12 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeta li bendava Tişrînê bibiryardarî didome

Nobedarên li Bendava Tişrînê diyar kirin ku dê heya rawestandina êrîşên dagirkeriyê nobetê bidomînin û bi moraleke bilind nobeta xwe berdewam dikin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên (SMO) ji 8ˈê Kanûna 2024ˈan de êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê didomînin. Şervanên HSD û YPJˈê jî bersiva êrîşan didin û rê nadin bendav were dagirkirin.

Roja çarşemê (8 Çile) bi hezaran şêniyên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên kantonên Cizîrê, Reqa, Tebqa û Firatê ji bo rawestandina êrişan û parastina Bendava Tişrînê berî dan bendavê. Şêniyan li gorî koman xwe bi rêxistin kirine li Bendava Tişrînê nobetê digirin.

Nûçegihana ajansa ANHAyê Dîcle Ehmed ji roja ewil ve nobetê dişopîne, hin wêne û dîmenên  şêniyên li Bendava Tişrînê kişandin.

Tevî sermayê jî şênî bi israr in parastina Bendava Tişrînê bikin, nemaze ku bendav ji bo gelê Sûriyeyê cihekî girîng e.

Komeke nobetê xwe çayê daniye ser agir û xwe li ber agir germ dike, diyar kir ku moralê wan bilind e û dê bendavê biparêzin. Nobeta li bendavê dewam dike.

Dema ku karwanê gel gihişt xaçerêya bajarê Sirînê ji aliyê dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn. Rewşa hin birîndaran giran e.