10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Her 3 rojnameger hatin berdan

Dadgehê derbarê rojnameger Rohat Bûlût, Hulya Taş û Şakîr Karadaş de bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da.

Dadgeha Cezaya Sûlhê ya Erdîşê derbarê rojnameger û edîtorê Rojnameya Xwebûnê Rohat Bûlût, xebatkarê Rojnameya Yenîyaşamê Şakîr Karadaş û xebatkara çapemeniyê Hulya Taş de bi şertê “kontrola edlî” biryara berdanê da. Li gorî biryarê dê rojnameger mehê carekê îmze biavêjin. Hat hînbûn ku rojnameger, bi endamtiya rêxistinê hatine sûcdarkirin û saziyên ji bo dixebitin û nûçeyên ku çêkirine, weke sûc hatine hesibandin. Rojnamegeran sûcdariya ku li wan hatiye barkirin qebûl nekirin û hemû sûcdarî red kirin.

Rojnamegerên ku hatin berdan, ji hêla Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) hatin pêşwazîkirin.