10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li dû xwe mîrateya berxwedanê hiştin

Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Ûyar bi têkoşîn û sekna xwe ji bo mirovahiyê mîrateyeke berxwedanê li dû xwe hiştin.

Dewleta Tirk ji destpêka avabûna xwe heta niha hewl dide xwe li ser hişmendiya yek ziman, yek ol û yek neteweyê xurt bike. Li dijî vê yekê kesên ku wek xetere dibîne qir dike. Di dîroka Dewleta Tirk mînakên vê gelek in.

Di 9ê çileyê 2013an de li Parîsa Fransayê yek ji kadroya damezrîner a PKKê Sakîne Cansiz (Sara), endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) û nûnera Kongreya Netewa Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) bi heman armancê hatin kuştin.

Dîsa endama Meclisa Partiya DBPê Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir jî bi heman armancê di 4ê çileya 2016an di dema qedexeya derketina kolanan de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi guleyên ji wesayita zirxî hatin reşandin, hatin kuştin.

Sakîne Cansiz

Sakîne Cansiz di 12ê sibata 1958an de li gundê Tahti yê Dêrsîmê hat dinê. Sakîne Cansiz roja ku hatiye dinê wek şans dibîne û wê rojê wiha vedibêje: “Dema hatim dinê bavê min li leşkeriyê bûye. Meha sibatê de hatime dinê û li nifusê hatime qeydkirin. Ji ber vê roja min a fermî ya vejînê 12yê sibata 1958an e. Gelo di serma û seqemê de vejîn şansek e? Herî baş ez bawer bûm ku ev şans e. Li erdnîgariyek bi berf vejîn li gorî min şans e.”

Bavê Sakîne Cansiz dixwaze ku bixîne ji ber vê yekê wê dibe Almaya lê Sakîne Cansiz ji ber hesreta axa vedigere. Sakîne Cansiz di hemû jiyana xwe de di nav lêgerînekek de ye. Tim pirtûkan dixwîne û lêkolînan dike. Di nav van lêgerînên xwe de gelek aliyan nas dike. Sakîne Cansiz di nav vê lêgerîna xwe de bi pismamê xwe re dizewice û koçê Îzmîrê dike. Li wir di fabrîkayeke dixebite û jinan bi rêxistin dike.

Sakîne Cansiz piştî ku tev li avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê dibe xwe zêdetir pêş dixe. Sakîne Cansiz ya ku xebatên xwe li gelek bajaran didomîne di sala 1979an de li Xarpetiyê tê girtin. Hem di bin çavan de hem jî di girtîgehê de rastê îşkenceyên pir giran tê. Lê di tu îşkenceyê de serî li ber kesayetên Esat Oktay danayne û bi vê sekna xwe di nav têkoşeran de dibe mînakeke mezin.

Sakîne Cansiz piştî îşkenceya ku lê tê kirin lêhurbûnên xwe zêdetir dike û li Stanbolê tizuka Komeleya Jinên Welatparêz dinivîse. Damezrîneriya navenda Çanda Mezopotamya dike. Di kovara Ozgur Halk, Ozgur Ulke de dixebite. Di 1991ê de  tev li Newroza Stenbolê dibe. Sakîne Cansiz di van hemû xebatên xwe de jî ji aliyê dewletê ve tê şopandin.

Sakîne Cansiz piştî demeke diçe Kampa Bekaayê û ji wir berê xwe dide çiyayên azad, bi salan têkoşîna xwe li wir didomîne û di sala 1998an de berê xwe dide Ewropa. Li gelek welat, bajar û deverên Ewropayê xebata xwe dimeşîne.

Dewleta Tirk li Ewropayê jî dev ji Sakîne Cansiz bernade û wê di 9ê çileya 2013an de bi Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan re dikuje.

Aysel Dogan a ku di sala 2022yan de jiyana xwe ji dest da û hevala Sakîne Cansiz a zarokatiyê hem jî ya têkoşînê bû der barê wê de wiha dibê: “Serhidana dawî ya Kurdistanê ya Dêrsîmê bû. Li wir lehengên jin hebûn. Em behsa jinên pêşeng dikin. Jinên Dêrsîmê di serhildanê de ji bo nekevin destê dijmin xwe avêtin mirinê. Ji bo dest dirêjî wan nebin xwe avêtin mirinê. Sakine heval jî ew ezmûn li zindanê da. Wek jinekê ne tenê li Kurdistanê di zindanan de bi celadê xwe re hatina rûhev girîng e. Li wir yek çek hebû. Îrade û bawerî. Ev watedar û girîng e. Ji xwe kesên îradeya wan tunebe baweriya wan jî tuneye. Bi du çekan têkoşîn da û biser ket.”

Leyla Şaylemez

Leyla Şaylemez a ku bi eslê xwe ji Lîcê ye di 1ê çileya 1988an de li Mersînê tê dinê û zarokatiya xwe li wir derbas dike. Bavê wê Cumalî Şaylemez di dusaliya Leyla Şaylemez de diçe Almanyayê.  Di 1994’an de Leyla bi 5 xwişk û birayên xwe re li dû bavê xwe diçe Almanyayê. Du sal şûnde jî dayika wê û du xwişk û birayên wê diçin cem wan. Malbata Şeylemez bi salan têkoşîna jiyanê li Almanyayê didin. Ji ber sekna malbatê ya çanda kurdî Leyla Şaylemez ji çanda xwe dûr mezin nebû.

Herku Leyla Şaylemez mezin bû û êrîşên Dewleta Tirk dît, hêrsa wê zêdetir dibe. Leyla Şaylemez vê hêrsa xwe vediguherîne hêza têkoşînê û di 2008an de tev li xebatên ciwanan dibe. 2 sal şûnde jî tev li refên PKKê dibe. Lê ji ber pirsgirêkên xwe yên tendûristiyê neçar dimîne ku xebatên xwe li Ewropayê bimeşîne.

Leyla Şaylemez piştî vedigere Ewropayê hîn aktiftir dixebite. Leyla li Hannoverê ji aliyê polîsên alman ve tê şopandin. Ji ber zext û tacîzan Leyla Şaylemez berê xwe dide Parîsê.

Fîdan Dogan

Fîdan Dogan di 17ê çileyê 1982yan de li gundê Hançiplak a Elbistan a Mereşê tê dinê. Malbata Fîdan Dogan di 2 saliya wê de neçar dimîne ku koçî Fransayê bike, lê  Fîdan Dogan dikare di 9 saliya xwe de diçe cem malbatê. Fîdan Dogan di wî temenê xwe de atmosfera kampên penaberan nas dike. Perwerdeya navîn û lîseyê li Strasburga Fransayê temam dike. Fîdan Dogan tu car ji çanda kurdî bêpar nemaye.  Li Komeleya Çanda Kurd a Strasburgê û di faliyetên çandî de cih digire.

Piştî ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 15ê sibata 1999an de bi komployekê tînin Tirkiyeyê şûnde, bi awayekî çalak tev li têkoşînê dibe. Tev li xebatên ciwanan ên Ewropayê dibe û navê ‘Rojbîn’ bi kar tîne.

Fîdan Dogan di 2002yan de peywira nûneriya Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) digire. Li gelek welatên Ewropayê faaliyetê dîplomatîk dimeşîne û bi gelek siyasetmedarên li Ewropayê re tê gel hev. Her çiqas bi gelek siyasetmedarên payebilind re bê cem hev jî ew her tim li alî dîplomasiya gel e. Aliyê wê yê herî zêde bal dikişîne jî, cidiyet, hewldêrî û hêza wê ya îqnayê ya di xebatan de ye.

Di 2007an de li dijî jehrîbûna Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi daxwaza ku CPT heyetekê bişîne Îmraliyê çalakiya grevê ya 39 rojan pêk hat de Fîdan Dogan berdevkiyê kir.

Fîdan Dogan di 2011an de berpirsyariya Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Parîsê digire û şerê li welat dimeşe li qadên navneteweyî tîne ziman. Ji forumên civakî heta senatoyan, parlamento û heta Konseya Ewropayê dibe fîgura dîplomatîk a delegasyona kurd. Heta roja tê kuştin jî xebatên xwe bê navber dimeşîne.

Sêvê Demîr

Sêvê Demîr di sala 1974an de li Savûrê tê dinê. Di salên 90î de neçar dibin ku koç bikin Manîsayê. Li gelek cihan de wek karker xebitî. Li van deveran rastî nêzikatiyên nijandperest hat. Ji ber vê yekê berê xwe da welatê xwe.

Sêvê Demîr cara yekemîn li Enqereyê di nav xebatên jinan de dest bi siyasetê kir. Van xebatên xwe li Amed, Konya û Mêrdên berdewam kir. Di 2005an de tev li avakirina Tevgera Jinên Azad a Demokratîk bû. Di 2009an de li Nisêbîn hat girtin. Di sala 2012an de , ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bû.

Sêvê Demîr a ku piştî hat tehliyekirin careke din ket nava xebatan û li Silopyaya ku di bin dorpêça leşkerên tirk de bû bi guleyên ku ji erebeya zirxî hatin reşandin bi Fatma Ûyar û Pakîze Nayir re jiyana xwe ji dest da.

Fatma Uyar

Fatma Uyar, di 28’ê Tebaxa 1988’an de li gundê Dihokê ji dayik bû. Zaroka duyemîn bû û 7 xwişk û bira bûn. Dibistan di pola 5’an de terikand û di 12 saliya xwe de tev li nav refên têkoşînê bû. Di destpêka salên 2000’î de bi awayekî çalak di nava têkoşîna ciwanan de cih girt. Fatma Uyar di sala 2009’an de hat girtin. Piştî 5 sal û 3 mehan hate berdan. Ji Serhedê heta Botanê bajar bi bajar, gund bi gund xebat meşand. Fatma Uyar beriya ku were qetilkirin, li Silopiyayê çalakiyên KJA’yê dimeşand.

 Parkîze Nayır

Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir jineke her tim di nava têkoşînê de bû. Pakîze Nayir, di sala 1990’î de li gundê Ziristan ê Silopiyayê ji dayik bû. Karî heta pola 5’emîn a dibistanê bixwîne. Bi salan tevî birayê xwe weke karkera çandiniyê xebitî. Paşê li taxa ku lê diman dikaneke kuaforê vekir. Êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê bandoreke mezin li ser wê dike. Gelek caran diçe ser sînor û tev li çalakiyan dibe. Pakîze Nayir ku di vê serdemê de bi awayekî çalak dest bi xebatê kir, piştre di nava partiyên siyasî de cih girt û ji bo Hevserokatiya Meclisa Gel a Silopiyayê hat hilbijartin. Pakîze Nayir jî weke hevreyên xwe Sêvê û Fatmayê, bû sembola jinên Kurd ên ku li dijî zilm û tunekirinê li eniyên herî pêş ên berxwedanê û bi ruhekî fedayî yê bilind heta kêliya dawî li ber xwe dide.