Serokkomarê niha yê Hirwatistanê Zoran Milanovic ku Partiya Sosyal Demokrat piştgirî didayê di hilbijartinên serokkomariyê de bi sedî 74,66ê dengan bi ser ket. Rikeberê Milanovic û namzedê Yekîtiya Demokrat a Hirvatistanê ya rastgirên navendî Dragan Primorac jî ji sedî 25,34ê dengan standin.
Zoran Milanovic piştî serketina xwe axivî û wiha got: “Ev roj, ji bo min rojeke mezin e. Ez vê serkeftinê wekî pejirandina xebatên xwe yên 5 salên dawî û nîşandana baweriya gel a bi min dibînim. Di heman demê de ev ji bo rayedarên ku divê guh bidin kar û barên dewletê peyameke xurt a gel e. Ez careke din bang dikim, ez desthilatê naxwazim, ev ne mijareke hêzê ye, mijareke erkdariyê ye. Erkê min ew e ku ez bi awayekî wekhev tevbigerim çimkî destûr vê ferman dike.”