10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya DEMê û Partiya DEVAyê civiyan

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Serokê Giştî ya Partiya DEVA’yê re bi dawî bû. Alî Babacan, piştî hevdîtinê got: “Em ê piştgiriyê bidin her gava cidî tê avêtin.”

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û siyasetmedar Ahmet Turk pêk tê bi serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan re bi dawî bû. Alî Babacan, serokwekîlê giştî Îbrahîm Çanakçi, cîgirê serokê giştî Mehmet Emîn Ekmen û Sadullah Ergîn tev li hevdîtinê bûn.

Piştî hevdîtinê, Alî Babacan û Sirri Sureyya Onder daxuyaniyeke kin dan. Alî Babacan, di daxuyaniyê de wiha got: “Me di mijarên cuda de hevdîtin kir. Zemîna rewa ya çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê, siyaset e. Divê her kes li gorî vê rêgezê tevbigere. Ji 1ê cotmehê ve rewşekî nû heye. Em hewldanên çareseriyê yên di vê pêvajoyê de girîng dibînin. Weke Partiya DEVAyê em ê piştgiriyê bidin her gavên jidil û cidî tên avêtin. Niyet û hedef girîng e. Di vê pêvajoyê de tişta girîng, jidilbûn e. Em girîngiyê didin tevgerên jidil ên rayedarên hikûmetê. Em hêj nizanin ka cihê birêz Erdogan a di vê pêvajoyê de ku dere. Meclis, navnîşaneke girîng e. Lê belê dema em li pergala rêveberiyê ya niha dinêrin, divê zelal bibe ka Erdogan li ku disekine.”

Piştre jî Sirri Sureyya Onder axivî û ev tişt anî ziman: “Di hevdîtinê de mijarên girîng hatin axaftin. Pêşniyar hatin kirin. Me tiştên heta niha qewimîn vegotin. Her pêşniyar biqasî zêr biqedr in. Em dikarin bi esasgirtina van zemîna mutabeqetê ava bikin. Yek ji dersa me ji tiştên berê girtî jî ev e. Em ê piştre daxuyaniyeke berfireh bidin. Ji bo ku pêvajo bi zelalî were meşandin, me duh çi gotibe îro jî heman tiştan dibêjin.”

Sirri Sureyya Onder piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand û da zanîn ku dema hevdîtineke nû ya li Îmraliyê zelal nebûye û dê Ahmet Turk jî di hevdîtina din de cih bigire. Herwiha hat gotin ku dê wek Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi partiyên kurd re jî hevdîtinê bikin.

Şande ji bo serdana Partiya Yenîden Refahê çû Meclisê.