercên demê nû nekin, pêkan e ku di demeke nêz de ji holê rabin. Em dibînin ku di her zimanî de guherbariya peyvên nû her tim derdikevin holê; lê ji ber ku bîra mirov hinekî sînordar e, dema ku peyvên nû derdikevin holê hin peyvên kevn ji holê radibin.

Ji bo ku her ziman hebûna xwe biparêze di navbera peyv û formên rêzimanî yên zimanê din de bi berdewamî têkoşîneke bênavber heye. Formên çêtir, kurtir û hêsantir yên ku xwediyê taybetiyên xwezaya cewherî ne, ziman bi berdewamî digihînin asteke bilind. Li ser van sedemên girîngtir ên ji bo mayîndebûna hin peyvan, nûbûn, awa û şêwaza bikaranîna zimên, gencîneya peyvan dewlemendtir dike.  Di ziman de, ji bo  guhertin û veguhertina vegotina qels, her gav pêdivî bi peyvên xurt; di têkoşîn û hewldana hebûn û parastina zimên de jî pêdivî bi bikaranîna hin gotin û biwêjên gelêrî û hilbijartina bêjeyên xwezayî heye.

Di parastina hebûna zimên de, bikaranîna hin peyvên bijarte û xwezayî di zindîbûn û

windabûna peyvên xwemalî û formên rêzimanî de rola xwe dilîze.

Di pêkhatin, hebûn, bikaranîn û parastina zimên de, di navbera takekes û civakê û civak û xwezayê de têkiliyeke bivê-nevê ya xwezayî heye. Her ku mirov ji civak û xwezayê bi dûr dikeve ji ziman jî bi dûr dikeve. Wekî din jî, her ku civakên têkildar ji hev dûr dikevin zimanê wan jî ji hev dûr dikevin. Civakên ku ji hev dûr dikevin, zimanên wan jî ji hev cuda dibin û rewşa zimanên cîhanê yên îroyîn  derdikeve holê. Her ku ziman ji hev dûr dikevin, peyv jî ji formên xwe yên resen dûr dikevin û bi tevahî cûda dibin.

Bêguman gelek sedemên ku zimanan ji hev cuda dikin û her zimanî jî formên xwe yên yekem ên peyvan dûr dikin, hene. Ji bo têgihiştina rewşa heyî pêwîst e ku ew sedemên sereke bên diyarkirin.

Li gor daneyên nîjadnasan (etnologan) ên sala 2021ê, li ser rûyê erdê 7139 ziman hene. Ji sedî 40ê  van zimananan di bin xetereyê de ne ku dê di demek nêz de ji holê rabin.  .

Sedema guherîn, qelsbûn û ji holêrabûna zimanan hin jê ev in:

Dûrketina (guherîna) erdnîgarî: Civakên seretayî yên pêşîn, civatên biçûk bûn û ji hindik kesan pêk dihatin.  Ev civak jî wê demê herî zêde 40-60 kîlometre dûrî hev diketin. Di navbera van civakên cîran de zarava an devokên pêşîn derketine holê. Piştî wê, bi deh hezaran salan, mirov li seranserê cîhanê belav bûne.

Dûrketina (guherîna) dengnasî : Sedema sereke ya guherîna deng, jihevdûrketina civakan e. Sedemê bingehîn ên guherîna deng, pişaftin, helandin /daketina deng, derbirîn, cudabûn û hwd. in ku ji aliyê dengnasan ve hatine sepandin. Bûyerên dengî bûne sedem ku pêkhateyên dengî yên peyvan biguherin, bimehin û hin caran jî tune bibin.

 Dûrketina (guherîna) rêzimanî:  Di hemû ziman û sazgêriyan de bi dehhezaran sal in ku mînakên rêzimanî yên domdar ên ku yekeyên ferhengî û morfemên ku peyvên nû çêdikin, hebûne.

 Dûrketina (guherîna) wateyî: Guherînên wateyî yên di zimên de bi qasî guherînên deng zêde ne, heta dibe ku jê jî zêdetir bin. Peyv û wateyên nû, bi tevahî ji wateyên xwe yên resen cuda dibin û di vê pêvajoyê de wateyên eslî bi tevahî têne jibîrkirin.

Peyvên xaze (mecaz):  Gelek peyvên xaze di nav guhertinên wateyî de cih digirin.  Di heman demê de gengaz e ku meriv peyvên xaze di nav guhertinên wateyê de jî bihesibîne.

 Peyvên ku ji têgihên cuda derbasî zimên dibin:  Gelek peyvên di zimanan de ji qadên têgihî yên din tên ku bi qada têgihî ya ku yekem car tê de xuya bûne re girêdayî ne.

 Bandora jîngeh û avhewaya cuda: Jîngeh û avhewaya nû tê wateya bûyerên nû yên meteorolojîk, nebatên nû û heywanên cuda. Ev bûyer û hebûnên nû û hûrgiliyên wan peyvên nû pêk tînin.

 Têkiliyên navbera zimanên cuda: Dîroka mirovatiyê dîroka koçberan e. Di maweya dehhezar salan de, civakên mirovan ji deverekê koçî devereke din bûne û cîranên nû dîtine. Bi vî awayî têkiliyên cîrantiyê; bandorên bazirganî, civakî çandî û olî ziman guhertine.  Ev hemû bûne sedema guhertin û pevguhertina gotin û têgihên cuda.

Her çendî ku di navbera zimanên pêşîn ên xwezayî û zimanên îro de gelek cudatî hebin jî, têkilîyeke misoger jî heye.  Zimanên têkel, berevajî zimanên hevbendî, ew zimanên dayikê ne ku ji nifşekî derbasî nifşekî din dibin. Mîna zimanên din, ew jî li gel rêbaz, rêgez û qaîdeyên xwe pêş ve diçin. Di van demên dawî de gelek zimanên tevlihev derketine holê. Belê, zimanên tevlihev ên devkî yên ku di serdemên berê de derketine holê, ji ber ku nivîs tune bûye bi zelalî baş nayên zanîn.

Sedemên ku me li jor rêz kirine, hem pirrengiya zimanê îroyîn û hem jî girîngiya zimanê berê destnîşan dikin. Çawa ku bi mîlyonan cureyên candaran ên ku naşibin hev hene, bi hezaran zimanên ku naşibin hev jî hene. Çawa ku bi mîlyonan cureyên candaran di qonaxa yekem a peşketinê de naşibin yekşaneyekê, bi mîlyonan peyvên di zimanan de jî naşibin peyvên yekem ên zimanên sereke. Belê ev cudabûn; çawa ku nayê wê wateyê ku hemû heyînên candar ji heman kokê ne, ziman û peyvên ku dişibin hev jî nayê wê wateyê ku ew ji heman kokê bin. Cudabûna ku ji bo pêşketina candaran asayî tê dîtin, divê ji bo rêbazên zimên jî asayî bê dîtin.

Zimanzanên cîhanê ên ku di nav xebat û lêkolînên zanistî de ne, hewl didin ku xwe bigihînin bingeha zimanên sereke û peyvên ku ji wan zimanan derbasî zimanên îroyîn bûne, biparêzin.
Li gel guherîn û veguherînên dengnasî û semantîk hewl didin ku xwe bigihînin civaka xwezayî û cîhana mirovê seretayî.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê