Serokê heyî yê DYAyê Joe Biden roja sêşemê bi biryareke surprîz Kubayê ji lîsteya reş a DYAyê derxist. Rayedarekî payebilind ê DYAyê diyar kir ku biryar ji aliyê Qesra Spî ve hatiye fermîkirin û gotibû, biryar divê berdana ‘gelek mehkûman’ teşwîq bike.
Piştî vê biryarê, Kubayê ragihand ku wê 553 mehkûm di demeke nêz de bêne berdan.
Serokdewletê Kubayê Miguel Diaz-Canel li ser Xê daxuyaniyek da û got: “Li gorî sîstema me ya dadgeriyê, ji bo berdana 553 kesên ji sûcên cuda hikum xwarine, bi rengekî yekalî û serwer biryar da.”
Li gorî rayedarekî payebilind ê DYAyê ku ji AFPê re axivî ‘parêzvanên mafên mirovan’ jî di nav de gelek xwepêşandêrên girtî wê bêne berdan.
Hat ragihandin ku berdana mehkûman wê di demeke nêz de pêk were.
Biryara Joe Biden beriya merasîma sondxwarinê ya Donald Trump hat dayin ku tê texmînkirin ku partiya wî li hemberî rayedarên Komunîst ên li Kubayê helwesteke tund nîşan bide.