Êrîşên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 27ê mijdarê heta niha bênavber didomin.
Dewleta Tirk û koma paramîlîter ji saetên serê sibehê ve navçeya Sirînê û derdora wê 3 caran bombebaran kirin. Di bombebaranê de enbarên genim hedef hatin girtin û hatin tunekirin.
Derdora Bendava Tişrînê ku gel nobetê lê digire jî hat bombebarankirin. Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter gundên herêma Bendava Tişrînê bombebaran dikin. Li gorî nûçeya ANHAyê, têkildarî encamên êrîşan agahî nehatin bidestxistin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bersiva êrîşan da û li bakurê bendavê pervçûn hene. Şervanan, wesayîteke koma paramîlîter îmha kirin. Pevçûnên dijwar ên li herêmê didomin.
Li hêla din nobeta gelên ji kantonên Tebqa, Reqa, Cizîrê û Firatê hatin Bendava Tişrînê jî di roja 3yemîn de didome. Welatiyên tev li nobetê bûn diyar kirin ku heta pevçûn bi dawî dibin dê çalakiya xwe bidomînin.
Hat zanîn ku Dewleta Tirk gundê Misleta yê Til Temirê bombebaran kir. Hat zanîn ku bombebaran didome û encama êrîşê nehat zanîn.
Li herêmên cuda yên Sûriyeyê ji ber teqîna bermahiyên şer, 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Welatiyekê gundê Merenazê yê herêma Şehbayê dema li nav zeviya xwe dixebitî, mayineke di demên berê de li wir hatibû bicihkirin teqiya û jiyana xwe ji dest da. Li gundê el Qasimiye yê li rojavayê Helebê jî zarokekî di encama teqîna bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da. Di teqînê de 3 kes jî birîndar bûn. Herwiha li herêma Cezal ê li rojavayê bajarê Tedmûrê de jî kesekî di encama teqîna mayinê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) yên dawî, ji destpêka 2025an heta niha di encama teqîna bermahiyên şer de 6 jê zarok û 2 jê jin bi giştî 34 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 jê zarok bi giştî 56 kes jî birîndar bûn.