20 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan: Li ser navê min bi milyonan derew tên kirin

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan têkildarî helwesta dewletê ya nezelal a li dijî sekna wî ya siyasî ev tişt anî ziman: “Bila zelal be ka ez li vir çi dibêjim. Ev, mecbûriyeteke. Nexwe ev rewş dê bişibe melevaniyên di hewza bêav de. Li ser navê min bi milyonan derew tên kirin.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ê ku 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê  di bin tecrîdeke giran de dîlgirtî ye di hevdîtina ku di 28ê kanûna 2024an bi Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan de ji bo çareseriya demokratîk deklarasyoneke ji 7 xalan pêk tê şand û careke din hêza xwe ya pratîk û teorîk a di çareseriya demokratîk de nîşan da.

Lê belê serokkomarê AKPî Tayyîp Erdogan û serokê MHPê Devlet Bahçelî ku dewletê temsîl dikin, li rexekî behsa têgeha “aştiyê” dikin li rexa din jî li ser têgeha “tesfiyeyê” dijbertiya kurdan dikin. Vê rewşa ne zelal ya dewletê gotinên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ên ku 2013an de kiribû dîsa bi bîr xist

Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya di 15ê îlona 2013an a bi Şandeya Îmraliyê re de têkildarî sekna dewletê wiha digot: “Li vê derê ez bi şandeyê re nîqaşên dijwar dikim. Ocalan ne kesekî wisa ye ku hûn bi kar bînin. Hafiz Esad kesekî biaqil bû. Bi salan yek carê jî pêşiya wesayîta min bi kar di anî negirt. Siyaset wiha tê kirin. Lê tu cidiyeta van nîne. Ez ji bo xwe tiştekî naxwazim. Daxwaza min ew e ku di şêwaz û nêzikatiyê de cidî bin. Heke hûn bi min re biaxivin, ez ji hêla siyasetê ve kesekî azad im. Heke tu bi mehkûmekê cezayê giran lê hatiye birîn re biaxivî, wê demê tu kesekî azadî. Nexwe tu naaxivî. Tenê kesên azad dikarin vê bikin. Ocalan, ji hêla siyasetê ve azad e.”

Abdullah Ocalan, têkildarî spekulasyonên medyaya îktîdarê ya piştî hevdîtina 28ê kanûna 2014an hatine kirin jî wiha got: “Bila tu kes li ser navê Apo neaxive.” Rêberê PKK’ê, di 26ê Hezîrana 2014an di hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê re de jî wiha got: “Em her tiştekî bi nivîskî bikin. Heta hewce bike bila dewlet îmze neke, ez ê îmze bikim. Bila zelal be ka ez li vir çi dibêjim. Ev, mecbûriyeteke. Nexwe ev rewş dê bişibe melevaniyên di hewza bêav de. Li ser navê min bi milyonan derew tên kirin. Em ê pêşiya van tevan bigirin. Em ê nekevin xefika tu kesî. Hedê tu kesî nîne hewl bide me bi kar bînin. Divê her kes cidî be. Bi qasî hûn difikirin sed qet zêdetir em tevgereke cidî ne.”

Rêberê PKKê, di hevdîtina 15ê Tebaxa 2014an a bi Şandeya Îmraliyê re de careke din di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de hişyariya “cidîbûnê” li dewletê kir û wiha got: “Ji bo min cidîbûn girîng e. Divê dewlet cidî be. Heke dewlet cidî nêzî min nebe dê nekare encama rast bi dest bixe. Em dibînin ka meseleya kurd xistine çi halî. Meseleya çûna destê hev heye. Meseleya çûna destê hev ji ewil dewletê da destpêkirin. Anku ji ewil wan destê xwe dirêj kir. Serokwezîr niha jî di axaftina xwe de dibêje ‘Me bi destê teroristan negirtiye, em naçin destê wan.’ Gotinên wî rast nînin. Bi hefteyan ez li ser pirsa ‘Çima wiha difkirin, çima wiha diaxivin?’ fikirîm. Mirov hinek cidî dibe, rêzgir dibe. Em vê nêzikatiyê bi tu awayî qebûl nakin.”