11 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn

Ji bo Sakîne Cansiz li Dêrsimê bi tevlibûna gelek kesan bernameya bi bîranînê hat lidarxistin.

Ji damezirînerên PKKê Sakîne Cansiz (Sara), endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) û nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), di 9ê çileya sala 2013yan de li paytexta Fransayê Parîsê hatin kuştin. Sakîne Cansiz, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li Dêrsimê hat bibîranîn.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordu û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, nûnerên partiyên siyasî û saziyan tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên jinên hatine kuştin hatin hilgirtin û sînevîzyon hat nîşandan.