21 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo çareseriyê divê zimanê şer û jehrî berdin

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, bal kişand ser peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û diyar kir ku ji bo ku çareserî bi pêş bikeve divê beriya her tiştî hikumet û dewlet zimanê jehrî terk bike û mafê gelên Kurdistanê yên bingehîn bi zagonan mîsoger bike.

Di 1ê cotmehê de Serokê MHPê Dewlet Bahçelî çû serdana koma DEM Partiyê û destê xwe dirêjî wan kir. Diyar kir ku berî her tişti pêdivî bi aştiya navxweyî heye. Piştre xwest Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê li meclisê biaxive û îlan bike ku rêxistin belav kiriye. Hefteyeke din dîsa axivî û xwest koma DEM Partiyê biçe Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Di 3 mehên dawî de gotinên Dewlet Bahçelî yên ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û kurdan bûn rojev. Di 23ê cotmehê de Omer Ocalan çû Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got; “Tecrîd didome, lê şert û merc bên avakirin ez dikarim pêvajoyê ji zemîna  şer derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.”

Herî dawî di 28ê kanûnê de Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê û ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan peyamên girîng anîn. Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de qala tifaqa gelê kurd û tirk, rista hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî û rista meclisê kir. Piştî peyama Abdullah Ocalan li ser pêşniyaza wî heyeta Îmraliyê ku ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Sirri Sureya Onder û siyaetmedar Ahmet Turk pêk tê li Meclisê serdana partiyên siyasî kir. Têkildarî geşedanên dawî Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal pirsên me bersivandin.

*Di serî de divê mirov van 7 xalên ku Rêber Abdullah Ocalan parve kirî çawa şirove bike?

Ev 7 xalên ku Rêber Apo ji bo raya giştî pêşkêş kirî xalên gelek bingehîn in. Berî her tiştî xwişk û biratiya gelên kurd û tirk a dîrokî gelek girîng e. Ya din jî bi taybetî pêwistiya wê ya vê demê nişan dike. Ji ber ku niha li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn heye. Di demeke wiha de neçareseriya pirsgirêka kurd dikare şertên girantir bide jiyandin. Ji ber vê yekê balê dikişîne ser mînaka Xeza û Sûriyeyê. Divê êdî çareseriya vê meseleyê neyê taloqkirin. Ji ber vê yekê Rêber Apo dibêje: “Eger derfet hebin ez amade me. Di vî warî de xwedî zanîn û biryar im.” Rêber Apo helwesta xwe ya çareseriyê nişan dide.  Amade ye ku li gor gavên li meclisê bên avêtin gavan biavêje. Dîsa ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê û hemû herêmê, dê ji bo demokrasiyê rêyek çawa nîşan bike diyar dike. Bi rastî ev xal gelekî baş hatiye amadekirin û nivîsandin. Mirov dikare bibêje 7 xal encamên hevdîtinên Rêber Apo û heyeta dewletê pêşkêşî raya giştî dike. Ev 7 xal ji bo vê demê dikare bibe bingeheke esasî.

*Balê dikişîne ser rola partiyên siyasî yên desthilat, muxalif û rêxistinên demokratîk. Divê ev risteke çawa bidin pêşiya xwe?

Rast e, balê dikişine ser rista wan. Ji ber ku bi taybetî pêwist e her kes vê meseleyê hilde rojeva xwe. Meseleya kurd tenê meseleya partiyekê û meseleya desthilatê nîn e. Ev mesele meseleya hemû gelên Tirkiyeyê ye. Meseleya hemû partiyên Tirkiyeyê û rêxistinên demokratîk û civakî ne. Pêwist e her kes berpirsiyariya xwe pêk bîne.  Divê her kes vê meseleyê têxe rojeva xwe û di vê çarçoveyê de li meseleyê xwedî derkeve û di çareseriyê de rista xwe pêk bîne. Pirsgirêka kurd tenê bi destê çend partiyan çareser nabe. Meseleya kurd meseleya xeta sor a dewletê ye. Di vê çarçoveyê de divê dewlet bi xwe ji bo çareseriyê gavan biavêje. AKP-MHPê di vê meseleyê de gavek avêtiye, divê hemû partiyên siyasî û hemû derdor jî bibin şirîkên çareseriya vê pirsgirêkê. Pêwist e di vê pêvajoyê de rista xwe pêk bînin. Rêber Apo bang li hemû kesan dike ku rista xwe pêk bînin.

Partiyên siyasî heta niha di aliyê çareseriyê de rista xwe pêk neanîne. Pirsgirêka kurd nexistine rojeva xwe. Pirsgirêka kurd di heman demê de pirsgirêka demokrasiya Tirkiyeyê ye. Dema ku pirsgirêka kurd çareser nebe, li Tirkiyeyê jî demokrasî pêk nayê. Ji ber ku pirsgirêka kurd çareser nabe, her tim şer di rojeva Tirkiyeyê de ye. Ji ber şer Tirkiye hemû çavkaniyên xwe xelas dike. Çavkaniyên Tirkiyeyê, siyaset,  aborî û pergala wê têk diçin. Bi taybetî jî di 10 salên dawî de, ji 2014 heta 2024an bi rastî jî pergala Tirkiyeyê têk çû. Ji bo wê divê partiyên siyasî li ser çawaniya çareseriyê rawestin. Divê ji bo çareseriyê rista bînin cih û çareseriyê têxin rojeva xwe û erka xwe pêk bînin.

* Balê dikişîne ser rista meclisê. Divê meclis risteke çawa bide ber xwe? Di esasê xwe de rist û peywira meclisê çi ye?

Li gel partiyên siyasî divê meclis jî rista xwe pêk bîne. Divê hemû partiyên siyasî vê meseleyê hildin rojeva meclisê. Pêwist e ku komîsyonên çareseriyê bên avakirin û hemû partiyên siyasî endamên xwe di van komîsyonan de bi cih bikin. Divê ji bo çareseriyê pêşniyazên xwe pêşkêş bikin  û ji bo çareseriyê û qanûna esasî çi pêwist be amadekariya qanûnî bikin. Pirsgirêka kurd, daxwaza gelê kurd a heq û hiqûqê ye. Divê hemû mafê gelê kurd û Kurdistaniyan ên wekî neteweyî, çand, civak, siyasî, ziman û bi giştî ji aliyê zagonan ve bên naskirin û mîsogerkirin. Divê komisyona ku hemû partî tê de cih bigirin jî li ser vî esasî plansaziyekê çêke. Li gor pêdivî û plansaziyên qanûnên ku pêwist e bên guhertin rast bikin. Piştî ev qanûn amade kirin, wan pêşkêşî meclisê bikin û meclis jî wan hilde rojevê û gavan biavêje. Lazim e pirsgirêka kurd ji aliyê zagonan ve jî bê çareserkirin.

* Meclisê heta niha ji bo gelên Tirkiyeyê risteke çawa û çiqas pêk anîye? Ya rast em bibêjin çima pêk neaniye? 

Heta niha Meclîsa Tirkiyeyê di çareseriya pirsgirêka kurd de risteke bingehîn pêk neaniye. Li Tirkiyeyê wekî dewlet ji aliyê siyaseta dewletê ve ‘pirtûka wan a sor’ heye, ku xeta sor a dewletê çi ye diyar dike. Ev ‘pirtûka sor’ stratejiya dewletê diyar dike. Li gor vê ‘pirtûka sor’ çareseriya pirsgirêka kurd xetere dibînin; wekî parçebûna Tirkiyeyê qebûl dikin. Ji ber vê yekê partiyên ku li gor vê ‘pirtûka sor’ tev negerin, ji aliyê dewletê ve tên cezakirin, tên astengkirin, rêveber û berpirsiyarên wan partiyan tên cezakirin. Kesên li derveyî vê pirtûkê tev bigerin, mîna Turgût Ozal tên kuştin. Ji ber vê yekê Meclîsa Tirkiyeyê heta niha ji bo çareseriyê rista xwe bi cih neaniye. Ji ber ku dewlet, dewleteke demokratîk nîn e. Ji ber vê yekê partiyên siyasî û meclisê jî ev yek nedixistin rojeva xwe. Lê niha çima pêwistî pê dibînin. Ji ber ku êdî siyaseta dewletê ya şer, înkar û îmhayê xitimiye. Bi taybetî di 10 salên dawî de planên wan têk çûn. Li aliyê din li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn heye. Dewlet vî şerî ji bo xwe xetere dibîne. Ji bo wê mecbûr e ku pirsgirêka kurd têxe rojeva xwe. Lê dixwaze li gor xwe çareser bike. Piştî tengav bûn mesele anîn rojevê. Meclis dikare gavekê biavêje.

*Ji 1ê cotmehê heta niha ev mijar di rojevê de ye. Li gor çavdêriyên we yên li ser van 3 mehên dawiyê nêzîkatiyeke hikûmetê çawa xuya dike? Bi vê nêzîkatiyê çiqas hêvî û baweriyê dide?

Ligel vê rewşê dema ku mirov li peyama hikûmeta AKP-MHPê temaşe dike û kiryarên wan ên şer temaşe dike, li ber çavan e ku êrîşên li ser Rojava û êrîşên li ser gerila didomin. Gefên li ser qada siyasî hene. Rast e AKP-MHPê gavek avêtine, lê dixwazin vê gavê li gor xwe bimeşînin. Di zimanê wan de gef û jehr heye. Krîmînalîzekirin û terorîzekirin heye. Êrîşên li ser gerila û Rojava didomin. Li aliyê din hê jî tecrîda li ser Rêber Apo didome. Dema ku mirov li vê tabloyê dinihêre daxwaza wan a çareseriyê nabîne. Ji çareseriyê re ne amade ne. Dixwazin li gor xwe gavan biavêjin. Lê li gor wan jî nabe. Divê berî her tiştî zimanê jehrî ku terorîze dike bê guhertin. Dibêjin bila radest bibin. Radestbûyîn bi hevdîtinan nabe. Bi şer dibe. Lê konsepta wan a şer bi ser neket, dîsa jî zimanê wan hê jî ji bo çareseriyê hêviyê nade. Ji ber vê yekê bi taybetî hikûmeta AKP-MHPê û Erdogan divê zimanê ku xizmeta çareseriyê nake terk bikin. Divê zimanê ji bo her kesî rêya çareseriyê ava bike, bi pêş bixin.

*Divê hikûmet û dewlet nêzîkatiyek çawa nîşan bide?

Divê berî her tiştî hikûmeta AKP-MHPê li hemberî Rêber Apo gaveke pozîtîf biavêje. Divê nêzîkatiya xwe ya ji bo çareseriyê îspat bike. Di şertên tecrîdê de li gor ku tê xwestin çareserî bi pêş nakeve. Rêber Apo dibêje; “Ez amade me ku rista xwe pêk bînim.” Dibêje ku “Hêza min heye. Lê divê şert û zemîn bên avakirin.” Ji bo wê divê tecrîd rabe û Rêber Apo di şertên azad de tev bigere. Wekî Mandela dema ku Hikûmeta Başûrê Efrîqayê biryara çareseriyê da, berî her tiştî Nelson Mandela ji zindanê derxistin. Di şert û mercên azad de li gel Mandela guftûgo kirin. Çareserî li ser wê bingehê bi pêş xistin. Ev jî dê bawerî bide. Ji ber vê yekê divê ziman û nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo bê guhertin.

* Rêber Abdullah Ocalan qala tifaqa gelê kurd û tirk dike. Di vir de gel ji bo çareseriyê dikare çi bike?

Di çareseriyê de rista bingehîn a gel e. Ji bo wê divê qada civakê û gel helwesta xwe ya ji bo çareseriyê çalak bike. Divê rêxistinên civakî û demokratîk rista xwe bînin cih. Partiyên siyasî û meclis vîna gelê Tirkiyeyê ye. Lê tenê bi wan nabe. Ji xeynî partiyên siyasî, kesayet, rewşenbir, saziyên medenî divê rista xwe bînin cih. Divê saziyên civakî pêşengiya demê bikin. Aştiya gelê kurd û tirk demeke gelek dîrokî derdixe pêş. Aştiya gelê kurd û tirk ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata navîn mîladeke nû ye. Aştiya gelê kurd û tirk, aştî û demokrasiya Tirkiyeyê, di Rojhilata Navîn de ji bo Tirkiyeyê mîsyoneke mezin ava dike. Ku aştiya gelê kurd û tirk pêk bê dê ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn bibe mînak, ji bo Tirkiyeyê şaristaniyeke nû ava bike û bibe navenda cazîbeyê. Ji bo wê divê pêşengên gel rista xwe bînin cih.

*Di 2013-2015an de me pêvajoyek li pey xwe hişt. Ev tecrübe û ronahiyeke çawa dide pêşiya herdu aliyan?

Me di 2013-2015an de pêvajoyek li pey xwe hişt. Encama wê pêvajoyê li ser raya giştî ya Tirkiyeyê ji aliyê çareseriya pirsgirêka kurd ve bandorek neyînî hişt. Ji ber ku ji bo çareseriyê bawerî hatin şikandin. Ji ber vê yekê divê ew pêvajo bibe tecrûbeyeke mezin. Ji bo ku dîsa bewerî neşikê, pêwist e dewlet û hikûmet polîtîka çareseriyê bi pêş bixe. Ji ber ku pêvajo bi destê hikûmetê hat şikandin. Erdogan aşkere got: ‘Eger ev pêvajo ji bo me xizmet nake em ê çima berdewam bikin.” Erdogan hesabê dengan kir û pêvajo xerab kir. Lê meseleya aştî û demokrasiya Tirkiyeyê ne meseleya reyan (deng) e. Mesele qezenckirina Tirkiyeyê ye. Ji vi alî ve divê biryar, bawerî û israr hebe. Divê şikandina 2013-2015an dîsa neyê dubarekirin. Ev şikandin dîsa dubare bibe, ji bo gelê Tirkiyeyê dê pir pir giran bibe, ji bo vê yekê divê dewlet, hikûmet, muxalefet û hemû partiyên siyasî, hemû pêşengên civakê encameke baş ji wê pêvajoyê bigirin. Di vî warî de xala herî bingehîn berpirsyariya li ser pêşengên gelan e. Divê hikûmet û dewlet di çareseriyê de gavek erênî biavêje. Divê ziman û rêbazên xwe ji bo çareseriyê bi kar bîne. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê dîsa ji bo çareseriyê helwesta xwe diyar kirine. Tevgera me bi her awayî pîştgiriyê dide peyamên Rêber Apo. Lê divê şert û merc bên avakirin. Divê dewlet ziman û nêzîkatiya xwe ji bo çareseriyê pêk bîne.