Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî astengkirina şandeya ji bo wergirtina cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dixwest derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe, da.
Daxuyaniya nivîskî bi sernavê “Hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin” hat weşandin û wiha hat gotin: “Şandeya ku ji bo wergirtina cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dixwest derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe, 17 saetin li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin. Wergirtina cenazeyan bi awayekî keyfî tê astengkirin û ev kes bêrêziyeke li dijî bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dayin û eziyetkirina xizmên wan e.
Tirkiye û Herêma Federe ya Kurdistanê bi hevkariya xwe hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Divê şande demek beriya demekî ji deriyê sînor derbas bibe, cenazeyan wergire û rojnamegerên hatine kuştin hêjayî jiyan û têkoşîna xwe bên definkirin.”