Li Amedê û Cizîrê di pêşengiya DBP, DEM Partî, TJA û rêxistinên civakî de gel bi girseyî meşiyan û hewldana tayînkirina qeyûm şermezar kirin.
Amed
Rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Amedê têkildarî pêvajoya heyî meş li dar xistin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin nebe qurbana hesabên biçûk.
Rêxistinên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Bajarê Amedê û navçeyên wan têkildarî pêvajoya heyî meş li dar xistin û daxuyanî dan. Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Bajêr jî di nav de girseyek qelebalix ji ber Ceylan AVM heta ber avahiya DEM Partiyê ya Bajêr a li semta Gazîlera meş li dar xistin. Meş li ber avahiya DEM bi dawî bû û girse li vir ji aliyê girseya sekinîbû ve hat pêşwazîkirin.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, rêveberên DBP, DEM Partî, aktîvîstên TJAyê, hevşaredarên navçeyên Amedê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Çareserî cidiyetê dixwaze” vekirin.
‘Divê ev pêvajoya diyalogê nebe qurbanê hesabê biçûk’
Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn daxuyanî da û diyar kir ku ew desteserkirina hevşaredarên Akdenîzê û encumenan qebûl nakin û ji aliyekî ve axaftina aştiyê û ji aliyêk ve jî hewldana danîna qeyûman nayê qebûlkirin. Abbas Şahîn bi bîr xist ku bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinek hatiye kirin û ev pêvajoya tê axaftin divê nebe qurbanê hesabên biçûk û xwest ev pêvajoya hevdîtinan bi rêk û pêk bi rê ve biçe. Abbas Şahîn bang li Serokkomar Tayyîp Erdogan ku îro li Amedê ye jî kir û xwest ku niyeta xwe ya der barê vê pêvajoya tê birêvebirin de eşkere bike.
Mêrsîn
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnexê, Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî hewldana tayinkirina qeyum a şeredariya Akdenîza Mêrsînê li taxa Cûdî ya Cizîrê meşeke girseyî li darxist. Endamên saziyên sivîl ên Şirnexê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Şeredarî yên gel in em ê destûr nedin xaspê” hilgirtin û dirûşmeyên, “Qeyûm dê biçin em ê werin”, “Qeyûm dê hesap bidin gel”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bi berxwedanê em ê derbikevin” û “Qetûm talan e berxwedan jiyan e” ji taxa Cûdî heta qada Cizîrê ya Dortyolê meşiyan.