Bi hezaran şêniyên kantonên Reqa û Cizîrê ji bo ku tev li çalakiya li bendava Tişrînê bibin ku ji bo şermezarkirina êrîşên Dewleta Tirk û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dê werin lidarxistin, ber bi bendavê ve bi rê ketin.
Karwanê şêniyên Tebqayê dê li bajarokê Mehmûdlî yê li bakurê Tebqayê bigihêje karwanê wesayîtan ê ji kantonên Cizîr û Reqayê û dûre bi hev re biçin bendavê.
Li ser bangewaziya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hezaran şêniyên kantonan, endamên meclisên rêveber, xwecih, komîn bi sedan erebeyan ber bi bendavê ve bi rê ketin.
Her wiha ji kantona Firatê jî bi hezaran şênî bi rê ketine.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh daxuyaniyek dabû û têkildarî encamên topbarankirina bendava Tişrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, hişyarî dabû.