Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan ku di 10ê çileyê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin, duh sewqî dadgeriyê hatin kirin û hatin girtin. Wezareta Karên Hundir ê Tirkiyeyê ragihand ku li Şaredariya Akdenîzê qeyûm hatiye tayînkirin.
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ragihand ku qeymeqamê Akdenîzê Zeyît Şener wekî qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hatiye kirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 3 endamên meclisê jî ji peywirê hatine dûrxistin.