Tribunal a Gelan a Timî (People’s Permanent Tribunal-PPT), ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên Dewleta Tirk û hevalbendên wê yên li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di 5-6ê sibatê de li Brukselê li hev kom bibe. Di rûniştinên kombûnê de ku dê li Zanîngeha Vrijeyê pêk bên, ji bo pêşîlêgirtina li koçberiya bi zorê, bikaranîna çekên qedexekirî, sûîqest, îşkence û tunekirina mîrateya çandî dê sûcdariyên li Dewleta Tirk tên kirin bêne nirxandin.
Di civînê de dê sernavên wekî; ‘Koçberkirina bi zorê’, ‘Bikaranîna çekên qedexekirî’, ‘Suîqast û komkujiyên li ser sivîlan’, ‘Tunekirina mîrateyên çandî’ û ’Îşkence û binçavkirina dijqanûnî’ dê bên niqaşkirin.
Di mijara koçberkirinê de şahid dê qala koçberkirina şêniyên kurd a bi zorê ya ji Efrîn û Serêkaniyê bikin. Di dagirkerinê de guhertinên demografîk di asteke girîng de hatin kirin û li gor tundiya zayendî li ser sûcên şer rapor hatin pêşkêşkirin.
Di mijara bikaranîna çekên qedexekirî de; delîlên li ser angaştên ku dibêjin çekên qedexekirî yên weke fosfor a spî li ser dibistan, nexweşxane, sivîlan û binesaziyê hatine bikaranîn dê bên pêşkêşkirin.
Di mijara komkujiyên li ser sivîlan de; kuştina Hevrîn Xelef ku yek ji parêzvanên aştiyê bû û çalakiyên tundiyê yên din ên li dijî mirovên sivîl dê bêne lêkolîn.
Di mijara tunekirina mîrateyên çandî de; tirbeyên êzidiyan ên pîroz jî di nav de xirabkirina qadên çandî, talankirina wan a domdar dê weke binpêkirina peymanên navneteweyî yên parastina hebûneya çandî bên belgekirin û nirxandin.
Di mijara îşkence û binçavkirinên dijhiqûqî de; li gel bûyerên sembolîk dê raporên li ser îşkence û binçavkirinên kêfî, weke parçeyek ji stratejiyeke berfireh a li ser tepisandina nasnameya etnîkî, çandî ya gelhêyê bê nirxandin.
Trîbunal a Gelan a Timî li ser daxwaza fermî ya rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan ên li Ewropa û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ava bû. Ev rêxistin dixwazin binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê bi belge bikin û dawî li bêcezahiştinê bînin. Trîbunal destnîşan dike ku çalakiyên Dewleta Tirk ji bo tunekirina modela demokratîk a şoreşa Rojava ye ku xwedî potansiyela azadîparêziyê ye.
Şerê li dijî zagon û ehleq heye
Endama Komiteya Diblomasiyê ya PYDê Mizgîn Ehmed têkildarî armanc û naveroka Dadgeha Gelan nirxandin kir û got: “Ev demek dirêj e li herêmê şerekî dijwar heye. Ev şerê wekaleta Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî ne. Ev şer li ser gelê Sûriyeyê û bi taybetî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin. Ev şerê ku li herêmê tê meşandin, şerê li dijî exlaq û pîvanên şer e. Şerê li herêmê li dijî zagonên navneteweyî ye. Bi taybetî êrîşên piştî 2018an heta ku li Efrînê û herêmê bi pêş dikeve bi xwe re binpêkirinên mafan pir zêde kirine. Ji bo van binpêkirinan me pêwistî dît ku dadgehek wisa li dar bixin. Dadgeha gelan li dar bixin. Me xwest sûcên Dewleta Tirk di vê dadgehê de di wîcdanê mirovan de bê mahkûmkirin.”
Li Efrînê mirov revandin, kuştin
Mizgîn Ehmed bal kişand ser bandora şerê li Efrînê ku li ser gel kir û wiha got: “Şerê li Efrînê bandoreke mezin li ser gel kir. 300 hezar mirovên niştecih xwecihî li Efrînê bûn. Nêzîkî 300 hezar mirov jî ji ber şer hatibûn Efrînê. Bajarê Efrînê bajarekî aram û ewle bû. Kesên piştî şer ji Efrînê koçber bûn, ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên dijwar koç bûn û berê xwe dan Şehbayê. Di şerê li dijî Efrînê de hêzên girêdayî Tirkiyeyê mirov revandin, kuştin û tecawizî mirovan kirin. Mirov avêtin zindanan û heta niha hinek mirov windayî ne. Piştî şer guhertineke demokrafîk bi pêş xistin. Hemû cihên çandî û dîrokî talan û wêran kirine. Dêr xerab kirine. Nirxên dîrokî dizîne. Hemû navên kurdî guhertine. Ji ber vê yekê bandoreke neyînî li ser gelê Efrînê kirin. Lê gelê Efrînê ku koçî Şehbayê kir, hêmjî bi israr in vegerin Efrînê.”
Destûr dan dagirkirina Efrînê
Endama Komîtiya Dîplomasiyê ya PYDê Mizgîn Ehmed anî zimên ku êrîşa li dijî Efrînê bi siyaseta navneteweyî û îtifaqa navneteweyî pêk hat û wiha berdewam kir: “Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe piştgirî dan Tirkiyeyê. Destûr dan ku Tirkiye Efrînê dagir bike. Ev binpêkirin û sûcên mirovahiyê li pêş çavên cîhanê pêk hatin. Hêzên navdewletî zagonên xwe binpêkirin. Bi vê dadgeha gel em dixwazin careke din wîjdana mirovahiyê hişyar bikin û bang li dewletên Ewropayê bikin ku erka xwe pêk bînin. Em dixwazin li dijî zagonên xwe tev negerin. Ji ber hêzên navdewletî di 2018an de li dijî sûcê mirovahiyê ku li Efrînê pêk hat bêdeng man, ev sûcên mirovahiyê di 2019an de li Girê Spî û Serêkaniyê jî pêk hat. Li Efrînê çekên qedexekirî û çekên fosfor bi kar anîn. Heman çekên qedexe li Girê Spî û Serêkaniyê jî b ikar anîn. Gelek kes bûn şahidê vê yekê. Li Serêkaniyê di şexsê zarokê bi navê Mihemed de çekên qedexe û kimyewî şênber bû. Hemû kesan dît ku Dewleta Tirk çekên qedexe bi kar anîne. Lê mixabin hêzên navdewletî ji ber berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bêdeng man. Me mînakên van çekan ji hemû dewletan re şandin. Lê mixabin heta niha encam tune ye.”
Dixwazin gel koçber bikin
Mizgin Ehmed bal kişand ser artêşa Dewleta Tirk û wiha axivî. “Dewleta Tirk heta niha hemû rêbazên şer li ser Rojava bi kar anîn. Ji ber ku nikare li dijî hêzên me şer bike serî li bikaranîna hemû çekên qedexe dide. Heta niha bi SÎHAyan gelek mirov kuştin. Herî dawiyê li Bendava Tijrînê bi SÎHAyan êrîş kirin. Herî zêde pêşengên Rêveberiya Xweser dikin armanc. Ji 2018an heta niha gelek hevalên jin kirine hedef. Ji xeynî şervanên YPG û YPJê gelek jin û rêveber kirin hedef. Heta niha Reyhan Amûdê, Leyla Agirî, Yadê Emîne, Hebûn, jin, ciwan gelek kes kirin hedef. Dixwaze gel bitirsîne û koçber bike. Di Dadgeha Gelan de em dixwazin van rastiyan dîsa bi belgeyan raxin ber çavan.”