10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSDê der barê topebarana Bendava Tişrînê de hişyarî kir

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber bomberan û topbarana dewleta tirk, Bendava Tişrînê li ber hilweşînê ye û got: “Ji her karesata li herêmê çêdibe dewleta tirk berpirsyar e.”

Êrişên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter ên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê bênavber didomin. Dewleta Tirk bi balafirên şer, SÎHA û çekên giran êrîşî Bendava Tişrînê û herêmê dike. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hişyarî da.

HSDê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker bi gelek êrîşan Bendava Tişrînê û derdora wê bombebaran kir.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên komên paramîlîter bi piştgiriya balafirên şer û balafirên bêmirov ên artêşa tirk û topbarana dijwar têne kirin, her wiha li herêmê li gelek deveran şer û pevçûn berdewam dikin. HSDê da zanîn ku li herêma Kobanê, balafirên bêmirov ên artêşa tirk li gundê Girik otombîleke sivîlan bombebaran kir, herwiha gundê Aslankê yê başûrê bajarê Kobanê jî hat topbarankirin.

HSDê tekez kir ku metirsiya hilweşîna Bendava Tişrînê her ku diçe zêde dibe û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker ji her karesateke ku di encama êrîşan û tobaranê de li bendavê û li herêmên din ên Sûriyeyê bibe, berpirsyar e.”