11 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn

Nûnera KNKê ya Parîsê Fîdan Dogan ku li Parîsê tevî Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez hatibû kuştin, li ser gora xwe hat bibîranîn.

Ji damezirînerên PKKê Sakîne Cansiz (Sara), Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), di 9ê çileya sala 2013yan de li paytexta Fransayê Parîsê hatin kuştin. Fîdan Dogan, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li ser gora xwe ya li Taxa Xoponê ya navçeya Elbistan a Mereşê hat bibîranîn.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, cîgira hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgor, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DBPê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina DEM Partî û DBPê yên Mereş, Dîlok û Semsûr, gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.

Girse ji ketina goristanê heta gora Fîdan Dogan meşiya û li vir daxuyanî da. Piştî rezgirtinê daxuyanî hat dayin. Endama Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû daxuyanî xwend.

Piştre jî cîgira hevseroka DBPê Narîn Gezgor axivî û wiha got: “Fîdan Dogan lêgerîna azadiyê bû. Ew jineke ku bi hişmendiya jinan welatê xwe parasti bû.”

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî di bîranînê de ev tişt anî ziman: “Her çend diviya hikûmeta Fransayê vê kuştinê ronî bikira jî, lê dîsa jî ne diyar e kê ev tetîk kişandiye. Em têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jin û Kurdistanê didomînin, em ji Sakîne û Sêvê re diyar dikin ku ev têkoşîn têkoşînek mafdar e. Kuştina li dijî jinan, sûîqasta li dijî azadiya jinan e. Bi polîtîkaya xwe ya bêcezakirinê re dibêjin ku ev bûyereke tecrîdê ye û kiryar nediyar e. Em dizanin ku Sakîne û Fîdan bi hişmendiya netew-dewletê hatin kuştin. Em hemû hevalên xwe yên di vê rêyê de bedel dane, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.”

Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Fîdan Dogan.