Di 27ê mijdarê de bi piştgiriya Tirkiye Heyet Tehrir el-Şam (HTŞ) û Artêşa Nîştîmaniya Sûriye (SMO) ji bajarê îdlibê bervî Helepê li hemberê rejîma BAAS’ê êrîş da destpê kirin. Beriya êrîş destpê bike sê geşedan hebûn. Yek, di 29ê cotmehê de Wezîrê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Londrayê bi Wezîrê Karê Derve yê îngîltereyê David Lammy re hevdîtin kir. Dudu, di 25 mijdarê de Sekreterê NATO Mark Rutte li Enqereyê bi Erdogan re hevdîtin kir. Sisê, di navbera Îsraîl û Hîzbûllahê de agirbest pêk hat. Di sibeha 27ê Mijdarê de kete meriyete.
Rojnameger Dogan Cihan ku li herêma Heleb û Tişrînê êrîşên komên çeteyan ji nêzîk ve dişopîne geşedanên dawî nirxandin. Rojnameger Dogan Cîhan, anî ziman ku bi van her sê geşedanan derdikeve holê ku li Sûriye ji bo tu astengî dernekeve bi pêşengtiya NATO û Tirkiye ji çeteyên HTŞ û SMO re rê tê paqijkirin û got: “Li ser vî esasî li Sûriye rûxandina BAAS û avakirina desthilata cîhadîstan li ser masayen, di pratik de jî dikeve meriyetê. Bi giştî Rojhilata Navîn bi taybetî jî Sûriye di cîhanê de ji bo hêzên hegemon karibin serweriya xwe ava bikin qadekî girîng e. Li vir serweriya polîtîkayê xwe karibî ava bikî dikarî di cîhanê de jî polîtîkayên xwe giştî serwer bikî. Li Sûriye di mehekê de bûyerên pêk hatin hinek li ser vî esasî qewimî. Niha li Sûriye denge û hêz hene. Ev kî û çîne? Mirov dikare wiha rêz bike; 1-Rejîma BAAS, Rûsya, îran (Hîzbûllah, mîlîsên şîî). 2- Bi pêşengtiya ABD, îngiltere, Fransayê Koalîsyona Navnetewî. 3- Dewleta Tirk û çeteyên SMO ku girêdayî wî ye. 4- Heta sêyemîn Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD).”
Rojnameger Dogan Cîhan, da zanîn ku tişta di mehekê de qewîmî di esas de berdewamiya 7 cotmeha 2023yan ku li Hamas bi Tofana Aksa dabû destpê kirin û wiha lê zêde kir: “Bi pêşengtiya ABD, îngiltere, Fransa bi destê Tirkiye û çeteyên ku piştgirî dike HTŞ û SMO, li Sûriye ji bo heta parastinê ji bo Israîl were avakirin, xeterî li ser Israîl çênebe di Sûriyeyê de guhertinek hat çêkirin. Mirov dibine ku di esas de her tişt hatiye guftokirin. Mînak agahî hebûn ku NATO ji Ûkrayna şêwirmendên pispor ên leşkeri anîbû îdlîb û HTŞ di çarçoveya perwerdeyê hewayî ya çalakiyên dronan perwerde dikir.”
Rojnameger Dogan Cîhan, li ser geşedanên dawî jî rawestiya û got: “Li Şamê niha bi piştgiriya NATO û Tirkiye çeteyên cîhadîst xwedî feraseta DAIŞ hikûmet ava dike. Bi destê çeteyên Dewleta Tirk, HTŞ û SMOyê herem ji nuve tê dizayn kirin. Yekemîn armanca vê dizaynê, rewakirina van komên terorîst û çeteyan e. Bi pêşengtiya serokê HTŞ, Cephet El Nusra û DAIŞê yê kevn Muhammed El Colanî bi navê din Ehmet Eş Şera jî mirov dikare wisa bibine. Niha pergal Ehmed Eş Şera bi awayek meşru derdixe pêş û bi wî hikumetekê ava dikin.”
Dogan Cîhan da zanîn ku DAIŞ xwedî planek bû û got: “Di esas de DAIŞ ji bo ku Rojhilata Navîn were dizaynkirin hatibû ava kirin û wiha lê zêde kir: “Lê li Kobanê bi dawî bû. Lê niha feraseta DAIŞ Tirkiye, HTŞ û SMOda dijî. Niha hemû hêz dest dane hevdû hewl didin bi HTŞ feraseta DAIŞ derdixin pêşberî siyaseta cîhanê. Li kêleka vê rewşê Tirkiye û çeteyên girêdayî wê SMO, êrîşên heremên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriye dike. Niha êrîş û berxwedanî li heremên Minbîc, Bendava Tişrîn, Pira Qereqozax, Kobanê, Girê Spî, Eyn îsa, Til Temir û Serêkaniyê didome. Dewleta Tirk û çeteyên xwe hem di bejahî de hem jî di hewa de êrîşan pêş dixîne.”
Dogan Cîhan anî ziman ku komên çeteyan bi taybetî êrîş li navbera Minbic û Bendava Tişrîn û Qereqozax’ê dijwar bûye û wiha bi dawîkir: “HSD, YPJ û Meclîsa Leşkerî ya Mînbîc de şer û pevçûnek pir dijwar diqewime. Li Minbic û Bendava Tişrîn de Tirkiye ji hewa de bi keşfên xwe, çete jî ji bejahî pir dijwar êrîş dikin. Niha şer li gundewarên Minbic wek Ebû Qelqel pir dijware. Dîsa pira Qereqozaxê ji aliye Tirkiye û çeteyên wî ve bi awayek pir dijwar bi obus û hwanan tê topbaran kirin. Tirkiye bi awayek pergalî bi SİHAyan bombardiman dike. Kobanê bi awayek pergalî ji alî Tirkiye ve bi SİHAyan ji hewa ji bejahî jî bi top û hawanan tê lêdan. Armanca wan ew e ku heremê bikin heremek ne aram û ne ewle. Gel bidin koçberkirin. Dixwaze berxwedaniya gel bişkine. Lê li hemû deweran berxwedanî heye, heta van kêliyan jî Tirkiye û çeteyên wî nekarin pêş de werin, şer û pevçûn didomin.”
Dogan Cîhan, li ser giringiya bendava Tişrînê jî rawestiya û got: “Bendava Tişrînê xwedî girîngiyeke pir stratejik e. Ji bo peydakirina pêwîstiya elektrîkê ya ji bo tevahiya Sûriyeyê xwedî roleke krîtîk e. Bendava Tişrînê li gel Bendava Tebqayê ji aliyê tedarikkirina pêwîstiya elektrîkê ya herêmê xwedî pir mezine. Bi vî rengî wê kontrola çavkaniyên enerjiyê yên girîng bixista destê xwe. Li gel vê yekê di serî de Heleb, Minbic, Kobanê, Dêrazorê wê li ser çavkaniyên avê yên tevahiya herêmê bibûya xwedî kontrol û zexteke stratejîk bikira. Dewleta Tirk dixwaze bi kontrolkirina avê re van deveran hemûyan kontrol bike.”