18 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

7 roj û şevên li Qazaxistanê

Ayhan Erkmen
Ayhan Erkmen
Ax! Welato

Welatê kurdan hatiye dagirkirin. Kurd bi komkujiyan û bi sirguniyan re rû bi rû mane. Bav, dê, xwişk û bira ji hev qut kirine û winda kirine. Meyan Xanim dixwaze bibe dermanê vî derdî. Platforma ‘Li Benda Te Me” dê li ser hemû tevnên civakî, bi heman navê xwe bikeve xizmeta gel.

Du meh berê niha ji Qazaxistanê serokê ‘Fonda Pêşvebirina Çanda Kurdan” birêz Îbrahîmê Filît li min geriya û ji bo pîrozbahiya Şeva Sersalê/ Şeva Yeldayê ez vexwendim Qazakîstanê. Rojan dan dû hev. Min jî da dû wan û ez çûm Qazaxistanê. Min bi şanazî dît ku ew civaka kurdan e, sed sal in bi hesreta welat şewitiye. Şikur ji dayîna Xwedê re, xwe wisa parastine û li ser koka xwe mane ku hema bibêjin ji welat qet neqetiyane.

Min di 20ê Berfanbarê de, serê sibehê xwe gihand Almatiyê. Arifê bira ez pêşwazî kirim. Ez gelekî westiyabûm. Rêwitiya bi balafirê ya pênc saetan û ji ber ku ew du saetan jî ji berî me dijîn serê min gêj dibû. Ez heya danê nîvro razam. Dû re, bi amadekariya kekê Îbrahîmê Filît em bi komeke 20 kesan re heya derengiya şevê rûniştin. Ev kes ji seranserî dinyayê û Rûsyayê ji bo şeva sersalê hatibûn vexwendin. Her yek ji me, ji cihekî hatibû û parvekirinên taybet hebûn. Ev şev herî zêde bi kêrî min hat. Min tûrikê xwe yê çîrok û serpêhatiyan têra dilê xwe dagirt.

21ê Berfanbarê Şeva Sersalê bû. Di vê şevê de, hikmê şevê xilas dibe û roj, roj bi roj dirêj dibe. Di 21ê Berfanbarê de danê êvarê saet di şeşan de, me bi civakeke bi qasî sê sed û pêncî kesan re li gor çand û hunera kurdî dest bi pîrozbahiya Şeva Sersalê kir. Hozan Ayhan, Koma Mêrdînê û Koma Kurdistanê bi stran û awazên xwe, min bi kurteçîrokên xwe, komên govendê bi reqasên xwe û herî taybet koma zarokan bi helbest û stranên xwe rengê xwe dan şevê. Dayika Gulçîn ji bo şevê xwarinên taybet amade kiribûn. Xwedê ava bike, sifre wisa têr û tijî bû, hema bibêjin, şîrê teyrê baz jê kêm bû. Dayikê, qet ji tiştekî texsîr nekiribû. Min hema hema bi hemû kesan re xeber da. Ya ez kefxweş kirim ew bû ku civaka me ya li Asyaya Navîn ji xebatên min haydar bû û derbarê hinek çîrokên min de hinek tişt dipirsîn. Rojeva civakê, rewşa Rojava bû. Hiş û dilê wan, bi Rojava dagirtîbû. Di şevê de rêveberiya Fondê, danasîna ‘Ferhenga Rûsî û Kurdî’ ya ku Hêjarê Şamîl amade kiribû jî kirin û ev ferheng diyarî hinek beşdaran kirin.

Di 22yê Berfanbarê de, helbestkar Sedî Ûsiv hate serdaniya min û pirtûka bavê xwe ya  Ûsivê Feqî Evdile, ya bi navê ‘Zimanê Kurdî’ diyarî min kir. Pirtûk di sala 2001an de li Bakûyê hatibû çapkirin û libek bi tenê li ba wî mabû. Mamoste Sedî Ûsiv ew lib jî diyarî min kir. Hemû helbestên bavê xwe ji ber kiribûn û jê çend heb ji min re xwendin.

Di 23ê Berfanbarê de em bi Meyana Hesenê Nadirî re rûniştin. Meyan Xanim ji aliyê bavê ve neviya nivîskar Wezîrê Nadirî ye, ji aliyê dê ve jî neviya nivîskar Eliyê Evdirehmîn e. Wek kal û pîrên xwe jineke jêhatî ye û ji me re danasîna projeya xwe ya bi navê ‘Li Benda Te Me’ kir. Meyan Xanim dê vê projeyê di Newrozê de diyarî gelê kurd bike.

Welatê kurdan hatiye dagirkirin. Kurd bi komkujiyan û bi sirguniyan re rû bi rû mane. Bav, dê, xwişk û bira ji hev qut kirine û winda kirine. Meyan Xanim dixwaze bibe dermanê vî derdî. Platforma ‘Li Benda Te Me” dê li ser hemû tevnên civakî, bi heman navê xwe bikeve xizmeta gel. Kesên ku xizmên xwe winda kirine dikarin agahiyên ku ji wan tên xwestin barî platformê bikin û xwe bigihînin xizmên xwe. Platforma ‘Li Benda Te Me” dê bi 28 zimanan li ser hemû tevnên civakî di weşanê de be.

Heman rojê ez bûm mêvanê mala Xalê Fexredîn, mala kurê nivîskar Eliyê Evdirehmîn. Min çend  pirtûkên Eliyê Evdirehmîn ên bi navê ‘Şer Li Çiya/Şêx Zahir’ ‘Xatê Xanim’, ‘Dê’, ‘Morof’ di zindanê de bi bextewarî xwendibûn. Xalê Fexredîn li mîrata bavê xwe baş xwedî derketiye. Destnivîsar, rojnivîsk, arşîva rojnameya Riya Teze û heta berçavk, pênûs, sabûn, gûzan û parfûma wî ya ki herî dawî bi kar aniye jî veşartiye. Odeyeke malê wek muzaxaneya Eliyê Evdirehmîn e. Em dirêj dirêj derbarê nivîskarê nemir Eliyê Evdirehmîn û sirguniya malbatê de axivîn û dû re Xalê Fexredîn pirtûkên bavê xwe diyarî min kirin.

Roja 24ê Berfanbarê danê sibehê serokê Weqfa Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev birêz Wezîrê Kinyaz Mîrzoyev ez kirim mêvan. Em çûn cihê Weqfê û me serdaniya dibistana ku zarokên ku bi xêra Weqfê lê dixwînin kir. Wezîrê Kinyaz di heman demê de kurê Prof. Kinyazê Îbrahîm e. Kekê Wezîr pirtûkên ku Weqfê çap kirine diyarî min kirin û em bi hev re çûn serdaniya Mexberê rehmetiyê Prof. Kinyazê Îbrahîm û kurdên Qazaxistanê; rojnameger Hesenê Eylazê Mihê, Dengbêj Mecîdê Silêmîn, helbestkar Bariyê Bala…

Danê nîvro, ez mêvanê Komeleya Berbangê û birêz Ezîzê Ziyo Bedirxanî bûm. Birêz Bedirxanî li gor agahiyên dayî, ji binemala Bedirxaniyan e û di dema şerê cihanê yê duyemîn de ji Gurcistanê sirgunî Qazaxistanê bûne. Ezîzê Ziyo Bedirxanî derbarê ‘Kurdîstana Sor’ de xwediyê berhemekê ye. Ji wir li gel rêveberê komelê birêz Dr. Murad Şamilov em çûn serdaniya mexbera Prof. Nadir Nadirov.

Danê êvarê ez, kekê Îbrahîmê Filît û Romî Mûgaev li gundê Qarasey bûn mêvanê meta Sînemê. Meta Sînemê tevdarekekî mezin kiribû û gazî der û cîranan jî kiribû. Meta Sînem wisa zarşîrîn bû ku em ji axaftina wê têr nedibûn. Ji me re dirêj dirêj behsa pêşiyên xwe û civaka me ya li Qazaxistanê kir. Ev şeniyên gundê Qaraseyê di heman demê de xizmên min bûn. Kalikê min Mele Ûsiv di serê salên 1880yî de ji malbata xwe diqete û tê herêma Erdexanê. Li gundê Qaratavuxa Mêrdînîgê de bi cih û war dibe. Navê malbatê Mozxêrî ye. Lê ji eşîra Simaîlan in. Li Qazaxistanê bi deh hezaran kes ji vê eşîrê ne û ji xwe re dibêjin Simaîlka. Li gor agahiyên ku zimanzanê rûsî L. P. Zagurskiy di seyhetnameya xwe de dibêje; di sala 1872an de li herêma Axisqayê diçe gundê Coldayê û bi piştgiriya Mele Ûsivê kalikê me ferhengeke bi rûsî û kurdî saz dike. Mala wî ava Dr. Îsmet Konak ev ferheng li Gurcistanê ji arşîvê derxist û diyarî min kir.

Roja 25ê Berfanbarê, roja dawî bû. Kekê Îbrahîmê Filît em li Almatiyê gerandin. Ji me re behsa xebatên Fonda Pêşvebirina Çanda Kurdan kir. Fond bi êşa fermana Şengalê tê avakirin. Xêrxwazên Fondê di wan rojên zor û zehmet de piştgiriya Êzdiyan dikin; heta du keçan, bi pareyan ji destê wan hovên DAIŞê rizgar dikin. Dû re xwe digihînin hewariya xizanên Rojava.

Kurdên Qazaxistanê niha pêşengtiya kurdên Sovyeta berê dikin û her sal komar bi komar Newrozan rêxistin dikin. Îsal şahiya sersalê jî li dar xistin û dixwazin derbarê sê sirguniyên kurdên Sovyetê de berheman biafirînin. Sirguniya sala 1926an a ji Wanê ber bi Sovyetê û sirguniyên salên 1937an heya sala 1944an û sirguniya sala 1992an ên ji Qefqasyayê ber bi Asya Navîn.

Danê êvarê ez mêvanê gundê Aşîbûlakê bûm. Dayika Xanê ya 90 salî bezê ser dilê me heland, lawa dikir û digot: “Ji Xaliqê Alemê dixwazim ku ji xatirê navê Pêxember, Hezretî Elî, Hezretî Ebas, Donzdeh Îmaman, 124 hezar pêxemberan bila Kurdîstan azad bibe, em jî gune ne, em jî bendê te ne, li me jî binihêre da, çima em ne bendê te ne? Çawa ku Qazaxistan heye, Tirkmenistan heye, Ermenistan heye bila Kurdîstan jî hebe, dê çibe!” Me bi yek dengî got: “AMÎN.”

Kurt û kurmancî min ji felekê heft roj dizîn.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê