19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedan gel a li Bendava Tişrînê didome

Nobedarên li bendava Tişrînê di roja şeşemîn de çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakvanan tekez kirin ku ew dest ji Bendava Tişrînê bernadin.

Çalakiya nebodariyê ya li bendava Tişrînê ket roja xwe ya şeşan. Şêniyên bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hesekê, Şedadê û Amûdê ev du roj in li bendavê çalakiya nobedariyê dikin.

Roja şemiyê şêniyên bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Zergan, Hesekê, Şedadî û Amûdê ji bo rawestandina êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ber bi kantona Tebqayê ve ketin rê û ji wir berê xwe dan bendava Tişrînê. Piştî ku şênî gihiştin, li şûna şêniyên kantona Firatê ku ev 4 roj bûn nobet digirtin, ketin çalakiyan nobetê.

Tê plankirin ku karwanekî din ê şêniyên kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê bigihêje Bendava Tişrînê da ku tev li çalakiya nobedariyê bibin.

Tevî sermayê jî çalakvan çalakiya xwe ya li ser bendavê didomînin. Di vê navberê de Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora bendavê û gundên wê topbaran dikin. Çalakvan bênavber dirûşmeyên “Em bendava Tişrînê bernadin,” berz dikin.