20 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bendava Tişrînê êdî Bendava Şehîdan e

Bendava Tişrînê êdî Bendava Şehîdan e; hevrêyên ku li vir canê xwe ji dest dan dizanin ku berxwedana li wir tê meşandin, çiqas Rojava bi giştî diparêze, dizanin ku çiqas destê diplomasiyê li Rojava bihêztir dikin. Serketina berxwedana Bendava Tişrînê, serketina qada leşkerî û qada diplomasiyê ye.

13 sal ji bo azadî, demokrasî, edalet, wekhevî û hebûnê li Rojava têkoşîneke demdirêj tê meşandin, xwîna bi deh hezaran keç û xortan tê rijandin û şer tê kirin. 13 sal jin ji bo azadiyê li qadên azad in, li kolanan banga ‘Jin Jiyan Azadî’ dikin, banga Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî, pirrengî û pirzimanî dikin. 13 sal in ji bo ku kurd wekî kurd bijîn, ji bo ku ereb wekî ereb bijîn û ji bo sûryan wek sûryan bijî, li her qadê û di her kêliyê de çemê demokrasiyê didin herikandin û li dijî paşverûtiya dewletê û civakê di nav lêgerînên azadiyê de bûn.

Lêgeran bi çeka xwe ya ramyarî, kamera û çek û rextê xwe di qada diplomasiyê de bi stratejiya bihêzkirina têkiliyên bi gel û civakên azadîxwaz û ekolojîk re û bi binecihbûna pergala demokratîk re, di qada çapemeniya azad de jî bi lêgerîna li rastiyê di nav toza salan de ku her dewletekê hewl dida rastiyên dîrokî pê veşêrin û binax bikin lê belê lêgeran her li pey aşkerekirina wê rastiyê bûn. Herwiha di qada leşkerî de jî keç û xortan neviyên Kawayê Hesinkar û Staran hewl didan ku di serdema 21an de mûcîzeyekê pêk bînin da ku bihêlin ji serdemeke ji serdemên borî cudatir be hewl dan û dikarîbûn cudabûnekê çêbikin.

Azadî tiştekî wiha ye, bê berdêl nayê. Di oxira azadiyê de gelek can binax bûn, gelek hevrêyan bêyî xatirxwestinên dawî ji hev qut bûn, gelek xewn û xeyal nîvco man, gelek hêvî û armanc man. Ji bo ku Sûriye bibe Sûriyeyeke azad, demorkatîk û nenavendî, bi hezaran jin di şer û şoreşê de canê xwe dan, koçber bûn û karwanê penaberiya wan roj bi roj dirêjtir dibû, rêwîtiya penaberiyê û cihêbûna ji axa xwe ji xetertirîn mijarên ku li vir qewimîne, rêwîtiya koçberiya bi darê zorê yê gelê Efrînê mînaka vê yekê ye, herçiqas koçber dibûn, ewqas di daxwaz û armancên xwe de bi israr bûn.

Li Rojava, êrîşên Dewleta Tirk a dagirker roj bi roj zêde dibin. Zagonên mafê mirovan tên binpêkirin û dewletên ku bi xwe îmzeya xwe avêtine bin vê zagonê û erê kirine, bi xwe li ser binpêkirin û sûcên ku Dewleta Tirk li Rojava dike bêdeng in, çavgirtî ne û wisa tev digerin ku qet li vir tiştek nabe. Li dijî her şert û mercên şer û êrîşên bênavber ên ku ax, xweza bi kevir û darên wê, bi çiya û zinar û zeviyên wê, bi mirov û avhewayê wê hedef digire, gel xwedî helwest e. Xwedîlêderketina li hêza xwe ya leşkerî HSD/YPJê yek ji helwestên herî girîng bûn ku peyamekê ji hemû hêzên êrîşkar ên li dijî aştiyê şeran bi pêş dixin, çekên herî xeternak çêdikin û kuştinê rewa dikin re ye. Şervan ji gel in û gel jî şervan in, wekî axekê ne ku bê av nikarin bijîn. Hevdû bihêz dikin û wê bi hevdû re jî bigihêjin serketina ku ewqas sal in ji bo wê şer dikin. Serketina gel a ku armanc dike û bendewarên wê ne, nêzîk e.

Ji bo aştiyeke domdar û azadiyeke ku her kes xwe di nav de bibîne bijî, îro bi hezaran ji gelê Rojavayî li Bendava Tişrînê ne û gelê bakurê Kurdistanê jî li ser sînorên bakurê Kurdistanê piştgiriya gelê Rojava dike. Berxwedêriyeke piralî ye ku gelê kurd dide meşandin, piştgiriyeke piralî ji gel û şervanan re tê kirin. Bi têgihiştina berpirsiyartiyên demê, gel bi keç û xortên xwe û kal û pîrên xwe berê xwe dane Bendava Tişrînê. Bi têgihiştina ku ev dibe xelekeke dawî ji xelekên ber bi serketinê ve, yan dê hebin an jî dê şoreş beravêtî bibe, her kes ketiye liv û tevgerê. Dayik çûna xwe ya ber bi bendavê ve erkeke xwe ya dîrokî û wijdanî dibînin ku divê di kêliyên herî zor de jî li gel şervanên xwe bin û di şerê hebûnê de moral bidin û piştgiriya xwe bi wan re nîşan bidin.

Li ser Bendava Tişrînê ya ku hevrêyên me Cîhan û Nazim jê nûçe û agahiyên rastîn ji raya giştî re radigihandin û dilê dayikan bi serketinên şervanên wan hênik dikirin, îro bi girtina cesareta ji wan agahî û nûçeyên hevrêyên me bi deh hezaran gel û bi pêşengtiya dayikên kezebşewitî berê xwe didin bendavê û li wir çalakiyên xwe yên piştgirîdayinê berdewam dikin.

Gava ku karwanê gel ber bi bendavê ve diçû, rastî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker hatin, di nav de şehîd û birîndar çêbûn. Dayikan laçikên xwe ji serê xwe danîn û pê birînên birîndaran girêdan û rêwîtiya xwe ya ber bi bendavê û gihiştina şervanên xwe jî dewam kirin. Heta ku bi meşê jî gihiştin armanca ku pê gava destpêkê ji deriyên malên xwe avêtin. Lewra çûyîna gel a ber bi bendavê ne wekî ku di medyaya dijmin û çeteyan de tê gotin, gelekî ku bi şerê gelê şoreşgerî bawer be, xwe tê de kûr kiribe îro tu dê wî li deverên herî xeternak bibînî. Di heman kêliyê de, nizanin ku ew ê jî şehîd bibin an jî birîndar bibin, şehîd û birîndarên xwe xisitin ambulansê û wiha rêwîtiya xwe dewam kirin. Tiştekî ji vê zêdetir heta ku mirov jê hêz negire û ji bo wê canê xwe nede heye?

Her kesek ku îro li ser Bendava Tişrînê amade ye, divê ji her derê bên silavkirin û piştgiriya wan bê kirin. Mînakekî biçûk e, ji şerê gel ê şoreşgerî û yên têghiştine wateya vî şerî û di oxira wi de ruhê xwe kirine nava kefa destê xwe û wiha ber bi Bendava Şehîdan ve dimeşin.

Bendava Tişrînê êdî dibe Bendava Şehîdan, hevrêyên ku li vir canê xwe ji dest dan dizanin ku berxwedana li wir tê meşandin, çiqas Rojava bi giştî diparêze, dizanin ku çiqas destê diplomasiyê li Rojava bihêztir dikin. Serketina berxwedana Bendava Tişrînê, serketineke hem di warê leşkerî hem di warê diplomasiyê de ye. Pêwîst e ku berxwedana li wir tê meşandin hêsan neyê dîtin, rojane şehîd û birîndar ji wir çêdibin. Gava ku armanc azadî be, kesek ji gelê kurd qewîntir û berxwedêrtir tune ye. Gava ku daxwaz aştî be, tu gel ji gelê kurd zêdetir hezkiriyên aştiyê tune ne. Bêguman em li vir hevkarên gelê kurd yên vê axê jibîr nekin ku wan jî çiqas xwîn dan û didin jî. Hevkarên vê pergala azadiyê û vê axa pîroz yek in.

Pêwîst e îro cîhana ku xwe kor dike rabe ser piyan, bibînin çawa dayikên kurd li ser Bendava Tişrînê bi çi hêzê dimeşin û berxwedana xwe parve dikin. Dem dema serhildanê ye, ev dem ew dem e ku her kes xwedî li doza xwe derkeve û were tev li ceng û govenda azadiyê bike.