11 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmê Mêrdînê 154 kesan ji kar derxist

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 30 kesên din ji kar derxist. Bi vê yekê re hejmara karkerên ji hêla qeyûm ve ji kar hatin derxistin derket 154an.

Wezareta Karên Hundir di 4ê mijdara 2024an de waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tayîn kir. Bi tayînkirinê re qeyûmî dest bi derxistina karkeran a ji kar kir. Beriya niha 124 karker ji kar hatibûn derxistin û niha jî 30 kesên din ên bi biryara dadgehê li karên xwe vegeriyabûn jî ji kar hatin derxistin.

Bi derxistinên dawî re hejmara kesên ji hêla qeyûm ve ji kar hatine derxistin derket 154ê.