Girtina hevşaredarên navçeya Akdenîz a Mersînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Orûç û Hîkmet Bakirhan, herwiha desteserkirina şaredariyê hat şermezarkirin.
Çalakî li Parka Ozgur Çocûk hat lidarxistin û parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên CHP, TÎP, EMEP, rêxistinên civakî yên demokratîk û gelek kes tev li bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Rejîma qeyûm darbeya li dijî îradeya gel e” hat hildan û dirûşma “Qeyûm darbe ye, Na ji darbeyê re” hatin qîrîn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Mersînê Bedriye Kûş axivî û got: “Hevalên me bi hincetên bêhiqûqî hatin girtin. Em vê biryara bêhiqûqî tu carî nas nakin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rejîma qeyûm ne tenê li dijî gelê kurd herwiha li hemberî îadeya siyasî ya gelên Tirkiyeyê gefeke.
Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan jî got, “Akdenîz Agirî, Riha, Dîlok, Semsûr e. Kurdistan e. Li vê derê jiyaneke hevpar hat avakirin. Qeyûm li dijî vê yekê darbe ye. Em ê bi têkoşîneke hevpar careke din wan têk bibin.”
Parlamentera Mersînê ya DEM Partiyê Perîhan Koca anî ziman ku qeyûm ne rewa ye û ev tişt anî ziman: “Em rewa ne. Em ê bi ser bikevin. Berxwedana me wê heta dawiyê dewam bike.”
Serokê Mersînê yê TÎPê Ahmet Paket jî got: “Ew çiqasî desteser bikin, em jî ewqasî bi înat in. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”
Serokê Mersînê yê EMEPê Sedat Başkavak jî got: “Heta ku Akdenîzê bi dest bixin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”
Piştî axaftinan girseya gel ber bi şaredariyê ve meşiya.