Dem diguhere, dinya diguhere, rewşa siyasî ya dinyayê diguhere, sînorên dewletan ên siyasî diguherin, rêvebiriyên dewleta di şevekî de serobino dibin. Her tişt bi awayekî lezûbez û li ber çavan pêk tê. Lewra mirov nikare ji bo sibêrojê texmînên berfireh bike. Ji ber ku nediyarbûneke pir mezin di roja me ya îro de heye. Bi taybetî jî Rojhilata Navîn di navenda vê nediyarbûnê de ye. Li aliyekî hêzên navdewletî li vê herêmê dixwazin plan û projeyên xwe yên desthilatdariyê pêk bînin, ji bo vê jî carinan bi îslama radîkal re dixebitin, carinan jî bi dîktatorên herêmê re li hev dikin. Li aliyên din jî cîhadîst û çeteyên welatên cuda berê xwe dane vê herêmê, zilm û zordariya xwe li dijî gelên herêmê dimeşînin. Helbet vê yekê bi destên dewletên wekî Tirkiye û Îranê dikin. Bi hewldanên Îsraîlê Îran derveyî van plan û projeyên li ser Rojhilata Navîn ma û Tirkiyeya heta mehek berê jî di Rojhilata Navîn de tu rol û mîsyona wê nemayî, îro bi xwedîderketina çeteyên xwe rol û mîsyona Îranê ya berê bi dest xistiye. Lewra li dijî kurdan şerê man û nemanê daye destpêkirin. Ji bo ku rojavayê Kurdistanê nebe xwedî statû li aliyekî dîplomasiyê dimeşîne, li aliyê din jî berê xwe û çeteyên xwe dide Rojava. Tevî rejîma Esad hilweşiya û ji gelek hêlan ve şer li Sûriyeyê rawestiya jî, Dewleta Tirk û çeteyên wê bi hemû hêza xwe êrîşê rojavayê Kurdistanê dikin. Herwiha di asta herî jor de gefên tunekirin û qirkirinê li Rojava dikin û doza çekberdanê li kurdan dikin. Bêguman tişta ji wan were wê texsîr nekin, lêbelê divê em çi bikin?
Bi vê rewşa kaotîk ve têkildar li bakurê Kurdistanê jî “pêvajoyeke nû!” dest pê kiriye. Rêvebirên Dewleta Tirk behsa xweşk û biratiya kurd û tirkan dikin, piştî çar salan hiştin ku DEM partî bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Tevî ku hevdîtin pêk tên û behsa aşitiya di navbera kurd û tirkan de tê kirin jî civaka kurd bi guman nêzîkê vê “pêvajoa nû!” dibe. Bêguman gelek sedemên vê yekê hene û jixwe kurd dizanin ku “bextê romê tune ye.” Çawa ku îro partiyên siyasî yên Dewleta Tirk ji ber berjewendiyên dewleta xwe tev li vê “pêvajoya nû!” dibin û li ser konsessûsa dewletê heman gotinan dibêjin, di heman demê de dikarin di çarçoveya tunekirin û bêstatûhiştina kurdan de hemû partiyên Dewleta Tirk heman tiştan bikin û bibêjin. Jixwe bi salên dûvdirêj e ku partiyên tirk li dijî kurdan polîtîkayên qirkirinê bi hev re dimeşînin, lewra divê em kurd ji hemû pêvajoyên din cudatir û baldartir tevbigerin û nekevin nav deq û dolabên “peymana tirkîtiyê.”
Tunekirin û bêstatûhiştina kurdan, armanca Dewleta Tirk a sereke ye. Ev konsessûseke mayînde ya “peymana tirkitiyê” ye. Ji bo vê yekê pêk bînin, li aliyekî behsa aşitiya kurd û tirkan dikin, li aliyê din gefan li kurdan dikin. Gelo di vê serdema tevlîhev û kaotîk de dê kurd çawa çekan berdin? Divê bê diyarkirin ku di pêvajoya şerê dinyayê yê sêyemîn ku li her devera dinyayê komkujiyên mezin pêk tên de çekberdana kurdan xwekuştin e. Bêguman kurd şer naxwazin, lê ne pêkan e ku serê xwe bidin ber kêrê jî. Kesên aşitiyê dixwazin divê li hemberî kurdan çekan bi kar neynin da ku kurd jî li hemberî wan çekan bi kar neynin. Li ser meselê hê jî Hakan Fîdan dibêje divê Sûriye parçe nebe û “rêxistinên terorîst” li wir nemînin. Bêguman van gotinan ji bo kurdan û rêxistinên kurdî dibêje. Heke ne ji ber kurdan bûya wê bi HTŞê re têkilî nedanîba ku HTŞ û serokê wê Colanî di lîsteya terorîst a Tirkiyeyê bi xwe de ye jî. Li gorî wî divê kurd herin û çekên xwe teslîmê kujerên xwe bikin. Beriya her tiṣtî divê Dewleta Tirk û çeteyên wê li hemberî rojavayê Kurdistanê çekan berde. Heke ew vê yekê bikin wê demê dikarin behsa çekberdana kurdan jî bikin. Naxwe ne pêkan e ku di vê rewşa kaotîk a dinyayê û Rojhilata Navîn de kurd çekên xwe teslîmê hêzên beredayî bikin. Ji ber ku li hawîrdorê kurd û Kurdistanê şerê hegomonyayê gur dibe. Dewletên derdora kurd û Kurdistanê jî ṣûrê xwe li hev kişandina, herwiha hêzên navneteweyî jî plan û projeyên xwe li derdora Rojhilata Navîn xistine meriyetê, vêca kurd wê çawa çekan berdin û xwe bihêlin bi hêviya wîjdan û exlaqa dagirker û bermayiyên DAIŞê ve.
Li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye ku bermayiyên DAIŞ û Elqaîdeyê li ser kar in. DAIŞa ku 10 sal berê serê mirovên sivîl jê dikir, îro bedil û qrawatan derdikevin pêşiya mirovahiyê. Çawa ku îro li tevahiya Sûriyeyê elewiyan dikujin, wê sibê kurdên bêparastin û bêhêz jî bikujin. Heke çekên kurdan nebin wê dagirker û bermayiyên DAIŞ’ê, kurdan di qurtek av de bixeniqînin. Parastina cewherî bi çekan pêkan e, lewra çek nayên berdan, tenê çek dikarin bên rawestandin. Ev jî li hemberî rawestandina çekên hêzên din pêkan e. Bi kurt û kurmancî di vê rewşa kaotîk de çek û hêza leşkerî ewlehiya kurdan e. Kurd ji parastina cewherî tawîzan nadin û divê nedin. Di rewşên wiha yên kaotîk de çek hêz û garantiya civakê ye. Heke hêza civakê hebe pergal, dewlet û hêzên din bi mecbûrî wê civakê esas digirin. Lewra ji bo ku kurd ji tunekirin û bêstatûbûnê rizgar bibin, çek sîgorta ye.
Divê bi tu awayî baweriya kurdan bi dagirkerên Kurdistanê neyê. Taybetî jî rêvebirên Tirkiyeyê ye. Ji ber ku ew du rû ne û wê her tim vê durûtiya xwe li hemberî kurdan bidomînin. Li ser meselê aliyekî Ahmet Turk ji peywirê digirin li aliyê din jî hevdîtinan bi wî re dikin. Ev durûtî di serdema bloka îslama siyasî û faşîzma kesk de zêdetir bûye. Ev blok li ser berjewendiyên takekesî hatiye avakirin, lewra li gorî berjewendiyên xwe gavan diavêjin. Pêvajoya di çarçoveya hevdîtinên DEMê de bi rewşa Rojhilata Navîn re têkildar e. Heke rewşa Rojhilata Navîn nebûya û bêguman berxwedana kurdan nebûya wê dewletê ev pêvajo nedaba destpêkirin. Tevî hemû hîle û xefkên AKPê, siyaseta kurdî bi awayekî erênî nêzîkê vê pêvajoyê dibin. Lê di nav civaka kurd de kelecanek ava nekiriye. Ev ji kirin û tevgerên berê yên AKPê diqewime. Bêguman kirin û tevgerên pergala tirkperest ên niha jî tu samimiyetê ava nakin. Li aliyekî şer dimeşîne û bi çeteyên xwe êrîşên xwe yên li ser Rojava zêde dike û li aliyê din polîtîkayên qeyûman didomîne.
Heke tevî hemû gengeşî û pirsgirêkan kurd yekîtiya xwe ava bikin, wê ji gelek hêlan ve planên dijminên xwe vala derxînin. Avakirina yekîtiyê wê di dîplomasiya dinyayê de jî destê kurdan xurttir bike. Lewra divê demildest kurd yekîtiya xwe ava bikin, bi yekdengî dîplomasiyê bimeşînin. Bêguman avakirina yekîtiyê ne tenê hêzên Rojava di heman demê de hêzên Başûr jî divê yekîtiyê xwe ava bikin û bi hev re piştgiriya Rojava bikin. Herwiha divê kurd rojeva xwe diyar bikin û enerjiya xwe bi deq û dolabên dagirkeran ve xerc nekin. Tu feydeya rojevên çêkirî ji bo kurdan tune ye. Ji bo kurdan a girîng û diyar xurtkirina têkoşîn, rêxistinbûn û parastina deskeftiyan e.