Li Sûriyeyê piştî HTŞê di 27ê mijdarê de li dijî Heleb, Hema, Hems Şamê dest bi êrîşan kir, komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyeyê jî li Şehba, Til Rifat, Minbic û Tebqayê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser dest bi êrîşan kir. Di encama êrîşan de zêdetirî sed hezar mirov ji Şehbayê koçî Tebqa û Reqayê bûn. Bi taybetî piştî HTŞê di 8ê kanûnê de rejîma Şamê rûxand û li hikûmeta Şamê xist destê xwe, êrîşên çeteyên wekî SMOyê û komên din ên girêdayî Tirkiyeyê êrîşên xwe yên li dijî sivîlan, li dijî bendava Tişrînê û Tebqayê zêde kirin. Her roj balafirên şer ên Tirkiyeyê yên wekî SÎHAyan êrîşî çavkaniyên jiyanê û êrîşî maşîneyên sivîlan dikin. Ji ber ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş zêde bûn li sînorê Nisêbîn û Qamişloyê di 13ê kanûnê de û li sînorê Pirsûs û Kobanê di 23yê kanûnê de di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê de dest bi çalakiyên nobetê hatin destpêkirin. Çalakiya nobetê ya li Nisêbînê ku di 13ê kanûnê de dest pê kiriye her roj bi biryar û coşeke mezin didome. Her roj ji bajar û navçeyên cuda partiyên siyasî û rêxistinên civakî diçin serdana çalagkeran û piştgiriya xwe ya ji gelê Rojava re tînin zimên.
Êrîş li dijî destketiyên jinan e
Hevseroka MEBYA-DERê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn têkildarî armanca çalakiyê û tevlibûna çalakiyê çavdêrî û nerînên xwe parve kirin. Gurbet Tekîn anî zimên ku meheke li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê nobeta piştgiriyê digirin û wiha got: “Herkes dizane ku li dijî Rojava şerê li dijî mirov û exlaqê tê meşandin. Ev êrîş bi alîkariya Tirkiye û dewletên navneteweyî pêk tên. Dixwazin bi van êrîşan destketiyên gelê kurd ku bi pêşengiya jinan bi pêş xistine tune bikin. Êrîş li dijî destketiyên jinan e. Li wir zarok, jin, sivîl tên kuştin. Komkujî tên kirin. Îro serokê HTŞê Colanî ku anîne serê hikûmeta Sûriyeyê mafê jinan nas nake. Hemû mafên jinan înkar dikin. Di zagonên wan de mafên jinan tune ne. Divê em li destektiyên jinan û nirxên jinan xwedî derkevin. Îro ev destketî bi xwîna jin, ciwan û zarokên kurdan hatine stendin. Em ji bo ku van destketiyan biparêzin em li vir nobetê digirin.”
Dayik bi biryar in
Gurbet Tekîn da zanîn ku ji roja dest bi nobetê kirine heta niha gelek rêxistinên siyasî û civakî hatine serdana çalakiyê û wiha got: “Her roj bi girseyî tên serdanê û piştgiriya xwe tînin zimên. Rexistinên DEM Partî, DBP, TJA, Tevgera Jinan, komeleyên malbatên girtiyan, saziyên malbatên şehidan û saziyên meleyan, çapemenî, çand, ked û hemû saziyên me hatin serdana me. Dîcle Anter û Rahşan Anter hatin. Ji gelek bajarên derdorê saziyên me hatin serdana me. Ev ji bo me gelek girîng e. Xwedîlêderketin gelek girîng e. Divê xwedîlêderketin zêdetir bibe. Heta şer bi dawî bibe em bi biryar in ku çalakiya xwe berdewam bikin. Dayik bi biryar in. Vîna wan gelek xurt e. Êş û bedelên gelek giran dane. Dîsa bedelên wê çi dibe bila bibe heta ku aştî li Rojhilata Navîn bi pêş nekeve em bi biryar in ku çalakiya xwe berdewam bikin.”
Hîna tecrîd didome
Gurbet Tekîn destnîşan kir ku hikûmet li aliyekî destê aştiyê dirêj dike, li aliyê din şer bi pêş dixe û wiha pê de çû: “Ev nakoki ye. Ev geşedan di serê mirovan de nakokiyên mezin çêdikin. Hêj tecrîda giran li ser Rêberê me didome. Reber got: “Herin bi sazî û partiyan re bi axivin.” Ev xebatek baş e. Lê li aliyê din Dewleta Tirk şerê xwe berdewam dike. Heta şer neyê rawestandin, dê çawa pirsgirêk çareser bibe. Ji bo çareserî pêş bikeve, divê şer raweste. Heta tecrîda giran ji ser Rêberê me ranebe, bi awayekî fizikî azad nebe û nekeve nava me ev mesele çareser nabe.”
Heta şer hebe çareserî nabe
Gurbet Tekîn herî dawiyê bal kişand ser êrîşan û got: “Di 8ê çileyê de êrîşî karwanê Tişrînê kirin. Her roj êrîşî Bendava Tişrînê dikin. Di êrîşa dawî de gelek birîndar û kuştî hebûn. Ev êrîşên li dijî Tişrînê û Rojava nîşanî me didin ku ji bo çareseriyekê ne dilsoz in, ne ji dil in. Heta şer hebe çareserî bi pêş nakeve. Divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe û Rêberê me azad bibe.”