Girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan, ev 17 sal in girtî ye û 4 sal beriya niha sirgûnî Girtîgeha Yezdê kirine. Tevî nexweşînên xwe yên giran jî di bin tecrîdek tund de tê girtin. Zeyneb Celaliyan ku ji derve re nameyek şand, banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Nameya Zeyneb Celaliyan wiha ye: “Ji pişt dîwarên zindanê ji hemû azadîxwazan re. Ez Zeyneb Celaliyan, jineke azadîxwaz a siyasî me ku ji bo raman û baweriyên xwe di zindanê de me. Fikrên min ji paradîgmaya fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan îlham digire ku ew bixwe jî 26 sal e ji bo fikrên xwe û azadîxwaziyê di esareteke nemirovane de tê girtin. Ez erka bingehîn û exlaqî ya xwe dizanim ku tev li wê kampanyayê bim ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê min hatiye rêxistinkirin. Ez azadiya wî ya bê şert û merc dixwazim. Ez wî mezintirîn kesayetê azad ê cîhanê silav dikim ku azadî fêrî min kir, ez azadiyê ji bo wî xwediyê raman û mirovê mezin re dixwazim.
Dema ku niştimana me Rojhilata Navîn û dilê wê Kurdistan bû goristanek ji miriyên ku li ser piyan in û dimeşin, dema ku kesek xwedî hêza têkoşîn û şerê li hemberî dijminan nebû, bi taybetî di bakurê Kurdistanê de rejîma faşîst ya Tirkiyeyê hebûna kurdan înkar dikir û ew dikuştin, kesê ku bi tenê li dijî wê dewletê serî bilind kir, Rêber Abdullah Ocalan bû. Bêguman fikrên wî di tarîtirîn dema dîroka Tirkiyeyê de yekane çiraya ronîker ya rêya azadiya gelê kurd û gelên din ên herêmê bû. Dema ez bi jiyana wî difikirim, dilê min dêşe ku çima cîhanê ew dereng fêm kir. Wî dest ji hemû ciwanî, azadî, malbat û hemû peywendî û girêdanên kevneşop berda û bi pênasekirina nû ya wan têgînan hewl da ku gelê kurd û gelên dîtir bigihîjîne mafên xwe.
Dewleta faşîst a Tirkiyeyê bi piştevaniya dewletên wek Amerîka û Yekitiya Ewropayê, bi awayek bêbextane wî kesayetê xwedî fikra azad dîl girt û ev 26 sal e ku di giravek de zindanî kiriye û bi hemû cureyan sînordar kiriye. Cîhan şahid e ku wan sînordarkirinah jî nekarîn fikr û ramanên wî asteng bikin. Rêber Abdullah Ocalan di Îmraliyê de wek cewahirekê çirûsî, ji ber ku di zindana Îmraliyê de ramanên nû danîn û pêşkêş kir.
Gelên herêmê bi rêya wê pergala demokratîk dikarin bighên mafên xwe û jiyaneke hevbeş a aştîxwazane bikin. Bi wî awayî berjewendiyên dewletan diket metirsiyê, lewra jî dewleta faşîst a Tirkiyeyê bi nûnertiya hemû dewlet- netewan fişarên xwe li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde kirin. Lê di gel wan hemû fişar û astengiyan, ew dîsa bi awayek bihêz rêkarên afrîner di rêya azadiyê de nîşan dan. Wek rêber û xwedî raman canê xwe li hember hemû hovîtiyên dijminan ji bo netewan kir mertal. Piştevanî û parastina wî, di rastiyê de parastina dadê, wekheviyê û azadiyê ye. Ez, Zeyneb Celaliyan ji bo parastina mafê xwe û gelê xwe, 17 sal e ku dijwartirîn şert û mercên zindanan de me û şert û mercên zindanan têdighîjim. Dema ku em tecrîda ku li ser rêberê me di Îmraliyê de çêkirine bişkînin, em ê hemû zindanan jî bişkînin. Bi wî awayî em jin dê bibin pêşengên şikandina pergala zindanan.
Di Îranê de jin û hemû gel şoreşekê dikin û dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ku felsefeya jinan e qîr dikin. Ew dirûşm, raman û felsefeyeke ku Rêber Abdullah Ocalan bingeha wê daniye. Lewra ji bo piştevaniya ji ramanên wî li ser azadiya wî israr bikin û di çarçoveya wê dirûşmê de ji bo Îraneke domokratîk, ji raman û mirovê azad re piştevaniyê bikin û biparêzin. Bi wê sedemê ji hemû jinan û ciwanan û bi taybetî kesên bîrmend, akademîsyen, hunermend, mafnas, feminîst, rêxistinên civakî, rêxistinên hawirdorparêz û gelê kurd û hemû gelê azadîxwaz yên Îranê dixwazim ku piştevaniya Rêber Apo bikin û beşdarî kampanyaya Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin, kampanya ku di hemû cîhanê de hatiye destpêkirin û berfireh bûye.
Pêdiviya hemû neteweyên Îranê ji bo çareseriya bingehîn a pirsgirêkên xwe bi ramanên Abdullah Ocalan hene. Lewra di cîh de ye ku hemû hewldana xwe ji bo azadî û rakirina wan astengiyan bikin ku beramber Rêber Abdullah Ocalan hene. Madem ku Rêber Abdullah Ocalan di rêya mirovahî û ji bo me hemûyan di dijwartirîn şert û mercan de di zindana girava Îmraliyê de liberxwe daye û têkoşiyaye û bingeha ramanên wî jî ser azadiya jinan e, nexwe ew piştevanî dê di çarçoveya têkoşîna li dijî mêrsalariyê de be ku bêguman pêdiviya hemû civaka me, pêdiviya hemû jinan û mêran e. Ez we vedixwînim ku bi beşdarbûna di kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de erka xwe ya mirovî pêk bînin. Teqez azadiya wî, dê azadiya me hemûyan û bi taybetî jî ya jinên têkoşer be.”